RANIYA – Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yê ser Başûrê Kurdistanê, bi xwe re bertekên siyastemedar, rojnemevan, hunermend û tevahî gelê Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Dewleta Tirk ya dagirker ku ji dîrokê de her dijminatiya gelê kurd dike, ku dixwaze gelê kurd ji holê rabike û tiştekî bi navê kurd li holê nehêle, gelê kurd êdî nerazîbûnên xwe nîşan didin û li hember dagirkeriyê xwedî helwestin, gelê kurd êdî qebûl nake ku weke berê, her di bin pençên qirkirinê de bin.
Li ser vê esasê siyasetmedarê bi navê Ezîz ji ajansa me re axivî, ev êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkartiya PDK’ê li ser xakên Başûrê Kurdistanê û tevahî gelê Kurd tê kirin nirxand. Ezîz da diyarkirin ku dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê yên ku bi armanca tesfiyekirina PKK’ê daye destpêkirin, ne tenê ji bo PKK’ê di şexsê PKK’ê de dixwaze tevahî gelê kurd qir bike û got; “Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ne tenê li dijî PKK’ê şerkirine, li dijî hemû kurdan şer dike û dixwaze kurdan tune bike. Dema diçe cihekî li kesekî dide nabêje ku ew PKK’ê bû min lê da, ew dibêje ev kes kurde min li wî da.”
Dewleta Tirk çavbirçiyê dagirkeriyê ye;
“Di serî de em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê, yên ku bi têkoşîn û qehremantiyeke mezin gihîştine şihadetê ditewînin. Şervanên ku bi wêrekî parêzvantî ji welat û netewên xwe re kirine, wan bibîrtînin. Dewleta Tirk hêzeke çavbirçiyê dagirkeriyê ye. Di dîrokê de jî dewleta Tirk hertim xwastiye ku desthidariya xwe li ser bingeha tunekirina neteweyên din mezin bike. Destpêkê ji gelên Ermen destpêkir, niha jî berê xwe daye, ser gelê Kurd. Ji ber vê jî divê gelê kurd li hember van êrîşan yekîtiya xwe avabike, ji her demê zêdetir xwe biparêzin. Bila kes bi hin hincetan xwe nexapîne û nebêje dewleta Tirk ne dijminê me ye. Tirkiyê her êrîş û polîtîkayeke xwe pir eşekere dide meşandin, û heta dewleta Tirk pir vekirî dibêje ‘Li her cihekî ku kurd lê hebin, ezê li wê derê li dijî wan derbikevim, ger li Efrîqa jî koneke wan hebe, ezê li wê derê jî li dijî wan bisekinim’. Ji bo vê jî girînge ku gelê kurd rastiya dewleta Tirk fêmbikin.”
Ev êrîş ne tenê ser PKK’ê ye, ser tevahî gelê Kurde;
“Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ne tenê li dijî PKK’ê şerkirine, li dijî hemû kurdan şer dike û dixwaze kurdan tune bike. Dema diçe cihekî li kesekî dide nabêje ku ew PKK’ê bû min lê da, ew dibêje ev kes kurde min li wî da. Mînaka wê jî mirov dikare bêje ku dema Şêx Seîdê Pîran bi darve kirine, ew ne PKK’ê bû ew kurd bû, heman demê de Şêx Ehmedê Berzan jî ne PKK’ê bû, Kurdek bû, her wiha di komkujiya Dêrsimê de jî PKK’ê tune bû, bila hincetên wisa dernexînin, bila her tiştî nevêjin ser PKK’ê. Em bi xwe jî xwe dixapînin û dibêjin ku dijmin êrîşî PKK’ê kiriye, êrîşî me nekiriye. Dewleta Tirk jî dixwaze bi hin rêbazan ji her kesî re bide îspatkirin ku ew ne li dijî gelê kurde, li dijî PKK’ê ye, dibêje PKK’ê tevgereke ne di eslê xwe de ye. Lê heya niha çiqas tevgerên kurd çêbûne li dijî hemûyan şerkiriye.”
Tirkiyê DAIŞ avakir da ku gelê Kurd tesfiye bike;
Li Bakurê Kurdistanê ger ku PKK’ê nebûya, niha wê rewşa gelê wê derê çawa ba ne diyar bû. Di heman demê de dewleta Tirk ji bo ku xwe biparêze, li Başûrê Kurdistanê DAIŞ avakir, hemû dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê xistiye bin xizmeta xwe de. Dema ku DAIŞ’ê jî êrîşî gelê kurd kiriye, gelê kurd din bin îşkenceyên wan de êşa ku kişandine kesî tu carî nedîtiye de man, li hember wê jî hêzên navnetewî kesî dengê xwe nekir. Tirkiyê ji bo gelê kurd weke gurekê ye. Gur jî dema ku şêr û piling hebin xuya nake, tenê dixwaze nêçîrê bike û yên ji xwe biçûktir qir bike, Tirkiyê jî weke pezekî li kurdan mêze dike. Divê hertim di bîra kurdan de be ku em weke gel hatine perçe kirin, dixwazin di vê pêvajoyê de me tune bikin. Ji ber vê jî divê kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî û yekîtiyê ve çareser bikin, di vê pêvajoya bi vê rengî de pêwîstiya kurdan bi yekîtî û yek rengiyê zêde heye.”
Gelê Başûr ji Hikumetê dilê wan şikestiye;
“Ji bo hemû siyasetmedaran, yên ku hîna bi hestên kurdîtiyê jiyan dikin, ez dibêjin divê em siyaseta xwe bixin xizmeta gelê xwe de. Ev gelê Başûrê Kurdistanê ku li benda kesekî pêşengin ku wan pereyan bide wan, divê em van ji wê rewşê xilas bikin û nêlbin ku ew li pey kapîtalîzmê baz din. Êdî gelê Başûr ji ber Hikumetê dilşikestî bûye. Ji ber vê jî banga me ji bo hemû rewşenbîrên azadîxwaz û dilsoz heye ku ji bo gelê xwe berpirsyar nêz bibin. Divê haya me ji hemû partiyan hebe û em jî pala xwe bidin ser partiyên ku berjewandiyê gelê kurd diparêzin. Niha li her derê ku kurd lê hene, divê em planên ku di dîrokê de li hember wan hatî kirin de, em lêkolîn bikin û vê ji her kesî raxînin ber çavan, em ji her kesî bidin diyarkirin ku yê Kurdistan kiriye çar perçe dewleta Tirk e. Tevgerên kurd ên azadîxwaz weke PKK’ê ew xistine nava lîsteya terorê de, da ku tu kes nikaribe ji wê tevgerê bawer bike. Li ser vê bingehê jî em careke din şehîdên ku ji bo parastina nasname, ziman û çanda me gihîştine şihadetê bi bîrtînin. ”
NC/ Gîvara Germiyan



