Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

NPG'ê şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê her tim şopdarên şehîdan bin, meşa xwe ya ji bo Rêbertiya azad, Kurdistana azad her roj mezintir bikin û bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
16/05/2022 - 10:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), bi wesîleya Meha Şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê got, “Têkoşîna me ya azadiyê ku nîv sed sal e dewam dike, her sal û her roja salê bi saya şehîdên me yên ku destanên lehengiyê afirandine, her roj bêhtir bi wate û dîrokî bûye. Hem di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hem jî di nava têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê de gelek pêşengên mezin di nava meha Gulanê de şehîd bûne. Ji pêşengên şoreşger ê enternasyonal ê mezin hevrêyê me Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd bû, ku Hakî Karer tevî Rêber Apo hîmên partiya me danî, bi rêbaza herî fedaî û kedkarî tevlî nava têkoşînê bû, Rêber Apo herî rast fêhm kir û bêteredût tevlî pratîkê bû. Lewma 18’ê Gulanê weke ‘Roja Şehîdan’, meha Gulanê jî weke ‘Meha Şehîdan’ bi wate bû, derbasî nava dîrokê bû.”

‘BI SERXISTINA TÊKOŞÎNÊ RE EM Ê XWEDÎ LI BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN’

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de wiha hate gotin:

“1’ê Gulanê li Lubnanê Abdulkadîr Çûbûkçû, li Garzanê fermandarê eyaletê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û hevalên wî, fermandarê hêja yê Cûdî Hamza û hevalên pê re; 2’ê Gulanê fermandarê me yê destpêkê hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn û fermandarên me yên qada navîn Azad Sîser û Çekdar Amed; 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan; 9’ê Gulanê milîtanên hêja yên PJAK’ê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî; 11’ê Gulanê Gûrbet Aydin (Mizgîn); 16’ê Gulanê li Hewlêrê tevî hevrê Hêlîn, Salih û Ozan bi dehan hevrêyên me; 18’ê Gulanê Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner) û rêberê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya; 19’ê Gulanê Halîl Çavgûn û Muslum Baran, 22’ê Gulanê li herêma Yedîsû ya Çewlikê 16 hevalên me yên di sala 2001’ê de ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin; 31’ê Gulanê li Nûheqê ji pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Sînan Cemgîl û hevalên wî şehîd bûn. Gulan ku meha şehîdan e, bû meheke ku bi hezaran lehegan bi berxwedanê şehîd bûn. Di salvegear 45’an a şehadeta hevrê Hakî Karer de di şexsê wî de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, sozê didin ku bi serxistina têkoşînê em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe derkevin.

Partiya me PKK weke ‘Partiya Şehîdan’ têkoşîna xwe ya nîv sedsalê li ser esasê xeta şehîdan gihandiye vê serdemê. Fêhmkirina PKK’ê, jiyana bi pîvanên PKK’ê bi fêhmkirina rastiya şehîdan, bi jiyana li gorî vê rastiyê dibe. Mêtinger û sîstema modernîteya kapîtalîst li Kurdistanê dagirkerî û mêtingeriyeke ji rêzê nekirin, bi mêtingeriyeke mezin ji xwe re kirin esas ku gelê Kurd ji ziman, nasname, çand û dîroka xwe dûr bixîne. Li gel komkujî û qirkirinên fîzîkî yên bêhejmar, her wiha bi zexta qirkirina çandî hewl dan ku gelê me ji aliyê hiş û dîrokê ve jî tune bike. Gelekî ku navê xwe jî hatibû qedexekirin, hebûn û nebûna wê cihê nîqaşê bû, îro bûye gelekî ku şerê gel ê şoreşgerî dimeşîne, hewl dide azadiyê bi dest bixe û di berdêla vê de bi rengekî fedaî şehîd dane. Ev yek bi hêsanî nebûye. di bingeha her gotin, her rêxistinî, her sazî, her hişmendî, her nêzîkatî û nirxên me yên bi navê Kurd û Kurdistanê ked, fedakarî û xwîna şehîdan heye. Eger gelê Kurdistanê îro hebûna xwe misoger kiriye ku înkara wê êdî nabe, eger ber bi azadiyê ve dimeşe, eger dikare navê Kurd û Kurdistanê bi serbilindî bîne ziman, bi saya artêşa şehîdên nemir karîbûye vê yekê bike.

Ya ku dozekê dike doza rasteqîn û wê ber bi serketinê ve dibe, şehîdên ku di oxira wê de canê xwe bi fedaîtî feda kirine. Geleku ewladên xwe yên ji bo xwe canê xwe feda dikin nebe, nikare azadiyê bi dest bixe. Ev rastî berê jî bi vî rengî bû, niha jî bi heman rengî ye. Eger gelê Kurdistanê îro bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe, ev yek teqez bi saya şehîdên me ne ku ji bo vî gelî canê xwe feda kirine. Ev rastî rastiyeke welê ye ku di şexsê milîtanên pêşeng de şênber bûye. Lehengên ku di oxira nirxên xwe yên cewherî de canê xwe feda kirine, ji bo gelê Kurdistanê rastiyeke misoger e. Gelê me geleke ku her tim dilsozê şehîdan bûye û ji bo wan canê xwe jî feda kiriye. Lewma rastiya şehadetan a îro ya li Kurdistanê, doza azadiyê, biryardariya li ser doza azadiyê û wêrekiyê dide me.

SEKNA FEDAÎ YA APOYÎ ME BI SER DIXÎNE

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê, di têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber dewam dike, her roj mezintir dibe, her şehadet, her destana lehengiyê û sekna fedaî ya Apoyî me dibe serketinê. Di Meha Şehîdan a 46’emîn de di serî de li Zap û Avaşînê, li her devera Kurdistanê hevrêyên me bi lehengî li ber xwe didin, bi sekn û şerê xwe xeta şehîdan bi şarezayî temsîl dikin, bi lehengî ber bi şehadetê ve dimeşin. Heta ku gelê Kurdistanê xwedî ewladên fedaî yên bi vî rengî be ku bêtirs şer dikin, bi wêrekiyeke mezin têdikoşin, ev doza azadiyê wê ti carî têk neçe, wê teqez bi ser bikeve.

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê şer dikin, em ê her tim li ser xeta şehîdan bin, biryardariya xwe nîşan didin ku meşa xwe ya Rêbertiya azad, Kurdistana azad her roj mezintir bikin, xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin, bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku ji jiyana hêjayî bîranîna wan ti carî tawîzê nedin û şer bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk şaş bûye, nizane ku niha li ku derê çi bike

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Înstiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê şewatên ku pêkaniye eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Înstiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê şewatên ku pêkaniye eşkere kir

LEZGÎN - Înstiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê şewatên ku pêkaniye eşkere kir

Ciwanên Wanê li ser dîwaran nivîs nivîsandin

Ciwanên Wanê li ser dîwaran nivîs nivîsandin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.