Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Xwe rêxistinkirina jinên ciwan di nava şoreşê de: Xebatê Perwerde II

"Ji bo ku em serî li hember van binpêkirinan hildin, pêwîste em xwe herî zêde perwerde bikin, ya herî girîng jî aliyên me yên fikirîne."

Edîtor: Nucan Serdoz
30/04/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Xwe rêxistinkirina jinên ciwan di nava şoreşê de: Xebatê Perwerde II
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Pergalê deshilatdarî, hişmendî û feraseta wan ji dema xwe avakirine heya niha her tim şer ji bo berjewendiyên xwe weke rêbaza xwe gihandina armancê xwe bi kar anîne. Di şer de her tim jin, zarok û gel tê kuştin û qetil kirin. Tê zanîn ku Rojhilata Navîn ji bo sermayedaran cihê ku herê zêde rant li ser tê kirine. Di hundirê Rojhilata Navîn de jî welatê Kurdan; Kurdistan. Di Rojavayê Kurdistanê de ji piştî avabûnê şoreşê heya niha şerên pir dijwar tê meşandin. Lê li hember ev şerê dijwar berxwedaniyên bêhempa di asta herî jor de tê meşandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşxistî, xwe bi rêxistin dikin û li ser vê bingehê xwe perwerde dikin.

Bi taybet piştî şoreşa Rojava xwe rêxistinkirina jinan bûye çavkaniyek hêzê ji bo tevahî jinên cîhanî. Di heman demê de jî li kêleka rêxistina jin ya giştî jinên ciwan jî xwe weke sazî cuda birêxistin û perwerde dikin. Jinên ciwan di hemû qadên şoreşê de cihê xwe digirin û bi awayekî pêşeng xebatên di her qadê didin meşandin.

Li ser vê bingehê jinên ciwan ên ku cihê xwe di nava xebatan de digirin ji ajansa me re axivîn û her jineke ciwan ku cihê di kîjan xebatê de digire, li gorî wê girîngiya xebata xwe dinirxînin û li ser vê bangawaziya tevahî jinên ciwan yên dîtir jî dikin, ku her kes cihê xwe di nava xebatan de bigirin û tevlî parastina şoreşê bibin.

Li ser vê esasê jina ciwan ya bi navê Rohilat Mislim ku cihê xwe di nava xebata perwerdê de digire, ji ajansa me re axivî û girîngiya xebata perwerde di qada şoreşê de nirxand;

 Armanca Kongra-Star ya sereke xwe gihandina azadiya tevahî jinan e;

“Navê min Rohilat Mislim, ez cihê xwe di berdevkiya komîteya perwerdê ya Kongra-Star de digirim. Em hem wekî ciwan û hem jî weke jin cihê xwe di vê xebatê de digirin. Li her derê şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê hatî naskirin. Li ser vê bingehê jinên ku di Rojava de dimînin û cihê xwe di nava xebatên me de digirin, wekî lingekî esasî cihê xwe di nava vê şoreşê de jî girtin. Jinê cihê xwe di qadên leşkerî, siyasî, çandî û civakî de û hemû qadên din de jî girt, bi her xebatê jinê cihê xwe di nava vê şoreşê de girtiye. Sîstema Kongra-Star weke komkirina hemû xebatên jin û rêxistinkirina wê ye, yanê hemû xebatên jinê ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin di bin sîwana Kongra-Star de ye. Kongra-Star xebatê xwe li ser komîteyan dide avakirin, komîteyên wê jî yên cur bi cu hene, ji wan komîteyan em dikarin bêjin mînaka wê weke komîteya Perwerdê, Edaletê, Aborî, Parastin û her wiha di nava wê de jî beşek girêdayî jinên ciwane. Kongra-Star xwe li ser vê esasî dide avakirin û rêxistin kirin. Armanca Kongra-Star ya sereke xwe gihandina azadiya tevahî jinane. Di nava xebatên Kongra-Star de jinên bi temen mezin jî hene û yên bi temen ciwan jî hene, yanê her kes dikare di nava Kongra-Star de xwe perwerde û birêxistin bike. Heman demê de jinên ji netewên cuda jî cihê xwe di nava Kongra-Star de digirin.”

Jinên ciwan ji piştî şoreşê heya niha bi awayekî çalak cihê xwe di her qadê de digirin;

“Dema em dibêjin Jin, ciwan û zarok, bê guman ev lingên esasî ne di nava civakê de. Li ser vê esasî jî di nava civakê de jî bi roleke girîng radibin, ji ber ku bi erka pêşengtiyê radibin. Li ser vê bingehê em dikarin ji bo jinên ciwan bibêjin ji piştî şoreşê heya niha di nava tevahî qadan de bi awayekî aktîv û çalak, cihê xwe di nava hemû kar û xebatan de digirin. Şoreşa Rojava bi xwe re ji bo tevahî ciwan û jinên ciwan derfetên nû dan avakirin, derfetek ku karbin serê xwe ji bin desthildarî û sîstema kapîtalîst ve derbixin. Bi vê awayî jî hemû ciwan û jinên ciwan ji bo civaka xwe bi rola pêşengtiyê radibin.”

Divê hemû ciwan û jinên ciwan xwe perwerde bikin;

“Ji bo van hemû tiştên me anîne ser ziman jî herî dawî em dixwazin bêjin, bangawaziya me ji bo tevahî jinan û ciwanan ewe ku, ew jî tevlî vê rêxistinê bibin û cihê xwe hîn zêdetir bi awayekî çalak tê de bigirin, hemû tevlî kar û xebat bibin. Her wiha wekî kesayet xwe perwerde bikin û xwe bi pêşbixînin, aliyên xwe yên fikirî perwerde bikin. Ji bo vê jî em dibêjin pêwîste li hember van hemû siyaset û tiştên ku bi serê me tên em serî hilbidin. Ji ber ku wê heya rojê dawiyê jî her û her êrîş ser serê me hebin.”

Perwerde ji av, nan û hewayê zêdetir ji me re girînge;

“Di dawiyê de ji bo ku em serî li hember van binpêkirinan hildin, pêwîste em xwe herî zêde perwerde bikin, ya herî girîng jî aliyên me yên fikirîne. Ji ber ku hertim rêberê me jî û hemû pêşengên me jî dibêjin perwerde ji av, nan û hewayê zêdetir ji me re pêwîste. Her wiha gotina Rêber Abdullah Ocalan jî heye dibêje “PERWERDE, PERWERDE, PERWERDE”, yanê sê caran du hev dibêje perwerde. Ger dema em bikevin kûraniya perwerdeyê, emê bibînin ku bingeha wê ji xwe parastin, hezkirin û xwedî kirinê tê. Ji bo vê jî divê em hîn zêdetir bal bikşînin serxwe perwerde kirinê di nava modernîteya netewa demoqratîk de, ji bo ku em bigihêjin, civakekî exlqaî û polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Atînayê TCŞ û ciwanên Enternasyonalîst li dijî dagirkeriyê meşiyan

Nivîsa Pêş

PKK’Ê BI ROLEKE JIYANÎ RABÛ

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK’Ê BI ROLEKE JIYANÎ RABÛ

PKK'Ê BI ROLEKE JIYANÎ RABÛ

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê ji bo seferberiyê stand vekirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê ji bo seferberiyê stand vekirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.