Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK: Ev şer şerê azadiyê yê kurdan e

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK: Em weke tevger li dijî dewleta Tirk a dagirker şerekî mezin dimeşînin. Ev şer ne tenê şerê azadiyê yê Kurdan e, di heman demê de berxwedana gelên herêmê ya ji bo azadî û aştiyê ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/04/2022 - 16:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrişên dagirker ên dewleta Tirk û aloziya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di pêvajoya ku wê dewleta Iraqê bi gelê Êzidî re diyalogê deyne, divê çek û şîddetê li holê rake û diyalogê ji xwe re bike esas.”

Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst di 17’ê Nîsana 2022’an de di şerê qirkirinê yê li dijî gelê me de dest bi pêvajoyeke nû ya êrişê kir. Vê desthilatdariya faşîst tevî sûcên xwe yên dîrokî dor lê teng bûye, aboriya wê ji ber ku ji bo şerê li dijî Kurdan tê xerckirin, bi diziyê tê rêvebirin, şefê faşîst Erdogan ketiye nav hewldana guherandina rojevê. Temenê vê rejîma faşîst ewqasî kin bûye ku bi van hewldanan nayê dirêjkirin. Ji ber vê kom û malbatên wekî KDP’ê bi kar tîne, dixwaze axa xwe berfireh bike, destkeftiyên gelê me tune bike û tu tiştekî Kurdistanî nehêle.

Bi vî awayî êrişên rejîma faşîst didome, berxwedana gerîlayên azadiyê gelek hesaban xerab dike. Heke ev êrişên rejîma TC’ya faşîst wekî dijminatiya PKK’ê were binavkirin tê wateya ku ji dîrokê tiştek nehatiye fêmkirin û ev tişt derdikeve holê ku şirîkê van hesaban in. Dewleta Tirk di warê dîrokî de dijminê Kurdan e.

DIXWAZIN XEYALÊN XWE YÊN OSMANIYAN PÊK BÎNIN

Dewleta Tirk a faşîst di demên dawîn de êrişî gelê me yê Şengal û Êzidî dike. Gelê me yê Êzidî hê nû ji nav êrişên qirkirinê derketine. Bi hezaran jin û zarok bi fermana 73’an hatine dîlgirtin û aqûbeta wan ne diyar e. Piştî berxwedana civaka Êzidî ya ku DAÎŞ têk bir, ji bo ku careke din qirkirin û ferman pêk neyê, wan xwestine tevdîran çêbikin. Ji ber vê li ser federalîzmê sekinî ya ku ruhê makeqanûna Iraqê ye û modela rêveberiya xweser ava kirine. Vê hewldana gelê me yê Êzidî herî zêde KDP a ku Şengal teslîmî DAÎŞ’ê kiriye û dewleta Tirk a ku berpirsê DAÎŞ’ê ye aciz kiriye. Gelê Êzidî di vî pêvajoyê de tevî Iraqê xwestiye diyalogê çêbike.

Ev çend roj in di çapemeniyê de jî tê dîtin ku di navbera artêşa Iraqê û gelê Êzidî de alozî heye. Dema ku êrişên DAÎŞ’ê dest pê kir, me mudaxeleyî fermana 73’an kir. Me civaka Êzidî li hemberî van êrişan parast. Piştre hêzên parastina Êzidiyan YBŞ, YJŞ û Asayîş di serî de, bi piştgirî û alîkariya dewleta Iraqê li herêma Şengalê heta asteke girîng êrişên DAÎŞ’ê hatin şikandin. Civaka me yê Êzidî di vê pêvajoyê de li Şengalê xwerêveberiya xwe ava kirin. Di vê pêvajoyê de ji bo ku pêşiya êrişên li ser gelên Iraqê ya ji ser Şengalê were girtin, ev tişt hate kirin. Hêza parastina Êzidiyan a li Şengalê ji bo Iraqê ne problem e, çareserî ye.

Tê fêmkirin ku di serdemeke wiha de ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başurê Kurdistan û Iraqê zêde bûne, planek heye ku dewleta Iraqê û Êzidiyan bi hev re rû bi rû bihêlin. Gelê Êzidî gelekî ku rastî qirkirinê hatiye. Divê Iraq bi hestiyartir û bi berpirsyarî nêzî Êzidiyan û vîna wan a siyasî bibe. Heta van demen dawî hêzên ku çek li hember Êzidiyan bikaranîn çeteyên DAIŞ, PDK û Tirkiye bû. Ji aliyê din ve divê dewleta Iraqê di pêvajoya diyalogê ya ku wê bi gelê Êzidî re pêk bîne de çek û tundiyê dûr bixe û diyalogê esasê bigire. Peymanên li dijî vîna Êzidiyan, lêkirina dîwarê Tirkan, bêhurmetiya li nirxên gel pirsgirêkan çareser nake. Bi wesayitên leşkerî çûna li ser gelê Êzidî û zarokên wan, ne diyalogê wê pevçûnê bi xwe re bîne holê. Divê ne gelê Êzidî û ne jî dewleta Iraqê bigihêje merheleyek wiha. Her wiha divê rêveberiya xweseriya Şengalê jî projeyên xwe yên çareseriyê bi hikûmet û rêveberiya Iraqê re parve bike û bi diyalogê çareser bike. Di vê mijarê de em dixwazin diyar bikin ku weke Tevgera Azadî ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoyên avaker ên demokratîk.

Em weke tevger li dijî dewleta Tirk a dagirker şerekî mezin dimeşînin. Ev şer ne tenê şerê azadiyê yê Kurdan e, di heman demê de berxwedana gelên herêmê ya ji bo azadî û aştiyê ye. Wê projeya Neo-Osmaniyan a dewleta Tirk li dîwarên gerîlayên Kurdistanê bikeve û parçe parçe bibe. Tevgera me wê van hesaban parçe bike, ji bo azadiya gelên li herêmê, ji bo îstîkrar û aramiyê wê li ber xwe bide. Em bang li civaka Iraqê û dewleta Tirk dikin ku bila xetereya planên dagirkeran fêm bikin û li hemberî van planman dengê xwe bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Tîmên gerîlla yên bitevger dîsa lê xist: 15 dagirker hatin cezakirin, 2 Skorsky hatin derbkirin

Nivîsa Pêş

Deriyekî de girtin dê deriyê din de berdin – 9 qatîlên malbata Şenyaşar qaşo hatin binçav kirin!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Deriyekî de girtin dê deriyê din de berdin – 9 qatîlên malbata Şenyaşar qaşo hatin binçav kirin!

Deriyekî de girtin dê deriyê din de berdin - 9 qatîlên malbata Şenyaşar qaşo hatin binçav kirin!

Li Misirê kovara bi navê KURDISTAN

Li Misirê kovara bi navê KURDISTAN

Manşet

  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Polîtikkirina Hestan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Heta Ku Destketiyên Me Werin Misogerkirin Divê Çalakî Berdewam Bikin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.