Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Jİ ROJNİVÎSA ŞEHÎD AVÊSTA HARUN

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/04/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Jİ ROJNİVÎSA ŞEHÎD AVÊSTA HARUN
ParvekeTweet

Kod Adı: Avesta Harun Fırat
Adı Soyadı: Filiz Şaybak
Doğum Yeri: Van
Anne – Baba Adı: Haliye – Muhiyettin
Şahadet Tarihi ve Yeri: 12 Eylül 2014 / G.Kurdistan-Maxmur

Girê Naqîp

Hê em negihiştine cihê ku me berê xwe dayê. Em ê li girê Naqîp xwarina xwe bixwin û biçin Gostê. Hevalên li vir, Gostêya ku niha li beramberî me ye bi me didin nasîn. Dema min lê mêze kir, pir nêz dihat ji min re. Weke ku hema ez destê xwe dirêjî bikim, ez ê bigrim.

Di min de jî lezbûnek pir cûda destpê kiriye. Nizanim dibe, ji ber daxwaza hema gihandina wir û tevlê şer bûyînê be. Hevala Sozdar Dêrik jî bi hevalê Rêbaz ê ku berê nas dikê re ketiye nava nîqaşake germ. Ev her du heval hê li malê hevdû nas kirine. Çiqa hestek xweşe! Dema mirov nasên xwe li serê van çiyayên bedew bibîne û bibin rêwiyên heman riyê. Bi rastî jî hestek pir watedar e.

Dema min rê girt berbi gostê ve qet newestiyam. Gelo ev kelecana dîtina hevalane, an jî kelecana hema ketina nava şer û pêkanîna erkên demê ye?! Ez jî nizanim… Bawerim kelecana herdûyane…

Hevala Sozdar a ku em bi hev re rê digrin berbi Gostê ve pir diweste. Divê ez li benda wê bimînim. Carnan ji bo bikaribim alîkariya wê bikim ku zû bimeşe, gozên ji daran ketî kom dikim û didim wê. Ev ji bo meşa heval Sozdar dibû wek alîkariyek biçûk. Ew jî sêv dida min. Bi vî awayî hêdî hêdî em dighên wargeha hevalan.

Ji Gostê re “Kore mizgefta” tê gotin. Xwedî evraziyek pir zûha ye, lê zîrveya wê têra xwe bilinde. Mirov kevirekî ku xwe pê biparêze jî nabîne. Ez jî carnan kontrol dikim ka gelo cihekî ku mirov tê de şer bike, heye an na. Lê mixabin, cihek wisa ye ku di evraziya wê de yek dar jî nîne. Di tevgerek herî biçûk de jî, dibe ku cihê te deşifre bibe. Cihek pir zêde parastî nîne. Her wiha hewayê gir pir sare, bayê wê kêreke ku şopan di rûyê mirovan de dihêle, dianî bîra min. Çiqa hewayek wê yê dijwar heye!

Dema em gihan zîrvê, dîmeneke wisa derdiket pêşberî me ku, te digo qey cîhan hemî di bin lingê te de ye. Ev hestek pir xweş ava dike di mirovan de. Mîna hestên azadiyê…

Rojên me yên bê çayî

Îro di seatên sibê de heval Sozdar taşte amade kir û em şiyar kirin. Me ji milekî de bi bêrîkirina hevalên ku pir dûrî me nin, ji milek din de jî bi hêviya dîtina hevalên ku nêzî me nin ve dest bi roja xwe kir. Di vê navberê de zorbûnên nevexwarina çay jî destpê kirin. Bi ruxmê ku di jiyana me ya gerîla de rojên me yên herî bi wate û xweş rûniştina komeke hevalan li derdora agir û çayeke germ vexwarine, lê mixabin li şemzînan ne tenê kombûna li derdora agir, em nikarin çayekê jî ji xwe re çêkin. Her wiha dema tu ji erkeke pir dûr dizivirî, bi gotina hevalên te” Qewet be, tu yê çayek vexwî” re tevahî westandina ku xwe li bedena te bêçayî diçe ji bîra te û huzûrek mezin belavî canê te dibe. Lê, dema gotin li vir çay çêkirin qedexeye, min wisa hîs kir ku ezê tevahî kêliyên xwe winda bikim. Ji xwe di Gostê de darek jî nîne, me ji xwe re go, tiş nabe heliz heye, emê bi helizan çaya xwe çêkin… Lê mixabin ew jî nabe, ji ber balafirên keşfê hene û dûkêla helizan pire, ji ber wê me dev ji çay çêkirinê berda.

Bîranîn û parvekirinên me yên bi çay re tên bîra min, her dem piştî meşa dirêj, dema gerîla navber didiyê û çaydanê reş ji çantê xwe derdixe, çay dikelîne, wê demê tama wê çayê hêjayî tevahî zehmetî û westandinane. Her wiha meşa di bin barana Nîsanê de jî pir cûda ye. Bi ruxmê ku tevahî bedena me şil dike, lê bê ku em guhê xwe bidin vê şilahiyê, em agirê xwe pêdixin û çaya xwe didin ser û bedena xwe ya şilbûyî bi vexwarina qedehek çay re germ dikin. Ji xwe tişta ku naxwazim ji bîr bikim jî ev çanda me ya gerîla ye. Bi taybet jî piştî wezîfeyeke zor, dema tu nêzî noqtê dibî, beriya her tiştî mirov bêhn û tama çay digre. Tama wê çayê, tama çaya qaçaxan tîne bîra min. Ango mîna me, mîna hezkirinên me, bêhna çaya qaçaxa girtin pir cûda ye. Çawa ku di çiyayên me de wek qaçaxek jiyan kirin hestek pir cûda ye, tama wê çaya qaçaxiyê jî pir cûda ye. Dîsa jî bi ruxmê tevahî şert û mercan, gerîla û çay qet ji hevdû nayên cuda kirin…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Koçer Hisên: Ji bo ku em bigihêjin heqîqeta xwe em Rêber Apo bixwînin

Nivîsa Pêş

DAGİRKERİYA DEWLETA RÛSYA Lİ SER ÛKRANYA

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
DAGİRKERİYA DEWLETA RÛSYA Lİ SER ÛKRANYA

DAGİRKERİYA DEWLETA RÛSYA Lİ SER ÛKRANYA

Ciwanên Welatparêz li Geverê ji bo 4’ê Nîsanê şahî pêk anî

Ciwanên Welatparêz li Geverê ji bo 4'ê Nîsanê şahî pêk anî

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.