Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo me û tevahî gelê azadîxwaz ve dibe pusulaya azadiyê

Edîtor: Nucan Serdoz
04/04/2022 - 13:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
YPJ: Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo me û tevahî gelê azadîxwaz ve dibe pusulaya azadiyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya salvegera 9’an a damezirandina xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanek da.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em 4’ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ’ê li rêber Apo, li hemû şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, li hemû jinên têkoşer û hemû azadîxwazan pîroz dikin. Em hêzên YPJ’ê şehîdên ku bi canê xwe şoreş avakirin û bûne remza artêşa YPJ’ê weke hevrê Silava, Bêrîvan, Jinda, Warşîn, Rêvan, Arîn, Avesta û Sosin bi bîr tînin. Heman demê de hevrêyên me yên enternasyonal ku bi dil û can felsefeya rêber Apo a azadiyê hembêz kirin û ji bo jina azad, şoreşa Rojava canê xwe feda kirin hevrê, Anna Campbell, İvana Hoffman, Ceren Guneş, Zilan Ereb, Sarya Ozgur û dîsa hevalên me yên jin ku di çeperên berxwedanê de dîl ketin deste çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî, bi bîr tînin. Em vê roja ku têkoşîna YPJ’ê gihaşte sala xwe ya 9’emîn li wan jî pîroz dikin. Û dibêjin ku têkoşîna me bi keda wan hate roja îro. Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pêla jiyana nû a azad e.

YPJ’ê ji gavên xwe rêxistinkirin, pêşengî kirin û heya artêşbûnê perspektîfa azadiyê ji rêber Apo girt û ji bo artêşbûna jin a herêmê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku axa xwe û nasnameya jina azad bi hêza xwe ya cewherî diparêze. Derketin û artêşbûna YPJ’ê ji bo hemû jin û gelê herêmê bû hêviya paşeroja azad. Hêzên YPJ’ê di hemû qadên têkoşînê de ji bo azadiyê şer kirin, têkoşiyan û bêhempa li ber xwedan. Keda ku bi salan YPJ’ê di Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de raber kir ji bo hemû jin û gelê herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviya serkeftinê. YPJ’ê li ser vê bingehê  9 sal in bi paradigmaya demokratik, ekolojîk û azadîxwaziya jin û bi bîrdoziya rizgariya jin û netewa demokratik şoreşa xwe mezin dike. Hêza xwe ya parastinê xurt dike û di çarçoveya parastina rewa de şoreşa xwe diparêze.

Bê guman roja artêşbûna YPJ’ê a 4’ê Nîsanê jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e ku di roja ji dayîkbûna Rêber Apo de hatiye ragihandin. Rojbûna Rêber Apo ji bo lêgerînvanên azadiyê roja nasname, çand, hebûn û heqîqetê ye ku îro fikr û ramanên Rêber Apo dibe pusulaya azadiyê û di serî de weke YPJ ji bo me û ji bo hemû kesên azadîxwaz felsefeya azadiyê weke navnîşana meşa xwe dibînin.

Şoreşa me ya ku bi têkoşîn û berxwedanên destanî xwe gihande îro wê bi heman rihê bidome, em ê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin, şoreşa xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê banga me ew e ku ji bo xurtkirina şoreşa Rojava ku hemû jinên cîhanê tê de hebûna xwe dibînin were mezinkirin, ji Rojava re statu were dayîn û xeleka azadiyê berfireh.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Emê cîhaneke bêyî Ocalan jî bi ser we ve birûxînin – Gelê Kurd ber bi Amarayê ve meşiyan

Nivîsa Pêş

“Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye”

"Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye"

Polîsên faşîst li hember pîrozkirina Rojbûna Rêber Apo astengiyan derdixin

Polîsên faşîst li hember pîrozkirina Rojbûna Rêber Apo astengiyan derdixin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.