Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Girtiyên nexwaş nayên berdan – Dewleta faşîst dixwaze bikuje

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/03/2022 - 13:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Girtiyên nexwaş nayên berdan – Dewleta faşîst dixwaze bikuje
ParvekeTweet

ÊLIH – Gurçikên yek ji girtiyên nexweş Firat Nebîoglu ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dimîne êdî li ber têkçûnê ne. Hem Nebîoglu û hem jî malbata wî li benda rapora ATK’ê ne. Ji Malbata Nebîoglu cenazeyên di demên dawî de ji girtîgehan derketin bi bîr xist û gotin ku ew naxwazin darbestên xizmên wan ji girtîgehan derkevin.

Bi hinceta ku beşdarî çalakiyên civakî yên bajêr bûye, derheqê Firat Nebîoglu (24) de doz hatibû vekirin û di cotmeha sala 2015’an de 11 sal û 7 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn. Di dema girtinê de Nebîoglu li girtîgehên Êlih, Gumuşhane û Xarpêtê de ma. Herî dawî jî Nebîoglu li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hat veguhestin. Nebîoglu, ev nêzî salek û nîv e li vê derê tê ragirtin. Gurçikên Nebîoglu êdî li ber îflasbûnê ne û Nebîoglu ne baş dibîne û ne jî baş dibihîze. Ji ber van pirsgirêkên tenduristiyê, sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû kirin lê ATK’ê di 16’ê mijdara sala 2021’an de ji bo Nebîoglu got; “Dikare di girtîgehê de bimîne.”

LI BENDA RAPORA NÛ YA ATK’Ê NE

Rewşa Nebîoglu piştî rapora ATK’ê hîn girantir bû. Bi giranbûna rewşa tenduristiyê re Nebîoglu di 7’ê adara îsal de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Bijîşkan diyar kir ku hindik ma ye ku Nebîoglu ji her du gurçikên xwe bibe û rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” amade kirin. Bi şandina raporê re jî girtîgehê di 14’ê adarê de Nebîoglu şandin ATK’a Stenbolê. Bi xelasbûna kar û barên li ATK’ê, Nebîoglu dîsa şandin heman girtîgehê.

‘DIVÊ LI DERVE WERE DERMANKIRIN’

Hem Nebîoglu û hem jî malbata wî niha li benda rapora ATK’ê ne. Ji pismamên Nebîoglu, Emîn Şahîn derheqê rewşa wî de axivî. Şahîn, diyar kir ku ji ber xemsariyên heyî rewşa pismamê wî girantir bûye û wiha got: “Heke gurçikên wî îflas bikin dê ji neçarî girêdayî diyalîzê be. Jixwe nexweşên diyalîzê gelek najîn. Ji bo ku pismamê min li derve bê dermankirin, me serî li gelek cihan da. Lê tu bersiveke erênî nehat dayîn. Beriya ku bikeve zindanê baş nedidît û baş nedibihîst. Lê bi ketina girtîgehê re ev her du pirsgirêk jî girantir bûn. 6 meh berê bi covîd-19’ê ket. Gelek giran derbas kir. Ji mirinê filitî. Xwedê negire heke careke din pê bikeve, dibe ku nekare rake. Qelsbûna gurçikan, nexweşiyeke giran e. Divê li derve bê dermankirin. Me ji bo vê gelek caran serlêdan kirin lê êdî gurçikên wî li ber têkçûnê ne. Heke li derve be, qet nebe ji bo neqla gurçikan dê bizaveke me hebe. Lê di şertên heyî de dev ji tedawiyê berde, dibe ku darbesta wî ji girtîgehê derkeve.”

‘BILA CENAZEYÊ WÎ JI GIRTÎGEHÊ DERNEKEVE’

Şahîn, cenazeyên di demên dawî de ji girtîgehan derdikevin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Pismamê min 24 salî ye. Di nava hefteyekê de 4 cenaze ji girtîgehan derketin. Ji van du jê nûciwan bûn. Em naxwazin cenazeyê pismamê min jî derkeve. Bila êdî dawiyekî li vê zilmê bînin. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG ê ji bo hefteya lehengiyê çalakiyek li dar xist: Dagirkerek mir, Çeperek hat ruxandin

Nivîsa Pêş

Coşa rojbûna Rêber Apo didome – Hezaran fîdan hatin belav kirin!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Coşa rojbûna Rêber Apo didome – Hezaran fîdan hatin belav kirin!

Coşa rojbûna Rêber Apo didome - Hezaran fîdan hatin belav kirin!

Parêzeran serî li CPT da; Divê bi lezgînî serdana Îmraliyê bê kirin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kir

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.