Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PKK: Bawer Botan ê ku di şoreşa azadiya Kurdistanê de bi salan gerîlatiyê kiriye, ji ber nexweşiyê li Rojava şehîd bû

"Ji malbata heval Bawer ya hêja û ji dorhêlên ku di ber pêşxistina wêje û hunera şoreşê de ked didin re sersaxiyê dixwazin. Emê teqez xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, şoreşê diyariyê tevahiya şehîdên nemir û mirovahiya pêşketî bikin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/02/2022 - 15:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK: Bawer Botan ê ku di şoreşa azadiya Kurdistanê de bi salan gerîlatiyê kiriye, ji ber nexweşiyê li Rojava şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê diyar kir Bawer Botan ê ku di şoreşa azadiya Kurdistanê de bi salan gerîlatiyê kiriye û herî dawîn di nav xebatên Tev-Çand’ê de cig digirt, ji ber nexweşiyê li Rojava şehîd bû.

Daxuyaniya Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê wisa ye “Şêwazê pêkhatina PKK’ê insaneke/î kamil, ji aliyê rih, hest û hizir ve dagirtî teqez dike. Bi qasî ku bikaribe li hember dagirkerî, faşîzmê şer bike, li ber xwe bide pêwist e bikaribe huner, wêje, muzîka şoreşê û bi giştî jiyanê jî hilberîne. Dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê di heman demê de dîroka gihandina kesayetên wiha ye. Hevalê me Bawer Botan (Ehmed Tahir Yeşîl) ji van kesayetan e ku bi şer, jiyan û hunera xwe ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re gelek têkarî kirine. Hevalê Bawer Botan yê di xebatên Tev-Çand’ê de cih digirt di 5’ê Mijdara 2021’an de di encama nexweşiyê de li Rojava gihişt şehadetê. Şehadeta heval Bawer Botan ji bo Partiya me, gelê me yê welatparêz û me hevalên wî windahiyeke cih lê nayê dagirtin e. Em heval Bawer û di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, soza girêdayîn û serxistina armancên wan yên Kurdistaneke azad nû dikin.

Heval Bawer Botan di sala 1975´an de li Sêrtê, li navçeya Dihê çavên xwe li jiyanê vedike. Li quntarên Gabarê bi çanda Botanê ya resen mezin dibe. Bi bilindahîya çiyayên Gabar û Herekolê giyana xwe dixemilîne û xweşikbûnên wan di xwe de tomar dike. Hê di zarokatiya xwe de bi rastiya dijmin, bi mezinahiya têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi xweşikiya fikrên Rêber Apo re nasîna wî çêdibe. Rihê fermandar Egîd li her kêliya jiyanê bandor dike. Heval Bawer yê ku di vê navengê de mezin dibe, dema digihêje temenekî ciwan dikeve ser rêya Egîdan. Di sala 1990´î de di temenekî pir ciwan de bi wêrekî û biryardariyeke mezin di nav refên tevgera azadiya Kurdistanê de cih digire. Piştî demekê ji hêla dewleta dagirker ya Tirk ve dîl tê girtin.

Pêvajoya zîndanê rihê berxwedêr yê bi heval Bawer re kûr bûye lawaz nake. Berovajî vê pêvajoyê vediguherîne firsenda fêrbûyîna rastiya Rêber Apo, rastiya Kurdistanê û qirkeriya dijmin. Di warê fikrî de pêşketinên mezin dijî. Rihê xwe bi hestên welatparêziyeke rast, rêhevaltiyeke kûr û milîtantiyeke xurt xwedî dike. Dîlgirtina xwe ji her hêlê ve dike bingehê pêşketinê, mezinkirina hêrsa li hemberî dijmin. Zîndanê weke qadeke perwerdeyê dinirxîne û xwe di pîvanên milîtantiya Apoyî de dikemilîne. Dema ji zîndanê derdikeve bêrawestan berê xwe dide bilindahiya çiyayan. Salên dirêj mîna derwêşekî bi felsefeya Rêber Apo li qadên weke Botan, Zap, Xinêrê, Garê û giştî Zagrosan gerîlatiyeke bi serkeftî pêk tîne. Weke gerîlayekî azadiya Kurdistanê bi çeka xwe li hember dagirkeriyê, bi wêje û hunera pêş dixe jî li hember qirkirin û mêtingeriyê şerekî mezin dide. Li ser esasên rêgezên milîtantiya fedayî ya Apoyî di ber her karî de kedê dide.

Serpêhatiya heval Bawer bi gelek serkeftinan dagirtî ye. Bala wî ya li ser hunerê dihêle ku li her derê bibe xwedî berhem. Ji muzîkê heta wêje û sînemayê berhemdariyeke xurt raber dike. Pê qayîl bû ku bi rêya hunerê mirov dikare gavên mezin di şoreşê de pêkbîne. Xisleta hunerê ya afirîner û nûjen esas digirt. Wisa bawer dikir ku bi pêşxistina hunera şoreşê PKK wê serdemeke nû bide destpêkirin û pêşengtiya şoreşa cîhanê bike. Heval Bawer di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de nûbûyîn esas digirt. Li hember kesayeta kevneşopiyê her tim bû xwedî helwesteke xurt. Bi qasî ku di pratîka xwe de wêrek bû, di pêşxistina fikrên nû de jî xwedî cesaretekî mezin bû. Bi demê re di nav pêşbaziyekê de bû, ji lewra dem ji bo heval Bawer hêdî diherikî. Heta dawiyê girêdayî rastiya Rêber Apo bû. Rihê xwe yê ciwan timî parast, di hemû jiyana xwe de bi coş kelecaneke mezin tevlê her karî bû.

Pêşxistina wêje û hunera şoreşê lêhûrbûnên wî yên esasî diyar dikirin. Ji lewra dema hat xwestin bi xwestekekî mezin tevlê xebatan bû. Demeke dirêj di Komîteya Wêjeyê de kedeke mezin raber kir. Bû şagirteke serkeftî yê Dibistana Wêjeyê ya Şîlan Baqî. Di vî warî de bi gelek berhemên xwe têkariyeke mezin li pêşxistina wêje û hunera şoreşê kir. Gelek roman, serpêhatî, lîstik, senaryoyên ku nivîsandine hene. Di nivîsandina “Romana PKK´ê” de jî bû xwedî ked. Pirtûka duyemîn ya bi navê “Roniya Hêviyê Apo” bi baldariyeke mezin nivîsand. Her wiha bi amadekirina gelek berhemên din di pêşxistina wêje û hunera şoreşê de kedekî mezin diyariyê pêşerojê kir. Di Hilhatina Rojê De Zap, Gulekê Bidin Dayîka Min çend ji pirtûkên nivîsandine ne. Li gel vana di warê pêşxistina sînemaya Kurdî de jî xwedî hewldan bû. Herî dawiyê hem senaryoya rêzefîlmekê amade dikir hem jî bi kêşandina rêzefîlmê eleqedar bû.

Heval Bawer Botan demek bû ji ber tedaviya hin nexweşiyan li Rojava dima. Ji bo pêşxistina huner û wêjeya Şoreşa Kurdistanê gellek projeyên wî hebûn. Tevî nexweşiyê jî timî xwedî hewldan bû ku paradîgmaya Rêber Apo, Şoreşa Mirovahiya Azad ya di pêşengtiya PKK’ê de pêşdikeve baştir bide nasîn. Em ji ber şehadeta heval Bawer Botan yê ji dahatûya welat re bi berhemdariya xwe hêviyeke bilind dida xemgîniyeke mezin jiyan dikin. Em ê xemgîniya xwe veguherînin hesta pêkanîna serfiraziya têkoşîna azadiyê û bi vê zanînê bijîn. Di vî bingehî de em ji gelê xwe yê welatparêz, ji malbata heval Bawer ya hêja û ji dorhêlên ku di ber pêşxistina wêje û hunera şoreşê de ked didin re sersaxiyê dixwazin. Emê teqez xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, şoreşê diyariyê tevahiya şehîdên nemir û mirovahiya pêşketî bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Baybûrtê îşkence li ser girtiyên jin pêk tên

Nivîsa Pêş

Balafirên şer ên dewleta Tirk Barzan bombebaran kir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk qada Xantûrê bombe dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk Barzan bombebaran kir

Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Leyla Guven û 17 jinên girtî surgunê zindanên cuda kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.