Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 4 gerîlayên li Serhedê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG’ê 4 gerîlayên di sala 2017’an de li Qersê şehîd bibûn bi bîr anî û got, “Bi derbên ku li dijmin dane her carê têkneçûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ispat kirin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/02/2022 - 12:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê 4 gerîlayên li Serhedê şehîd bûbûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di sala 2017’an de li Qersê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 4 gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Di 1’ê Îlona 2017’an de artêşa Tirk a dagirker êrişî Dola Kula ya qada Çemçe ya Qersê kiribû. Di vê êrişê de hevalên me Mazlûm, Bawer, Cemîl û Andok şehîd bûne. Me hê nû nasnameya hevalên xwe yên şehîd eşkere kir. Em ê alaya berxwedanê ya ku şehîdên me teslîmî me kirine, bilindtir bikin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ser bikevin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Mazlûm Ararat

Nav û paşnav: Firat Sevînç

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Navê dê û bav: Kemaliye-Şukru

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed

 

Nasnav: Bawer Tendurek

Nav û paşnav: Îdrîs Guzel

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Nûran -Seyat

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed

 

Nasnav: Cemîl Karayazi

Nav û paşnav: Yûnûs Kamiş

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dê û bav: Hanim – Ferîdûn

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed

 

Nasnav: Andok Êriş

Nav û paşnav: Goksel Tîryakî

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav:

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed

MAZLÛM ARARAT

Hevalê me Mazlûm li bajarê Îdirê ji dayik bûye. Dewleta Tirk a dagirker li vê derê polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê bi taybetî domandiye. Ligel êrişên dijmin, gelê me her dem li ber xwe dane û çanda xwe parastiye. Hevalê me Mazlûm di temenekî biçûk de bûye şahidê vê polîtîkaya qirêj a dijmin û li hemberî vî tiştî li ber xwe daye. Di encama vê lêgerînê de wî Rêber Apo û PKK nas kiriye û bawerî pê aniye ku têkoşîna rastîn encax di nav refên PKK’ê de dikare pêk were. Hevalê me Mazlûm li ser van esasan tevlî nav refên gerîlayan bûye û di nava demeke kurt de hînî çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîlayan bûye. Hevalê me xwe li ser felsefeya Apoyî kûr kiriye û azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd ji xwe re kiriye esas. Di warê leşkerî de jî heval Mazlûm ji bo ku derbên giran li dijmin bixe wî her dem xwe bi pêş ve biriye. Ew bûye hevalekî ku hemû hevalên wî jê hez kiriye û milîtanekî Apoyî.

BAWER TENDUREK

Hevalê me Bawer li bajarê Wanê yê welatparêz ji dayik bûye û di temenekî ciwan de ketiye nav lêgerînan. Wî polîtîkaya qirêj a li hemberî gelê Kurd tu carî qebûl nekiriye û di dawiya lêgerînan de PKK û Rêber Apo nas kiriye. Wê fêm kiriye ku jiyana bi rûmet encax di nav PKK’ê de dikare pêk were û li ser vî esasî tevlî nav refên PKK’ê bûye. Heval Bawer ji bo ku li çiyayên Kurdistanê bibe gerîlayekî jîr, her dem xwe bi pêş ve biriye. Ji gava ku diavêt heta helwesta di nav jiyanê de ew bûye milîtanekî Apoyî yê mînak. Li hemberî operasyonên qirkirinê yên ku artêşa Tirk a dagirker li ser gelê me pêk aniye, wî her dem bi tarzeke pêngavî tevgeriyaye û tevlî nav gelek çalakiyan bûye. Ji ber vî aliyê xwe wî metoda herî bandor a têkoşîna li hemberî dijmin nîşanî ciwanên Kurdistanê daye.

CEMÎL KARAYAZI

Hevrêyê me li Erzeromê çêbûye, ku dijmin xasnam polîtîkaya qirkirinê li ser dike û her cure gavên qirêj lê davêje. Hevrêyê me Cemîl ku li nav malbateke welatparêz çêbûyî, weke her Kurdî polîtîkya qirker a dewleta TC’ê ji nêz dîtiye. Ji bo ku bersivê bide van polîtîkayên dijmin tim li rêyekê geriyaye. Piştî van lêgerînan Rêber Apo û PKK’ê nas dike. Têkoşîna ku partiya me PKK’ê bi rengekî bêhempa dayî ji nêz ve dîtiye û vê bandor lê kiriy. Her wiha dîtiye ku dijmin ji bo ku gelê me ji têkoşînê dûr bihêle tişta ku jê hatiye texsîr nekiriye. Ji bo ku peywir û berpirsên xwe bi cih bîne biryar li ser dide ku tevlî nav refên PKK’ê bûye. Hevrêyê me Cemîl ku sala 2014’an tevlî nav refên gerîla dibe, li eyaeta erhedê gerîlatî kiriye. Li ser îdeolojiya Apoyî xwe pêş ve biriye û bi tecrûbeyên li eyaleta Serhedê di gerîlatiyê de pir bi pêş ve çûye. Hevrêyê me Cemîl tim xwe perwerde kiriy û bûye milîtanekî pêşeng. Bi nêzîkatiya xwe ya dilnizm û jidil hemû hevrêyên wî jê re giramgir bûne.

ANDOK ÊRÎŞ

Hevrêyê me Andok li bajarê berxwedanê yê Kurdistanê Bilîsê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Dijmin her çendî li herêma Xerzanê polîtîkayên gemarî kiribe jî gelê me yê Xerzanê li têkoşîna azadiyê rawestiyaye û gelek zarên xwe yê leheng di vê rêyê de şehîd dane.  Hevrêyê me Andok ev polîtîkayên dijmin ku li ser gelê me rê ve birî ti caran qebûl nekiriye û lê geriyaye ku li dijî vê têkoşîneke karîger bide. Piştî lêgerînên xwe Rêber Apo û PKK’ê nas dike, bawerî pê tîne ku jiyana herî rast li nav PKK’ê ye û Kurd encex bi PKK’ê dikarin azad bibin. Di encama van fikiran de hevrêyê me Andok sala 2014’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Bi coşî û kelecaniyeke mezin hevrêyê me Andok zû hînî çiyayên Kurdistanê bûye û pir pêş ve çûye. Hevrêyê me piranî li Serhedê gerîlatî kriiye û bûye xwedî firazeyeke serketî. Hevrêyê me Andok ku li felsefeya Apoyî hûr bûyî, bi esasî daye ber xwe ku li pey şopa şehîan biçe. Ji ber pratîka serkeftî bûye milîtanekî serkeftî û hemû hevrêyên wî hurmet danê.

Di serî de serê malbatên hevrêyên me Mazlûm, Bawer, Cemîl, Andok ku bi têkoşîna ji bo azadiya gelê me di cihê gelê me yê Serhedê de cih girtin û bi derbên ku li dijmin dane her carê têkneçûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ispat kirin, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Serhedê û Kurdistanê sax be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Welatparêz li dijî tecrîd û komployê li ser dîwaran wêneyên Rêberê Gelan û ala PKK’ê xêz kir

Nivîsa Pêş

Nobeda edaletê di roja xwe ya 355’an de didome – “Ên ku ev êrîş kirin hatin xelatkirin”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ferît Şenyaşar: Bila tu kes qala edalet, heq û hiqûqa li Tirkiyeyê neke

Nobeda edaletê di roja xwe ya 355’an de didome – "Ên ku ev êrîş kirin hatin xelatkirin"

Li Îdirê 2 girtiyên din jî li dijî îşkenceyê dest bi grêva birçîbûnê kirin

Li Îdirê 2 girtiyên din jî li dijî îşkenceyê dest bi grêva birçîbûnê kirin

Manşet

  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.