Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berf û barana me kê dizî?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/01/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Berf û barana me kê dizî?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Seyran Meydana Nivîsand

Di van salên dawî de mijarek pir girîng hêdî hêdî lê pir bi şiklekî xeter, gef li civaka mirovahiyê dixwe. Çi ye ev gef?
Van salên dawî baran pir kêm dibare. Yan jî nabare. Ji bo çandinî-zîreatê baran divê. Hemû berhemên ku quta mirov û zindiyên din in wekî genim, nok, nîsk, fasûlî, pembo, garis, fêkî û sewze û hwd hwd. bi avê, yan jî baranê çêdibin. Dema ev berhem nebin jî civaka mirov û zindiyên din dikevin xetereyê.
Ya din berf e; berf, kêrî çi tê? Berf çavkaniyeke girîng a ava kaniyan e. Hemû kanî, çem, rûbar xwe bi ava berfê xwedî dikin. Eger ne ji Dîcle, Firat, Nîl û hwd be ava çandinî û vexwarinê ya li Rojhilata navîn ma wê ji ku were! Ne tenê ji bo herêma me, ev ji bo hemû çem û rûbarên cîhanê û pêve girêdayî ji bo hemû zîreata cîhanê bi vî şiklî ye. Mînak çemên amazonê ku jiyan didin perava Emerîka bi çemên li herêmê, çem û rûbarên Ewrûpa bi berfa çiyayên Alp û hwd. hwd. bi xwedî dibin. Ya din jî hemû bajar û navçeyên cîhanê piraniya ava vexwerinê û ava bikaranînê ji van çeman bi dest dixin. Mînak hemû welat û bajarên wan bi ava li bendavan tê komkirin xwe xwedî dikin. Ev av piraniya wê ji berfê yan jî beşa din ava baranê ye.
Dema tê gotin ‘av jiyan e (berf û baran)’ hema ne tenê ji ber ku av pêdivêyên me yên rojane dide pêşwazîkirin, ev wekî şiyareke hinde estetîk û radîkal xuya dike. Bi rastî jî av ne tenê ji bo mirov pirsgirêkeke hebûn-nebûnê ye. Ji moriyekê, kezikekê, meşeke hingivîn, fîlekî, heya bi balînayekê, ji bo jiyana hemûyan jî av divê… Em bifikirin li herêmek daristan yan jî çoltere, yan jî çi herêm dibe bila bibe ku debara xwe bi meşên hingivîn, hezar curê zîreatê dikin eger çend salan baran yan jî berf asayî nebare, şînatî û giyayê wê kêm derdikeve… Dema kêm giya, kêm gul û kulîk hebe meşên hingivîn yan piranî telef dibin yan jî pir kêm berhem didin. Em filîmê xwe hinekê din reştir bikin: em bi hesibînin li herêmeke berfireh a cîhana me çend deh salan li ser hev berf û baran nebarî yan jî ne rêk û pêk barî. Di encam de her cure kêzik û meşên hingivîn û hwd hwd qira wan tê. Dema nijadê kêzikan zeyif dibe tovê gul û kulîk û şînatiyan dimînin li şûna xwe û fêkî û gelek curên bax û bexçeyan yan dimirin yan jî pir lewaz dibin û êdî herî kêm ji bo mirov qîmeteke wan a debare namîne. Me ev resmê reş tenê wekî temsîlî ji bo çend cure zindiyan û mirov girte dest. Lê li cîhanê jiyana hemû zindiyên li xwezayê bi hev ve girêdayî ye.
Baş e çi tişt dibe sedem, tewzina ekolojik a cîhana me têk biçe?
Li gorî lêkolînên zanistî, berhemên wekî şewatekên fosîl tên bi navkirin, dema bi sedemekê tên şewitandin, (ji santralên elektrîkê yên bi komirê kar dikin bigire, di pîşesaziyê de bi encamên bi destxistina enerjiyê tên şewitandin, berhemên petrolê yên wekî benzin, mazot bi sedema dema di erebe yan jî febrîkayan de tên şewitandin) Karbondioksîta diçe ezman, ji ber ji hewayê siviktir e dimîne li qata jor a armosferê. Tebaqayekê çêdikin. ji ber vê tebaqa karbondioksît û gazên sivik ên ji ber pîşesaziyê derketine cîhana me ji ji sînorê xwe zêdetir germ dibe. Ev germahiya giştî ya global dihêle ku qeşaya cemseran pir zêde bihele, helîna qeşaya zêde ya cemseran tewzina avhewayê têk dibe û li hin cihan pir zêde baran di demeke pir kurt de dibare yan jî bi heman awayî ev germahiya global a giştî li ser çêbûna ewran rasterast bandor dike, ewrên baranê têra xwe nikarin çêbibin.
Çareserî?!!!
Çandin û parastina her curê şînatî, dar û daristanan…
ÇIMA DARISTAN, ŞÎNATÎ? Ji ber ku şînatî ji atmosferê Karbondioksîtê distîne û dike fêkî, dike dexl û dan ew jî ji bo civakê û hemû zindiyan dibe qût… nabe karasat û tufan.
Hêzên hegemon bi xwe jî; ji ber ku ev krîz li ser serê wan e jî hin kombûn li dar dixin. Di forumên dide çêkirin de jî dibeje; divê mirovahî hê kêmtir şewatekên fosîl bi kar bîne. Baş e, kî van tiştan zêde zêde bi kar tîne û kî daristanan dişewitîne?Daristanên Amazonê û bi taybet daristanên derdora ekvatorê ku wekî ‘daristanên baranê’ hatine naskirin wekî cîgerên cîhanê bi nav û deng bûne. Kartel û trostên zîraet û pîşesaziyê yên cîhanê ji bo ku ji xwe re erd vekin, febrîqe çekin van dişewitînin. Ne tenê li Emerîka li hemû cîhanê jî cîgerên cîhanê ne xema sermayedaran e. Dîsa dewleta dagirker a Tirk di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de her sal bi hezaran donim dar û daristan dişewitîne. Ne tenê li Kurdistanê hemû hêzên dagirker, şewitandina xwezayê li dijî hêzên azadîxwaz weke çek bi kar tînin.
Piraniya şewatekên fosîl (benzîn û hwd. hwd) ku hewaya cîhanê xera dikin ji aliyê dewletên G-20 ve tên bikaranîn. Hemû seyare û amûrên hatin çûnê ji aliyê şîrket, kartel û trostên dewletan ve tên çêkirin û firotin. Hemû febrîqa û kargehên li cîhanê beşek enerjiya xwe bi şewitandina şewatekên fosîl (benzîn, gaz,mazot û hwd.) bi dest dixin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK baş dizane ev pirsgirêk bi derbaskirina malbatgeriyê ve girêdayî ye

Nivîsa Pêş

Li Wanê Yekîneya Tolhildanê li dijî cihê tiryakfiroşan çalakî pêk anî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Wanê Yekîneya Tolhildanê li dijî cihê tiryakfiroşan çalakî pêk anî

Li Wanê Yekîneya Tolhildanê li dijî cihê tiryakfiroşan çalakî pêk anî

Li Enqerê faşîstan êrişê 3 ciwanên Kurd kirin – Ciwanek bi kêrê birîndar bû

Li Enqerê faşîstan êrişê 3 ciwanên Kurd kirin - Ciwanek bi kêrê birîndar bû

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.