Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPS’ê derbarê sîxur Seyfettîn Savaş de daxuyanek nivîskî da ye

Bila tu kes nekeve nav şaşiya ku qaşo PKK qels bûye. PKK ji her demê zêdetir xurt û mezin e. Kê li hemberî Tevgera Azadiyê çi kiriye, li cem me nivîsandî ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
04/12/2021 - 9:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YPS’ê derbarê sîxur Seyfettîn Savaş de daxuyanek nivîskî da ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Sivîlan derbarê sîxurê bi navê Seyfettîn Savaş ê ku li xwe mikur hatiye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MÎT’ê ji ser malbata wî ya welatparêz gef lê xwariye û bi ser de diyar kiriye ku wê pereyan bide malbata Savaş. Sîxurê bi navê Seyfettîn Savaş jî ketiye nav çalakiyên sîxurî yên ku şervanên azadiya Kurdistanê tê de şehîd bûne.

Daxuyaniya YPS’ê ya li ser sîxurê bi navê Seyfettîn Savaş wisa ye:

“MÎT û JÎTEM hin kesayetên qels ên Kurdan bi kar tîne û dibêje qey ew ê karibe dewletê rizgar bikin û Tevgera Azadiyê jî têk bibin. Vê metoda ku li ser Seyfettîn Savaş û hin kesayetên qels ên Kurd pêk tîne, wekî hev in. Tevgera Azadiyê ligel ku gelek caran ev metod deşîfre kiriye jî hinek kes dersan ji dîrokê nastînin û dikevin xefka MÎT’ê. Bi destê van kesan xwîna zarokên Kurd tê rijandin. Bi van kesan ve tê xwestin Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin. Kesên ketine nav vê îxanetê jî piştre ji aliyê zarokên Kurdan tên cezakirin.

Em bang li kesan di nav van xefqan de ne, dikin. Dijmin we bi kar tîne. Dijmin jî baş dizane kesên xêra wan ji gelê wan re tune wê xêra wan ji dijmin re jî tunebe. Dawiya dawî yan ew ê we biqedînin an jî wê hewl bidin em li we bidin. Hûn ji bo wan xetere ne û dibin barek. Ji ber ku we xwîna hevrêyên me rijandine, em ê jî neçar bimînin ku we ceza bikin. Divê ev tişt baş were zanîn çi kesên ku xwîna ciwanên Kurd rijandine û bûne sedema şehadeta gerîlayên azadiyê wê teqez were cezakirin. Ne mumkun e ku dijmin we rizgar bike. Vê bêrûmetiyê li ser malbat, zarokên xwe û gelê Kurd nedin jiyîn.Bila zarokên we  ji ber wê di nav gelê Kurd de stûxwar negerin. Enerjiya xwe bidin pûçkirina lîstikên dewleta Tirk a faşîst. Enerjiya xwe bi ya gerîlayên azadiyê bikin yek û em bi hev re li Kurdistanê dijmin têk bibin.

Dijmin ji ser malbat, tirs û qelsiyên we, we li hemberî birayên we bi kar tîne. Dahatûya gelê Kurd û azadiya wê ji tirs û zeafên we yên şexsî bi qîmettir e. Heke hûn nikarin li hemberî zextên dijmin li ber xwe bidin û îradeyê nîşan bidin, hûn dikarin ji gelê xwe û gerîlayên xwe daxwaza alîkariyê bikin. Em dikarin bi hev re van lîstikan pûç bikin. Heke MÎT pereyan bide we, li ser we û malbata we gefan bixwe jî nekevin vê rêya ku hûn ê dûre poşman bibin, ji ber ku dawiya wê diyar e. Seyfettîn Savaş û gelek kesên din ketine nav vê xeta îxanetê û piştre poşman bûne. Bila kesên wekî Seyfettîn Savaş û kesên din ji we re bibe tecrube.

Seyfettîn Savaş ji gund û malbateke welatparêz e. Gundê wan gundekî welatparêz e. Dijmin ew li hemberî Tevgera Azadiyê bi kar aniye û bûye sedema şehadeta gelek hevalên me. Niha jî ji ber vê rewşê wijdanê wî ne rihet e. Dijmin we dixe rêyeke teng û li hemberî xwîna zarokên Kurdan çend qiruşan dide we. Wê jî nade, heta dide we, ji pozê we tîne. Her cara ku hûn agahiyekê didin, tiştekî din ji we dixwazin. Hûn her carê dikevin û dijmin jî li kêfa xwe dinihêre. Dema ku her aliyê dikuje û tê kuştin jî Kurd be, dijmin dixwaze me bi destê we şehîd bixe. Lê dawiya dawîn hûn jî dimirin. Ev tişt li hesabê dijmin tê.

Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin. Xwedî zarokên xwe derkevin û nehêlin zarokên we xwîna zarokên Kurdan birijîne. Bi gerîlayan re bin û li hemberî vê metoda bê exlaqî ya dijmin em bi hev re têbikoşin. Zarokên we ji bo we ne zeafek e. Dijmin sedan sal e vê metoda bêexlaqî didomîne. Heke aboriya we ne baş be jî ev ne zeafek e. Ev ji ber polîtîkaya dijmin derketiye holê. Berpirsê hemû qetlîam û karesatên li ser gelê Kurd dewleta Tirk e. Li Kurdistanê ya ne meşrû dijmin e. Ji ber tirsa xwe van metodên qirêj bi kar tîne. Dema li hemberî gerîlayên azadiyê bi ser nakeve, îcar van rêyan diceribîne.

Bila tu kes nekeve nav şaşiya ku qaşo PKK qels bûye. PKK ji her demê zêdetir xurt û mezin e. Kê li hemberî Tevgera Azadiyê çi kiriye, li cem me nivîsandî ye. Wexta ku dema wê were wê ev kes hesap bidin. Em bang li gelê Kurd dikin ku divê li hemberî vê polîtîkaya qirêj a dijmin baldar bin. Aliyên xwe teslîmî xeta îxanetê kirine, wê bê ceza nemînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên welatparêz; ”Di sala 44. a PKK ê de Ciwan Berê Xwe Bidin Şer û Jiyana Azad”

Nivîsa Pêş

Li Başûrê Kurdistanê Hikumeta malbatî guh nade daxwazên xwandevanan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Başûrê Kurdistanê Hikumeta malbatî guh nade daxwazên xwandevanan

Li Başûrê Kurdistanê Hikumeta malbatî guh nade daxwazên xwandevanan

Malbeta şehîdan nobeta xwe di roja 61’an de li dijî xiyaneta PDK’ê didomînin

Malbeta şehîdan nobeta xwe di roja 61'an de li dijî xiyaneta PDK'ê didomînin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.