Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Gerîlaya Ereb: ‘Ji bo jiyaneke azad divê em hîn bêhtir têbikoşin’

"Felsefeya Rêbertî xwedî çarçoveyeke berfireh û kûr e. Pêkanîna paradîgmaya Rêbertî wê di jiyana civakan de guhertinên mezin bike."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
30/11/2021 - 11:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Gerîlaya Ereb: ‘Ji bo jiyaneke azad divê em hîn bêhtir têbikoşin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Amara Cûdî sala 2016’an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Di pêvajoyên destpêkê yên Şoreşa Rojava de tevgera azadiyê nas nedikir, bi demê re bihîst û bala wê kişand. Amara Cûdî got, “Di nava civaka xwe de me navê Kurd û Kurdistanê zêde nedibihîst, yan jî bi rengekî cuda ji me re qalê dikirin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi taybetî bi şerê Kobanê re kêm jî be min şervanên azadiyê nas kir. Di şerê Minbicê de jî min firsend dît ku şervanên azadiyê bibîne, nas bike. Minbic ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin, şervanên YPG û YPJ ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bigirin ketibûn nava bajêr. Min li vê derê heval nas kir.

Dema ku min heval dît, tişta ku bandoreke xurt li mirovan dikir têkiliya navbera wan bû. Bi têkiliyeke xurt a hevrêtiyê bi hev ve girêdayî bûn. Her wiha gelekî ji gel hez dikirin ku vê yekê bandor li mirovan dikir.

Ev nêzîaktî dikir ku mirov li ser bifikire. Em Ereb bûn. Lê belê tevî vê yekê jî wan cudahî nexistin navbera gelan û ji bo me şer kirin. Ez li ser vê difikirîm. Min digot, divê em jî tevlî vî şerê mafdar bibin. Wê demê min xwest tevlî bibim.

Aliyekî din ê ku bandor li min kir, hebûna şervanên jin bû. Di nava civaka me de jinan şer nedikirin, di nava civakê de cihekî xwe hebû. Şerkirina jinekê li refên herî pêş, fikrên Rêber Apo yên têkildarî jinê û artêşbûna jinê kir ku li ser bifikirim. Vê yekê daxwaza min a ji bo tevlîbûnê xurtir kir. Min digot, weke jineke Ereb ez jî dikarim şer bikim.”

Amara Cûdî ragihand ku têkiliyên hevrêtiyê yên navbera şervanên YPG û YPJ’ê, sekna wan a li pêşberî jiyanê gelekî bandor li wê kir û got, “Wê demê min çiya gelekî meraq dikir. Min digot, gelo jiyan li çiyê çawa ye, divê biçim li wir bijîm. Piştî ku tevlî bûm bi demekê çûm çiyê, min dît ku jiyan li çiyê ji tunebûnê tê afirandin. Her tişt di destê te de ye, berhemên dil û mejiyê te ne. Jiyan bi kedê tê avakirin. Bêguman zor û zehmetiyên wê hebûn, lê belê li pêşberî nirxên ku têne afirandin zor û zehmetî ne tiştek bûn.

Van hemûyan bandor li min dikir. Difikirîm; Rêbertî demeke ewqasî dirêj li êşkencexaneya Îmraliyê tê girtin, tevî vê yekê jî aliyên xwe yên fikrî û felsefîk çawa bi pêş dixîne.

Felsefeya Rêbertî xwedî çarçoveyeke berfireh û kûr e. Pêkanîna paradîgmaya Rêbertî wê di jiyana civakan de guhertinên mezin bike. Ev yek bûyereke dîrokî ye. Sîstema kapîtalîst ji bo pêşî li paradîgmaya Rêbertî bigire serî li her rê û rêbazê dide. Sîstem çiqasî hewl bide pêşî lê bigire jî divê em felsefeya Rêbertî hîn bêhtir bigihînin gelan û rêxistiniyê xurt bikin.”

Gerîla Amara h erî dawî bang li ciwanan kir, “Bi taybetî dixwazim bang li ciwanên Ereb bikim; divê bên û tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Dewleta Tirk ne tenê zext û zordariyê li gelê Kurd dike, heman zextê û êrişan li dijî gelên Rojhilata Navîn dike. Ereban, Çerkesan, Suryaniyan li dijî xwe weke gefekê dibîne. Divê em pêşî li van êrişên dijminane yên dewleta Tirk a faşîst bigirin. Divê ciwan vê bibînin û hîn bi xurtî tevlî bibin. Divê em berê xwe bidin xwezaya xwe, berê xwe bidin çiyayan. Eger em bi rastî jî ji welat û gelê xwe hez dikin, eger em dixwazin li welatê xwe bi rengekî azad, wekhev û bi rûmet bijîn, divê em ji bo vê şer bikin, hîn bêhtir têbikoşin.”

ÇAVKANÎ: ANF

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Zarokên Agir bi hêrsa hezar salan ve dişewitînin

Nivîsa Pêş

Dayîka Emîne doz û gefên we natirse – Dîsa ji bo îfadê gazî kirinê!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayîka Emînê ji bo edaletê nobeda xwe berdewam dike

Dayîka Emîne doz û gefên we natirse - Dîsa ji bo îfadê gazî kirinê!

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.