Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: PKK a ku hêza xwe ji cewhera gelên mazlûm distîne, bi îradeya xwe ya serbixwe bûye parêzvanê azadî, demokrasî û edaletê

"Avakirina PKK’ê tê wateya îlankirina welatekî ku navê wê hatiye qedexekirin, tune tê hesibandin, dixwaze jibîrkirin û di heman demê de biryara berxwedana neteweyî ye."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/11/2021 - 10:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK: ‘Dijminê Kurdan dixwaze hebûna Kurdên azad tune bike!’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya NPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Fêmkirina rastiya PKK’ê ya ku partiyeke şehîdan e, bi fêmkirina rastiya şehîdan re mumkun e. Ji şehîdê me yên pêşîn ê mezin Hakî Karer heta şehîdên me yên qehreman ên Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê Cûmalî, Rêber, Botan, Serhat, Hêjar, Zinarîn, Çavrê, Sarya, Şerzan, Bawer û di şexsê hevrê Şoreş ê ku di berxwedana Garê de bû stêrk, em hemû şehîdên hêja Doza Azadiya K urdistanê bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Meha Mijdarê ya ku partiya me hatiye avakirin, meheke wisa ye ku berxwedan lê geş bûye. Di vê mehê de di şexsê hevalên me yên şehîd Delal Amed, Reşîd Serdar, Şîlan Kobanê, Yilmaz Dêrsim, Akîf Xizir, Azê Malazgîrt, Kerîm Şirnex û Hakî Riha de, hemû şehîdên meha Mijdarê bi bîr tînin.  Peywira me ya sereke ev e ku em doza azadiyê ya şehîdên xwe yên hêja bigihînin serfiraziyê, têkoşîna azadiyê ya gelê me û ya hemû gelan bigihînin serkeftinê.

Avakirina PKK’ê tê wateya îlankirina welatekî ku navê wê hatiye qedexekirin, tune tê hesibandin, dixwaze jibîrkirin û di heman demê de biryara berxwedana neteweyî ye. Avakirina partiya me tê wateya ku gelê Kurd ê ku heqaret li hemû nirxên wê tê kirin, biçûk tê xistin, ji dîroka xwe tê dûrxistin, bîra wê tê valakirin, cesareta wê hatiye şikandin, bêyî siyaset û parastin maye û gelê Kurd ê li ber sikratê bi cesareteke mezin, rêxistinî û biryardariyê veguherîne jiyaneke azad.

Avakirina PKK’ê ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên herêmê yên ku dilê wan bi têkoşîna me re ye û ji bo hemû aliyên bindest bûye çirûska hêviyê. Têkoşîna azadî, demokratî û sosyalîzmê ya ku bi pêşengiya partiya me bi pêş dikeve, gelên cîran di serî de demokrasî xistiye rojeva hemû gelên herêmê û dînamîkên civakî, pê re jî parçekirina statukoya ku li ser gelan zordestî dikir jî parçe kiriye. Partiya me PKK a ku di 27’ê Mijdara 1978’an de hatiye avakirin, lîstikên modernîteya kapîtalîst û mêtingeriyê parçe kiriye û bûye hêz ku hêzên bindest careke din derkevin ser rûyê dîrokê.

JINAN BI RÊBER APO Û AVAKIRINA PKK’Ê XWE JI NÛ VE AFIRANDIYE

Rêber Apo PKK wekî partiyeke jinan pênase kiriye. Jin a ku di jiyanê de kirdeya herî mezin e û di civakê de tune tê hesibandin, bi helwesta Rêber Apo û avakirina PKK’ê re dîsa xwe afirandiye û nasnameya xwe bi dest xistiye. Xeta jinên azad a ku bûye îrade, li refên herî pêş ên berxwedanê pêşengtî kiriye û têkoşîna me ya partiyê bi ser xistiye. Artêşa Jinan a bi navê YJA STAR, di şênberiyê de PAJK a ku wekî partiyekê xwe ava kiriye û bi navê KJK’ê jinan konfederalîzma demokratîk kirine pergal, ev jî asta jinên azad a di şoreşa Kurdistanê de bi awayê herî zelal nîşan dike.

Partiya me ya mezin ji berxwedanên destanî re bûye zemîn. Her sala me ya têkoşînê di şertên zehmet û dijwar de bi pêş ketiye, bi awayekî biryardarî û fedaîtî berxwedan hatiye kirin û têkoşîna me gihiştiye heta îro. PKK a ku hêza xwe ji cewhera gelên mazlûm distîne, bi îradeya xwe ya serbixwe bûye parêzvanê azadî, demokrasî û edaletê. Partiya me li hemberî zilm, mêtingerî, zordestiyê stûyê xwe xwar nake bûye nûnerê rastîn ê dilpakî, rûmet û nirxên mirovayetiyê, bi karakterê xwe yê gelparêz, azadîxwaz û sosyalîstiya demokratîk li herêma me bûye hêza herî dînamîk ên guherîna civakî.

Partiya me PKK bi coşeke mezin û biryardarî dikeve sala 44’an. Dijmin di şexsê Rêbertiya me de li hemû zindanan tecrîd, zilm û êşkence zêde kiriye, li ser dînamîkên demokratîk ên gelê me û welatê me zextên xwe zêdetir kiriye, bi xeyalên xwe yên Osmaniya Nû dixwaze li herêmê bibe hêzeke emperyalîst, li nav welat û derveyî welat bi operasyonên îmha û dagirkeriyê êrişên xwe derxistiye asta herî jor. Li hemberî vê faşîzma ku li ser gelê me bêhêvitiyê dixwaze ava bike, li ser hêzên şoreşger ên berxwedêr jî îmha, teslîmiyer û bêrûmetiyê ferz dike, hêzên HPG’ê yên li dora Rêber Apo bûne xeleq di serî de li Avaşîn, Zap û Metînayê helwesteke pêngavî ya li hemû Kurdistanê daye destpêkirin, li ser bingeha ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’ hemû plan û hesabên dijmin pûç kiriye, têkoşîna me gaveke din nêzî serfiraziyê kiriye.

DÎROKA TÊKOŞÎNEKE BÊYÎ RAWESTAN

Dîroka PK’ê dîroka têkoşîneke bêyî rawestan e. Her sal têkoşîna wê bi geşedan û serkeftinên mezin derketiye holê. Bêguman wê sala 44’emîn a têkoşîna me jî bibe sala pêvajo û têkoşîneke mezintir. Ji bo serkeftin û serifiraziya teqez, tevgerîna bi plansaziyên berfireh, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di serî de di vê serdemê de divê bi performanseke bilind û hostetiyeke taktîkî derbên giran li dijmin were xistin. Em Hêzên Parastina Gel li ser xeta serfiraziya ku PKK’ê temsîl kiriye, tacîdarkirina têkoşîna azadiya gelê me ya bi serfiraziyê ji her demê zêdetir xurt dijîn. Li ser esasê berxwedana ku em geş dikin û taktîkên nû em xwe nû dikin, li ser esasê azadiya Rêber Apo û azadiya gelê me, dikevin sala nû ya partiyê. Em kadroyên fedaî yên têkoşîna bi tecrubeya 44 salan a avakirina fermî û bi helwesta Rêbertî ya 50 salan, ji her demê zêdetir bi xebat û tempoyeke serkeftinê, xwedî li peywirên xwe yên dîrokî derdikevin  û hewldana me ya pratîka li gorî peywirên me yên dîrokî di asta herî jor de ye.

Li ser vî esasî di sala 44’emîn a partiya me de, em neferên azadiyê yên li ser pêkanîna armancên PKK’ê, bi hemû hêza xwe em ê peywirên xwe yên serdemê bi cih bînin, di meşa serfiraziyê de careke din salvegera partiyê ya hemû gelê xwe û hevrêyên berxwedêr pîroz dikin, di sala nû ya têkoşînê de serkeftinên mezin ji wan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jina Ciwan ya ku tevlî PKK’ê bû: Ez gihiştim armanc û hedefa xwe

Nivîsa Pêş

Cemil Bayık: PKK partiya şehîdan e, wê baweriya şehîdan azadiya gelê Kurd pêk bîne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Cemîl Bayik: Heta ku Rêber APO azad nebe, çareserî pêk nayê

Cemil Bayık: PKK partiya şehîdan e, wê baweriya şehîdan azadiya gelê Kurd pêk bîne

Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.