Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir

"Hevrêyên me Baxtiyar û Xebat ji bo armanca 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' ku gelê me ji wan hêvî dikir, şer kirin û şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Baxtiyar û Xebat re û tevhiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/11/2021 - 12:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“24’ê Cotmeha 2021’ê li qada Qaşûra ya Metînayê, hevrêyên me Baxtiyar û Xebat ku bi erka xwe radibûn, di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Hevrêyên me Bextiyar û Xebat ku di vê pêvajoya dîrokî de hay ji berpirsyarî û wezîfeyên xwe bûn û li gorî vê têgihiştinê tevlî dibûn, bûn milîtanên bi mînak ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Di nava têkoşîna xwe de em ê her tim xwedî li bîranîna wan derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baxtiyar Dijwar
Nav paşnav: Serhat Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hasîbe-Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2021 / Metîna
Nasnav: Xebat Hîmo
Nav paşnav: Rewan Ahmet Osman
Cihê jidyaikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Cewahîr-Ahmet Osman
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2021 / Metîna

BAXTIYAR DIJWAR

Hevrêyê me Bextiyar li gundê Hespistê yê welatparêz ê Hezexê li nava malbatekê ji dayik bû ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de nirx afirand. Ji ber welatparêziya gundê Hespistê û dilsoziya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re, her wiha ji ber ku ji nava malbata xwe gelek şehîd hebûn, hevrêyê me Bextiyar bi sempatî nêzî partiya me PKK’ê bû. Ev sempatî bi demê re kir dilsoziya bi zanebûn û sala 2013’an ku kelecan û têkoşîna şoreşa azadiyê li tevahiya Kurdistanê hebû tevlî nava refên gerîla bû. Di doza azadiyê ya gelê me de hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Bextiyar pê hesiya ku jiyana gerîla şêweyê jiyaneke pîroz e ku bi ked û berdêlên giran hatiye avakirin. Ji bo hêjayî vê jiyanê bibe bi coş û daxwazeke mezin tevlî bû û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza. Di pêşketina xwe de ti sînor nas nekir, timî hewl da tiştên nû hîn bibe. Ji ber van taybetmendiyên xwe hevrêyê me Baxtiyar li ser her kêliya jiyana gerîla serwer bû û di asta pêşengiyê de bû fermandar. Bi asteke jiyanî nêzî perwerdeyên pisporiya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bû û bû gerîlayekî profesyonel. Di heman demê de milîtanekî wezîfeyê bû û li her devera ku pêwîstî pê hebû li wir bû. Bi saya van taybetmendiyan tevlî gelek karên krîtîk bû, baweriya hevrêyên xwe ya bi xwe bi cih anî. Bi kedkarî, fedakarî, tevlîbûna xwe ya cewherî û hevrêtiya xwe, di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Baxtiyar wê her tim weke pêşengekî hevrêyên xwe be.

XEBAT HÎMO

Hevrêyê me Xebat li Qamişloyê li gundê Hîmo ji dayik bû ku vî gundî bi dehan ewladên xwe yên hêja da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji ber welatparêziya derdora xwe û kelecana şoreşê ya di demên destpêkê yên Şoreşa Rojava de hevrêyê me Xebat gelekî bi bandor bû. Ji bo Rêber Apo yê ku kelecaneke bi vî rengî da gelê me yê li Rojava û gerîlayên azadiyê ji nêz ve nas bike, sala 2011’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Xebat bi kesayetiya xwe ya cewherî bû cihê rêzê li nava hevrêyên xwe û di demeke kurt de hînî jiyana çiyê û gerîla bû, li cewhera xwe vegeriya. Jiyana gerîla xwe jinûve vejînê pênase kir û bi vê jiyana nû re bû yek. Hevrêyê me Xebat weke gerîlayekî Kurdistanê li herêmên cuda yên welatê me karê gerîlatiyê kir. Hingî Şoreşa Rojava pêk hat û di pêvajoya vê şoreşê de bi sedan ewladên leheng ên gelê me şehîd bûn. Yek ji van lehengan jî birayê hevrêyê me Xebat bû. Ji bo tola birayê xwe hilîne ku ji bo siberoja azad a gelên me şehîd bû û ji bo hêjayî hevrêyên şehîd bibe, biryar da ku tevlîbûneke hîn xurt bike. Xwe li her qadê perwerde kir û bû milîtanekî bi mînak ê Apoyî. Bi berpirsyariya pêvajoyê baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê hîn bêhtir bikeve bin bar. Ev jî bi fermandariyê dibû, wî jî xwe ji wezîfeya pêşengiyê venegirt. Hevrêyê me Xebat li herêma Metînayê bi tevlîbûna xwe ya kedkar û durust gelek karên girîng bi ser xist û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Xelkên me yên Şirnex û Qamişloyê ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng ji bo azadiya Kurdistanê bêteredût feda kirin, wezîfeyên xwe yên welatparêziyê di vê pêvajoyê de jî bi cih anîn û hevrêyên me Baxtiyar û Xebat şand nava refên azadiyê. Hevrêyên me Baxtiyar û Xebat ji bo armanca ‘Rêberê Azad, Kurdistana Azad’ ku gelê me ji wan hêvî dikir, şer kirin û şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Baxtiyar û Xebat re û tevhiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir 5 bajarên faşîstan de agirê tolê dadan

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan ji bo 25’ê Mijdarê ji ciwanan re semînerek li darxistin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ji bo 25’ê Mijdarê ji ciwanan re semînerek li darxistin

Jinên Ciwan ji bo 25'ê Mijdarê ji ciwanan re semînerek li darxistin

Xwepêşandanên xwendekaran gihîşt parlementoya Başûr – Ev der Hewlêr e

Xwepêşandanên xwendekaran gihîşt parlementoya Başûr - Ev der Hewlêr e

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.