BORDEAUX – Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek hate dayin.
Ciwanên ku danê êvarê li qada Grand Theatreyê li hev civiyan di dema çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dem hatiye ku azadiya Rêberê me bê misogerkirin. Di serî de tevgerên ciwanan em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê, gel û dostên xwe dikin ku dakevin qadan û têbikoşin.”
Çalakî bi qasî saetekê dewam kir.


