KOBANÊ – 2. Festîvala Şehîd Bawer Agir li Kobanê dest pê kir.
Festîval doh saet duduyan de li Qada Şehîd Egîd de hat li darxistin.
Festîval îsal bi şiyara “Emê bi Ciwantî Şerê Gelê Şoreşgerî Rêxistin Bikin, Şoreşa Çandî Misoger Bikin” ve tê pêkanîn.
Doh saet duduyan heta şeşê êvarê hezaran kes tevlî festîvalê bûn.
Festîvalê de sedan ciwan bi heman demê de dîlan geriyan û stran hatin gotin.
Îsal Festîvalê de mijarên axaftinan de tişta ku derket pêş Îxanet û Komplo bû.
Ciwanan tim û tim bi duruşmeyên “Şehîd Namirin” “Bimre Komplo” û “Bijî Serok Apo” avêtin.


