BERLÎN – Li bajarê Berlînê yê Almanya, ji bo bîranîna Şehîd Êrîş Rojhilat ku di 20ê Cotmeha 2023an de şehîd bû, turnuvayek futbolê hate lidarxistin.
Beriya destpêkirina turnuvayê, ciwanan di kesayetiya Şehîd Êrîş Rojhilat, Rıza Altun û Alî Haydar Kaytan de, li ser navê hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek bêdengî girtin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ji bo li dijî polîtîkayên çandî û asîmîlasyonê yên dewletên Ewropî bi taybetî hatine cem hev; “Wekî ciwanên Kurdistanê, em ê li gorî talîmatê Rêber Apo yê ‘Hunê li her derî xwerêxistin bikin, hûnê li her derê rêxistin bikin’, wekî ku wî di nameya xwe ya 3’ê Nîsanê de ji me re gotiye, bisekinin û em ê wekî pêşengê vê têkoşînê di avakirina Modernîteya Demokratîk de rola xwe bilîzin.”
Turnuvaya bi beşdarbûna 18 tîman eleqeyek mezin kişand. Piştî pêşbirka 18 tîman, turnuva bi dayîna kûpayan ji 3 tîmên herî baş re bi dawî bû.