KOBANÊ – Zaningeha Kobanê, li derbarê êrişê û komkûjî ku çeteyên girêdayi Tirkiyê û hikûmeta Şamê li dijî gundê Xirab Hişkê ya navçeya Çelebî pêk anîn, daxuyaniyekî da. Di vê komkûjiyê de, ji malbatekî 5 kes şehîd bûn û yek ji birîndaran jî Fatma Mihemed, xwendekara sala yekemîn a Fakûlteya Mafnasiyê, ku 2 lingê xwe winda kir.
Di daxuyanî de êrîşên çeteyan hatin şermezar kirin, û hat diyar kirin kû Zanîngeha Kobanê wê hemû alîkarî bide xwendekara birîndar da ku xwendina xwe berdewam bike. Her wiha, banga saziyên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kirin da ku bi erkê xwe rabin, mudaxale bikin û êrîşan bidin sekinandin. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat dayîn.


