Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Em, ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û sekna mirovahiya azad a Rêber Apo silav dikin

"Tevger û xeta PKK'ê ku 40 sal in kêlî bi kêlî têdikoşe, bi ser dikeve, nirxan diafirîne û bi gelê Kurdistanê dide qezençkirin, îro bi êrişên mezin re rû bi rû ye."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/07/2021 - 13:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG: “Wê xeta qehremaniya fedaî komployê têk bibe”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dikeve sala 40’î. Di vê salvegerê de, hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku bi vê çalakiya bi wate sekn û rûmeta mirovahiyê ya dîrokî parastin, encamgirtina bi berxwedanê hînî me kirin û xeta berxwedanê ya PKK’ê afirandin, di şexsê evan hevrêyan de şehîdên Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê, ku ew xet û feraset afirandiye ku xwe timî li pêşberî gel deyndar dibîne, têkoşînê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne û welê ji jiyanê hez dike ku di oxira wê de canê xwe feda dike. Em, ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û sekna mirovahiya azad a Rêber Apo silav dikin ku 23 sal in li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê nîşan dide. Em soz didin ku di serî de li çiyayên Kurdistanê li her cihî xwedî li vî ruh û seknê derkevin û di xeta şehîdan de ber bi serketinê ve bimeşin.”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê wiha dewam kir:

“Hevrê Mazlûm Dogan, ku hevîrê hişmendiyê yê partiya me afirand û bi çalakiya xwe ya dîrokî ya 21’ê Adara 1982’an çirûska Berxwedana Zindana Amedê pê xist, 17’ê Gulana 1982’an li bedena Çaran veguherî agirê azadiyê yê mezin, bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ev sekna bi rûmet li dijî cûntaya dewleta Tirk a faşîst bi ser ket. Biryara partiya me PKK’ê ya sala 1982’an a vegera li welêt û Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku sala 1984’an pêk hat, ev sekna bi rûmet a dîrokî veguherand rastiya têkoşîneke mezin û rastiya gelekî şerker ê ku ber bi serketinê ve dimeşe. Gelê Kurdistanê ku 14’ê Tîrmehê weke ‘Roja Rûmetê’ pêşwazî dike, Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji xwe re kiriye kevneşopiyek û têdikoşe. Gerîlayên azadiyê 37 sal in li ser vê xetê şer dikin. Kevneşopî û rastiya têkoşînê ya 40 salî çawa ku heta niha bi rûmetî hate temsîlkirin û ber bi serketinê ve hate birin, ji niha û pê ve jî wê hîn mezintir têkoşîn bê meşandin, serketinên mezin bên bidestxistin û serketin teqez bê misogerkirin.

Tevger û xeta PKK’ê ku 40 sal in kêlî bi kêlî têdikoşe, bi ser dikeve, nirxan diafirîne û bi gelê Kurdistanê dide qezençkirin, îro bi êrişên mezin re rû bi rû ye. Hêzên hegemonîk, dewletên netewe yên faşîst ên li herêmê û nokerên wan ên ku nekarîn bi komploya navneteweyî bigihêjin armancên xwe, dest ji armanca xwe ya ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê ya li ser xeta Apoyî û êrişên xwe yên îdeolojîk, çandî û leşkerî bernedane. Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji îdeolojiya Apoyî, ji helwesta berxwedêr û sekna bi rûmet a mezin a 14’ê Tîrmehê, ji rastiya jiyana PKK’ê û xeta şerê gel ê şoreşgerî tawîz nedan û di vê oxirê de bi şerekî mezin bersiva pêwîst didin. Berxwedana Garê ku 10-14’ê Sibata 2021’ê bi fermandariya fermandarê me yê mezin hevrê Şoreş Beytuşşebab hate kirin û veguherî destana serketinê, Berxwedana Mamreşo ya 23’ê Nîsanê-3’ê Gulana 2021’ê bi fermandariya hevrê Serhat Giravî û Sarya Diyar, Berxwedana Aris Faris a 6-8’ê Gulana 2021’ê ya bi fermandariya fermandarên me yên YJA Starê hevrê Diyana Marîa û Amara Cûdî, şerê gerîla yê li Heftanîn, Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û tevahiya Bakurê Kurdistanê ispata herî mezin e ku nîşan dide Ruhê 14’ê Tîrmehê bi ser dikeve.

Ev hevrêyên me yên hêja, her yek ji wan bi sekna xwe ya mirovahiyê ya mezin weke sembolê cihê xwe di nava dîrokê de girtine. Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa van hevrêyên xwe yên hêja bimeşin, têkoşîna pîroz a paşeroja ronî, demokrasî, wekhevî, azadiyê ya gelên herêmê û gelê Kurdistanê bi ser bixînin û van lehengan veguherînin nemiran. Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em bi bawerî û biryar in ku ala bexwedanê ya ji şehîdan wergirtine bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin. Bi baweriya serketinê em gelê xwe yê welatparêz silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH: Ji her demê bêhtir divê em bibin mîna fermandar Kemal Pîr, kadroyê pêşeng M. Hayrî Dûrmûş, şervanên pêşeng Akîf û Alî

Nivîsa Pêş

HPG’ê parvekir: TC’ya faşîst bi destê zorê gundiyan koçber dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
‘Wê têkoşîna gerîla ya gihiştiye lûtkeyê bidome’

HPG'ê parvekir: TC'ya faşîst bi destê zorê gundiyan koçber dike

TAYBET – Amadekariya kongreya mezin – Ciwanên Şoreşger ji bo sibê amade ne!

TAYBET - Amadekariya kongreya mezin - Ciwanên Şoreşger ji bo sibê amade ne!

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Ciwanên Kurd ên Esenler’ê li dijî komployê çalakî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.