Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Navê wê rast bêjin

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/07/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Navê wê rast bêjin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim li aliyekî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye. Li aliyê din ew roj e ku biryara darvekirinê li Rêber Apo hat birrîn. Wekî din salvegera şehadeta Zîlan e. Yanî ew bûyerê parçeyek ji dîroka Kurdistanê ne. Meseleya Kurd û Kurdistanê ji Şêx Seîd heta niha bi heman polîtîkayan dimeşe. Ango Dewleta Tirk ji sed sal berê heta niha heman polîtîkaya tinekirina Kurdan bi rêve dibe.

Lê tevî vê yekê jî hinek Kurd hene ku hê jî ev dewleta Tirk a dagirker nas nekirine. Hê jî baweriya xwe bi wê dewletê tînin û li ser xeta wan dimeşin. Li aliyekî cerdevan û sîxurên dewletê, li aliyekî xayîn û nokerên Kurd, li aliyê din Kurdên hevkarê dewletê. Gelo ji dil baweriya wan bi dewletê tê, an jî ji bo ku karê xwe bimeşînin vê yekê dikin, em nizanin. An jî ew di ferqa gelek tiştan de ne, lê dengê xwe dernaxin. Welhasil.

Îca em li rewşa niha vegerin. Parlementoya Iraqê eşkere kir ku li ser erda Başûrê Kurdistanê 70 baregehên artêşa Tirk hene û li van baregehan 30 hezar eskerên Tirk ên dagirker dimînin. Lê ev yek ne xema rêveberiya li Başûrê Kurdistanê ye. Li şûna ku li dijî dagirkeriyê derkevin, berê xwe didin gerîlayên ku li dijî dagirkeriyê şer dikin. Xetere ewqasî mezin e ku li her qadê Kurdistanê ketine nava tevgerê. Ji Bruksel heta Hewlêrê hevdîtin û civîn pêk tên. Li Brukselê du rojan li ser hev civîna rewşenbîr, siyasetmedar û partiyên Kurd çêbû. Ez bi xwe jî beşdarî civînê bûm û min şopand. Her wiha ez bi beşdarên civînê re jî axivîm û min bi wan re hevpeyvîn kirin. Ew dibêjin ku îro Kurdistan tê dagirkirin û di rewşeke wiha de nabe ku Kurd bi hev dakevin. Yanî Kurdistan ji dest diçe û yên dibin sedem jî dîsa Kurd in. Gelek kesan hêvî û bendewariya xwe ji PDK’ê kirin ku nebe hevkarê dagirkeriyê. Lê birastî ez bi xwe qet fêm nakim çima hê jî bendewariyên wan ji PDK’ê hene ? Em qala PDK’ê dikin ku rê daye dewleta Tirk ji bo 70 baregehên xwe li ser erda Kurdistanê ava bike. 30 hezar eskerên wan niha li wê derê ne. Ma hûnê hêviya çi ji wan bikin.

Îro li welatê me berxwedêr û dagirker hene. Navbera wê tineye. Li aliyekî welatê te dagir dikin, li aliyekî jî yê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin hene. Yek ji wan dewleta Tirk a dagirker e, yê din jî gerîlayên Kurdistanê ne. Divê em navê wan rast lê kin. PDK jî di vê rewşê de li cem dagirkeran cihê xwe digre. Eger ne wilo ba destûr nedida 70 baregeh û 30 hezar eskeran. Di rewşeke wiha de tiştekî ku ji PDK’ê bê xwestin tineye. PDK’ê terefê xwe zelal kiriye. Herî dawî bangeke Mûrat Karayilan hebû. Karayilan digot; Bila PDK nebe hevkarê dagirkeriyê. Eger li dijî dagirkeriyê şer neke jî bila nekeve navbera me. Wekî din banga diyalogê û çareseriyê li PDK’ê kir. Lê PDK xwe li bêdengiyê danî. Ev bêdengî jî tê wateya ku li cem dewleta Tirk cih digre. Erênî an jî neyênî divê bersiva banga Karayilan hatiba dayîn. Gelek kes jî li bendê bûn ku Mesûd Barzanî derketiba û gotiba ezê destûr nedim ku Kurd hev bikujin. Ji ber ku soza wî hebû. Lê xuyaye ku ev bêdengiya wî jî tê wateya bersivekê.

Divê Kurd vê siyasetê û vê helwestê rûreş bikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Herî dawî hunermendên Kurd çûn Hewlêrê û bi Wezareta Pêşmergeyan re hevdîtin kirin. Hunermendan ji Wezareta Pêşmergeyan xwest ku nebin hevkarê dagirkeriyê. Ev hewldan û xebata hunermandan girîng e, lê kêm e. Min li daxuyanî û hevpeyvînên wan guhdarî kir. Wekî ku navcîtiya pevçûnekê dikin axivîn. Lê divê navê hin tiştan rast lê bikin. Îro yê ku bersivê nade banga Karayilan PDK ye. Yê ku bi dewleta Tirk re tevdigere PDK ye. Ji bo vê yekê divê navê hin tiştan mirov rast lê bike. Eger bangek hebe divê li PDK’ê bê kirin. Wekî din jî navê vê meseleyê ne birakujî ye. Meseleya berxwedêr û dagirkeran e. Hewce nake mirov navê hin tiştan veşêre.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Jiyana Rast

Nivîsa Pêş

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ciwanan kon vedan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ciwanan kon vedan

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ciwanan kon vedan

YPG: Dewleta Tirk derewan dike!

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.