ŞENGAL – Jinên Êzîdî bi pêşengiya TAJÊ bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li navçeya Tilizêrê şitil çandin.
Tevgera Azadî ya Jinên Êzîdî (TAJÊ), bi boneya salvegera Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Tilizêrê baxek nû çêkir.
Jinên Êzîdî yên rûniştvanên Tilizêrê bi rakirina posterên Rêber Ocalan çûn cihê ku şitil bên çandin. Cihê ku şitil hatin çandin, weke ‘Baxê Rêbertî’ hate binavkirin.
Di nava Bax de şitlên fêkiyan ên wekî, “Hinar, hejîr û tirî” hatin çandin.
Piştî şitil ji aliye jinan ve hate çandin, çalaki bi gotina dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be” qediya.



