MÊRDÎN – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi stran, helbest û sînevîzyonê li avahiya HDP’ê şahî li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pîrozkirina hatina biharê li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê şahî li dar xist. Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de stran hatin gotin, ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sînevîzyon nîşan dan.
Di şahiyê de Pero axivî û wiha got: “Hatina me ya ba hev hêz dide. Dibe moral. 8’ê Adarê bû mizgîniya 21’ê Adarê. Her du şahî, coşa wê rojê me şa kir. Ew şahî li dîjî êriş û binpêkirina mafan serhildanek bû. Em ê vê serhildana xwe tim bi bîr bînin.”



