STENBOL – 4’ê Nisanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Îsal Gelê Kurd di bin sîya tecrîdê de 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin.
Ciwanên Kurd jî li her derê Rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Ev dîmen li bajarê Stenbolê hatine kişandin. Bi minasebeta 4-ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li gelek deveran de bi pîrozbahîyan ve tê pîroz kirin. Ciwanan bi minasebeta 4’ê Nîsanê li gelek navçeyên Stenbolê çalakî û şahî li dar xistin. Ciwanên welatparêz, ku li gelek deveran şitil çandin, li gelek navçeyan posterên Rêberê Gelan bi balonan firandin esmana û her wiha fîşekên hewayî teqandin û nivîsên dîwaran pêkanîn.
Ciwanan li ser dîwaran nivîsên “Bijî Serok Apo”, “Apocu Teslîm Nabin”, “Rêbertî Berxwedan e”, “Rojbûna Te Pîroz Be ey Serok!” û “Zayîna Heqîqetê, 4’ê Nîsanê ye” nivîsandin.


