MARSILYA – Çalakgerên Ciwan ên TCŞ û TekoJIN ên ku bi dirûşma “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” hatin cem hev, diyar kirin ku heta ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe ew ê çalakiya bênavber bikin.
Ciwanên ku li Belle de Mai hatin cem hev diyar kirin ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Ciwanan di çalakiyê de polîtîkaya qirêj a dewleta Fransa ya li dijî ciwanên Kurd jî protesto kirin. Ciwanan diyar kir ku divê hevalên wan ên li gorî vê siyaseta qirêj hatin girtin demildest bên berdan, ciwanan gotin ku divê dewleta Fransa vî rêya qirêj bizivire.
Di çalakiyê de timûtim dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Ji Ocalan re Azadî”, “Ji girtiyên siyasî re azadî” û “PKK” hatin qîrîn.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi bang û dirûşmên ciwanan, “Divê hemû gelên Kurdistanê, bi taybetî ciwan, di çalakiyek bênavber de bin” bi dawî bû.


