NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
“Dijminê Kurd dewleta T.C ev sed salin li Kurdistanê komkujî, işkence, zulim, û bi talanê mêtîgeriya xwe berdewam dike. Ev dewlet dixwaze me ji welatê me Kurdistanê biyanî bike û me ji koka me dûr bixîne. Ji bo bigihêje van hedefên xwe her roj bi zulmên cuda derdikeve pêşberî me. Mînaka herî dawî ya li hemberî malbata Şenyaşar hatiye kirin li me Kurdan hatiye kirin. Li hemberî vê qêrînên dayîkên me ji bo adaletê ji bo me sondxwarina tolhildanê ye. Eger bê edalatiya we hebe wê ya me jî ji bo we çembera adaleta ji agir hebe.
Berfirehiya Şewatan;
-01.04.2021 Li Osmaniyê Toprakkale minibus û taxsiyek,
-02.04.2021 Li Uşak herema Organize Sanayî fabriqeyek ta,
-02.04.2021 Li Antalya Hotela KHAN ya çar yildiz, hatin şewitandin.”



