NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Parastina Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û der barê kiryarên ku li Stenbol û Amêdê kirin de agahî da.
Daxuyaniya Milîsên Parastina Kurdistanê de ev tişt hate diyar kirin:
-Li Taxa Çingen a Sefa Köy a Stenbolê texsiyek faşîst hate şewitandin.
-Di 30-ê Adarê 2021-an de, saet li dor 03:00’an li navçeya Çaglayan a Stenbolê, du wesayîtên luks hatin şewitandin û bûn ax.
-Di 27-ê Adar 2021-an de, li navçeya Farqîna Amedê, Milîsên Parastina Kurdistanê lastîk şewitandin û diruşmeyên tolhildanê qêrîn.
Milîsên Parastina Kurdistanê di daxuyaniyaxwe de got:
“Em wekî Milîsên Parastina Kurdistanê, ji rabirdûyê heya îro heyfa komkujiyên Kurdistanê ne.
Em hatin hesabê, neviyên kujer ên ku şopa bav û kalên xwe yên kujer dane, bipirsin. Em hatine ku heyfa van êşan bigrin û bi heman êşê bidin wan.”


