Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Têkiliya PDK’ê ya bi dîktatoriya AKP û MHP’ê bi pirsgirêk e”

PKK: Têkiliyên ekonomîk, siyasî û leşkerî yên rêveberiya PDK’ê bi dîktatoriya AKP û MHP’ê daniye ji aliyê Kurdan ve û ji bo hemû kesan bi pirsgirêk e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/11/2020 - 17:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
“Divê ala 1’ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN  – Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku têkoşîna li dijî feraset û siyaseta mêtinger û qirker divê ji têkoşîna li dijî nokerî û îxanetê cihê neyê nirxandin. PKK’ê bang li welatparêzên Kurd kir ku li ser xeteke neteweyî û demokratîk yekîtiya xwe pêk bînin, helwesta xwe zelal bikin û ji bo têkoşînê bang li wan kir.

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd dikeve salvegerekî din a meha Mijdarê ku partiya me PKK hatiye avakirin. Pêşengê azadiya gelê me PKK di salvegera 42’emîn a avabûna xwe de ye. Em sala 42’emîn a PKK’ê li pişt xwe dihêlin û dikevin sala 43’an. Di serî de ya Rêber Apo em Cejna Partiyê ya 27’ê Mijdarê, Roja Vejîn û Berxwedana Neteweyî ya hemû rêheval, gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk pîroz dikin. Di sala 43’emîn a PKK’ê de em serkeftinê ji bo hemû têkoşêrên azadî û demokrasiyê dixwazin.

Li ser vî esasî em ciwan û jin di serî de em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku gelê me û dostên me yên li Kurdistan û derveyî welat li her qadê bi coş û heyecaneke mezin salvegera 42’emîn a PKK’ê bi rojan û hefteyan pîroz bikin. Li ser vê bingehê em bang dikin ku divê pêngava bi navê ‘Dawî li tecrîd û faşîzmê bîne, dem dem azadiyê ye’ ya tevgera me were geşkirin û xurtkirin.

EM ŞEHÎDÊN MEHA MIJDARÊ BI BÎR TÎNIN

Em di salvegera sêyemîn a şehadeta wan de endama Komîteya Rêveber a PKK’ê, Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA-Starê û Qada Botanê Delal Amed û fermandar YJA-Starê Azê Malazgîrt bi hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna armancên wan û jiyîna bîranîna wan dubare dikin. Berxwedana rêheval fermandar Egîd Civyan jî diyar kir ku gerîlayên Botanê li ser xeta rêheval Delal û Azê dimeşin û berxwedana azadiyê her dem geş dike.

Di salvegera şehadeta wî ya 8’emîn de em şehîdê mezin ê meha Mijdarê, Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG’ê û fermandarê berxwedana Şemzînanê ya sala 2012’an Reşîd Serdar bi hurmet bi bîr tînin. Gerîlayên Xakurkê û Zagrosê diyar kir ku ew li ser xeta fermandar Reşîd Serdar dimeşin û alaya azadiyê hê jî tê bilindkirin.

Di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de em fermandarê hêja Dozdar Hamo yê ku ji xebatên gerîla heta propagandayê li her qadê têkoşiyaye, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Di nava salekê de em diyar dikin ku xebatên me yên propaganda û ajîtasyonê bêtir hatiye xurtkirin û em gihiştine encamên girîng.

Li ser vî esasî em di şexsê rêheval Delal Amed, Azê Malazgîrt, Reşîd Serdar û Dozdar Hamo de, hemû şehîdên meha Mijdarê bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku xwedî li şehîdên me yên qehreman derkevin û PKK ya ku partiya Rêbertî û şehîdan e, di salvegera wê ya 42’emîn de bi xurtî tevlî salvegera wê ya avakirinê were kirin.

LI HER QADÊ TÊKOŞÎNEKE XURT A LEŞKERÎ Û SIYASÎ TÊ KIRIN

Tevger û gel em ketine meheke nû ya partiyê, li her qadê jî têkoşîneke xurt a siyasî û leşkerî tê kirin. Beriya her tiştî gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger û demokratîk pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê red dike û dixwaze Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Êdî xwediyên wê jî pergala êşkence û tecrîdê nikarin ragirin, di rapora CPT û biryara Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê de tê dîtin, tê xwestin ku vê pergala êşkence û tecrîdê were bidawîkirin. Bi vê wesîleyê em bang li van hêzan dikin ku xwedî li biryara xwe derkevin, biryara xwe pêk bînin û em bang li hemû hêzên azadîxwaz û demokratîk dikin ku, têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo li her qadê geş bikin.

DESTHILATDARIYA FAŞÎST A AKP Û MHP’Ê TERORÊ DIŞÎNE HER DERA DINYAYÊ

Me her dem ev tişt got: Ferqa desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, ji DAÎŞ, OSO û El Kaîdeyê tune. Tifaqa AKP û MHP’ê wan xurt dike. Ev tifaq dixwaze ji Îdlîbê heta Dêrikê, ji Şengalê heta Heftanîn û Xakurkê li her derê qadeke çeteyan ava bike û çeteyên ji her dera dinyayê kom kirine, li vê derê perwerde bikin, ji aliyekî ve Kurdan qir bikin û ji aliyê din ve jî Ewropa di serî de terorê bişînin her derê. Ji Qerebaxê heta Evûstûryayê, ji Lîbyayê heta Fransa û Efganistanê ev tişt her tiştî eşkere dike. Ji ber vê jî em bang li hemû kesên ji xwe re dibêjin em antîfaşîst û demokratîk in, hemû rêxistin û partiyên dewletan dikin ku rastiya desthilatdariya AKP û MHP’ê baş fêm bikin û li dijî vê hêza dagirker û qirker a ku terora faşîst wekî metoda siyasetê pêk tîne, helwesta xwe zelal bikin.

TÊKILIYA PDK Û TCYÊ BI PIRSGIRÊK E

Dîktatoriya AKP û MHP’ê qîma xwe bi tenê qirkirina li Kurdistanê nayne û têkiliya wê ya ekonomîk, siyasî û leşkerî ya bi PDK’ê re ji aliyê Kurdan û ji bo hemû kesan bi pirsgirêk û bi xisar e. Ev têkilî rûyê qirker û dagirker ê TC’yê vedişêre û rûyê wê yê ku gefa terora faşîst li ser hemû kesan dixwe jî dinixumîne. Partiya me bang li rêveberiya PDK’ê kiriye ku divê vê têkiliya xwe qut bikin û li ser esasê hebûna neteweyî û demokratîk a Kurdan têkilî werin sererastkirin lê PDK bi neyînî li van bangên me dinihêre. Wekî di bûyera Zînî Wertê ya di biharê de hate dîtin ku PDK hêzên leşkerî li qadên gerîlayan bi cih dike û helwesta xwe ya hevkariya bi artêşa Tirk didomîne. Piştî Xakurkê û Heftanînê li dora Garê jî vê tevgera leşkerî didome. Ev rewş bûye provokasyoneke ku xizmeta dijminên Kurdan dike.

BI ISTIXBARATA ku KDP DIDE BI SEDAN GERÎLAYÊN AZADIYÊ ŞEHÎD KETIN

Hevserokatiya Konseya Rêveberiya me ya KCK’ê, helwesta siyasî ya pêwîst di derbarê tevgerên provokatîf ên rêveberiya KDP’ê bi şêweyek diyar danî holê. Di derbarê tevgerên leşkerî de jî Fermandiriya me ya Karegeha Navendiya HPG’ê gelê me û raya giştî ya demokratîk her tim haydar dike. Ev li gorî pêwîstiyê nêzîkatî û helwestên Tevgera me ya Azadiyê dide diyarkirin. Li beramberî provokasyonên mijara gotinê gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk, di serî de KNK partiya Kurd a netewî-demokratîk, rêxistin û kesayet bertekên tînin holê girîngin û ji aliyê tevgera me ve jî balê dikişîne li ser û birêzdarî dinirxîne. Li ser vê bingehê ji bo her soza ku dayîn tişta ku bikeve li ser milê wan li piştê ne.

Encax divê ev baş bê zanîn ku rasterast û hertim di encama îstixbaratên ji aliyê KDP’ê ve tê dayîn, di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de bi sedan fedayiyên azadiyê şehîd dikevin. Ne mimkûn e ku her Kurdek xwedî wijdan vê rewşê qebûl bike. Pêwîst e tu kes hezên PKK’ê neceribîne û binketinek weke ‘PKK lewaz bûye’ hesabek neke. Ne pêwîst e kesên li qesran bêjin PKK li kijan devera Kurdistanê bila bibe yan nebe, îrade û piştgiriya gelê Kurd diyar dike. PKK tevgereke ku girîngiyê dide hezkirin û rêzdariyê; encex pêwîst e bê zanîn ku bi qasî rêzdariya ji mûhatabê xwe dibîne rêzê ji wan re digre. Tişta ku me herî dît, nîşanî me da ku li dijî siyaset û hişmendiya mêtînger-qirker têkoşîn pêwîst e û li dijî hevkarî û îxanetê dest ji têkoşîna xwe bernede. Partiya me banga têkoşînkirinê dike ku hemû welatparêzên Kurd ên hevgirtî di xetek demokratîk-netewî de bibin yek û helwestê pêş bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Gerîlayên Jin straneke nû ‘Cenga Heftanînê’

Nivîsa Pêş

Însiyatîfa Zarokên Agir: “Hemû bajarên tirkan dê di nava agirê tolê de bişewitin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Însiyatîfa Zarokên Agir: “Hemû bajarên tirkan dê di nava agirê tolê de bişewitin”

Însiyatîfa Zarokên Agir: "Hemû bajarên tirkan dê di nava agirê tolê de bişewitin"

LEZGÎN – Dagirkeriya dewleta tirk Şengalê bomberdûman  kir

LEZGÎN - Dagirkeriya dewleta tirk Şengalê bomberdûman kir

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.