Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Bêrîtanbûyîn

Xeta azadiya jinê û îdeolojiya rizgariya jinê ji her tiştî bêhtir bi bandor û şopa berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan e. Dikare bê gotin ku bûye çavkaniya sûdwergirtinê ya vê pêşketinê...

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/10/2020 - 14:56
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
KJK: Xeta Bêrîtan li ber xwe dide
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya gerîlaya jin a Kurd Gulnaz Karataş ku bi navê ‘Şehîd Bêrîtan’ tê naskirin li Xakurkê di 25’ê Cotmeha 1992’an de şehîd bûbû ku 28 sal di ser şehadeta wê re derbas bûn. Di nava van 28 salan de li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bayekî Bêrîtan belav bû. Bi navê Bêrîtan bi dehan stranên berxwedan û azadiyê hatin çêkirin. Navê Bêrîtan li hezaran keçên Kurd hate kirin. Bi sedan şervan û fermandar bi navê Bêrîtan cihê xwe li nava refên gerîla girtin. Herî kêm nêzî sed Bêrîtan li nava şerê azadiyê yê li dijî dewleta Tirk a faşîst-mêtinger û nokeran, şehîd bûn. Berxwedana Şehîd Bêrîtan pêvajoya artêşbûna gerîla ya şervaniya jinên Kurd da destpêkirin.
Gulnaz Karataş li Xakurkê gerîlayeke du salan bû û fermandareke gerîla bû. Piştî çalakiya li qereqola Rûbarokê tevlî eniya Xakurkê ya şerê Cotmeh-Mijdara 1992’an bû ku weke ‘Şerê Başûr’ cihê xwe di dîroka şerê azadiya Kurd de girt. Li dijî artêşa Tirk û hêzên PDK-YNK’ê yên pê re tifaq kirin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Ji aliyê hêzên noker ên ketin nava xiyanetê, li girê ku piştre wê navê wê lê bihata kirin, hate dorpêçkirin. Ji bo banga ‘teslîm bibe’ destpêkê bi fîşek û bombeyên xwe bersiv da. Piştî ku ew qediya vê carê bi keviran şer kir. Dema ku dorpêçî teng bû, çeka xwe û eşyayên xwe yên hêja îmha kir. Herî dawî jî red kir ku teslîmî dijmin bibe û bi gotina ‘Bijî Serok Apo’ xwe ji zinar avêt, şehîd bû. Ev helwest ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke ‘Xeta berxwedana Azadiyê’ hate pênasekirin.

Şerê Başûr ê Cotmeh–Mijdara 1992’an ji aliyê Rêveberiya DYE’yê ve di çarçoveya NATO’yê de bi navê ‘Operasyona Hêza Çekîç’ li ser bingeha planeke stratejîk pêk hat. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya DYE’yê rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya ku tevî dewleta Tirk ava kir, xist nava tifaqa leşkerî û siyasî ya li dijî PKK’ê û dest bi êrişeke wiha paşverû kir. Ev êriş belavkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Kurdistanê bû ku bi hilweşîna Yekîtiya Sowyetan û bi ‘Şerê Kendavê’ dest pê kir. Bi vî rengî dihate xwestin ku pêşî li hatina PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji Başûr dorpêç bikin. Êrişa DYE’yê ya ku piştre weke ‘Komploya Navneteweyî’ hate pênasekirin, bi esasî di sala 1992’an de dihate destpêkirin.

Piştî van pênaseyan pirsa me ya esasî wiha ye: Baş e di nava van 28 salan de li plana giştî çi bû? Bêguman ev pirs ji gelek aliyan ve dikare bê nirxandin û bersivên piralî dikarin bên dayin. Em ê di vir de tenê li ser sê ji wan rawestin. Bêguman beriya her tişî em ê bala xwe bidin ser êrişa global a ji bo tasfiyekirin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê.

Eşkere ye ku êrişa destpêkê ya tifaka DYE-dewlet Tirk-PDK a salên 1991-92’an li dijî hate avakirin, bi Şerê Başûr ê Cotmeh-Mijdara 1992’an dest pê kir û piştre dewam kir. Şerê giran û bênavber ê salên 1993-98’an di vê çarçoveyê de bû. ‘Komploya Navneteweyî’ ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an hate destpêkirin jî bi vê çarçoveyê bû. Dİ nava 22 salên derbasbûyî de ji bo bi îmhakirina Rêber Apo re PKK’ê tasfiye bikin û bi tasfiyekirina PKK’ê re qirkirina Kurdan bibe serî êrişa navborî bi gelek rê û rêbazên cuda hate dewamkirin.

Bala xwe bidinê; li parçeyên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê îro jî êrişên ji bo tunekirin û tasfiyeyê di heman çarçoveyê de ne. Êrişa ku li ser parçeyan bi hev re hate kirin, ji bo bêbandorkirin û tasfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê bû. Tifaqa navborî ya ku êrişê dike, heman tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK ye. Lewma di nava 28 salên derbasbûyî de tiştek nehatiye guhertin. Beriya 28 salan xwestin ku PKK’ê dorpêç bikin û li Bakur tasfiye bikin, lê diyar e ku di vê de bi ser neketine lewma niha li sê parçeyan bi carekê li dijî Rêber Apo û PKK’ê êrişên tunekirin û tasfiyekirinê dimeşînin. Bi vî rengî dibe ku hatina PKK’ê ya li nava Başûr dereng xistibin, lê belê nekarîn PKK’ê dorpêç bikin û bitepisînin.

Aliyekî din ku em li ser radiwestin, bêguman rewşa berxwedana gelê Kurd e. Em bala xwe bidinê; şoreşa vejîna neteweyî ya ku beriya 28 salan dest pê kir belav bûye, gihîştiye wê astê ku netewebûna demokratîk a Kurdan derxîne holê. Hêza gerîla ya li Bakurê Kurdistanê û li xeta Xakurkê-Heftanînê di nava 28 salan de li çar parçeyên Kurdistanê belav bû û li Rojava gihîşte wê astê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ser bixînin. Siyaseta demokratîk a Kurd a ku beriya 28 salan nû afirî, di nava vê demê de bi berxwedaneke berfireh veguherî sekneke siyasî ya bi mînak.

Bi kurt û kurmancî di nava 28 salan de destketiyên Kurdan gelek in û dîrokî ne. Hişmendiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê jin, ciwanan û piraniya civakê ve hatiye pejirandin. Têkoşîna azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê belav bû, li Rojava û Şengalê gavên xurt ên şoreşê avêt. Bêguman ya li Başûrê Kurdistanê jî bi aliyên xwe yên erênî û neyînî danheviyeke dîrokî ye. Di encamê de çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd pêk nehatiye û li hemû parçeyan Kurd azad nebûne. Lê belê di nava van 28 salan de bûyerên ku qewimîn hem hêviya azadbûnê ya Kurdan xurt kir, hem jî têkoşîna azadiyê ya Kurdan bû çavkaniyek sûdwergirtinê ya mînak ji cîhanê re.

Aliyê dawî ku em dixwazin li ser bisekinin, têkildarî xweparastinê û şoreşa azadiya jinê ye. Dikare bê gotin ku rastiya Şehîd Bêrîtan herî zêde li vê qadê rol lîstiye û rê li ber pêşketinên dîrokî vekiriye ku nedihat bîra kesî. Xeta Şehîd Bêrîtan şoreşa azadiyê û artêşa gerîla ya jinê afirand. Vê yekê ji sînorên Kurdistanê jî derbas kir û bandor li tevahiya jinên cîhanê kir.

Bi taybetî xeta azadiya jinê û îdeolojiya rizgariya jinê ji her tiştî bêhtir bi bandor û şopa berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan e. Dikare bê gotin ku bûye çavkaniya sûdwergirtinê ya vê pêşketinê. Her ku berxwedêriya Bêrîtan belav bû, hişmendiyeke bêhempa ya azadiyê ya jinê û çalakiya wê derkete holê. Jinên Kurd ku weke du kes nikarîbûn li hev kom bibin, veguherîn wê hêzê ku pêşengiyê ji şoreşa azadiyê re bikin û bibin pêşeng ji rêxistinbûn û serhildanê re. Coş, kelecan, hişmendî û çalakiya li ser vê bingehê li ber çavan e. Berxwedana ku li dijî êrişên faşîst-qirker a tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK’ê têk neçû, berhema jinên Kurd ên rêxistinbûyî û xwedî hişmendiya azadiyê ye.

Bêguman bandora rastiya Şehîd Bêrîtan a li jinan ew e ku bi qasî baweriya bi hêza xwe, herr wiha jinan ber bi xweparastinê ve dikişîne. Êrişkariya faşîst-qirker her ku zêde dibe, civak û herî zêde jî jin li ser xweparastinê û rastiya berxwedanê disekinin. Ji ber ku li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker a serdestiya mêr, tenê li ser vê bingehê dikarin hebin û azad bibin. Hişmendî û daxwazeke bi vî rengî roj bi roj zêde dibe. Di vir de pêwîstî bi wê yekê heye ku bi rasteqînî û wêrek bin û rastiya xweparastinê bi rengê Bêrîtanî bê nirxandin û bigihîne asta berxwedana çekdarî. Ji ber ku zîhniyet û siyaseta bi serdestiya mêr veguheriye dewlet û desthilatdariyê û di bingeha wan de hêza çekdarî heye.

Em bala xwe bidinê; di salvegera 28’an a şehadeta wê de rastiya Şehîd Bêrîtan ji her demê bêhtir zindî û rojane ye. Ji ber ku tifaqa beriya 28 salan Gulnaz Karataş qetil kir, îro heman êrişên xwe li Bakur, Başûr, Rojava û Şengalê dewam dike. Wê demê xeta berxwedanê ya Bêrîtan ku beriya 28 salan rêya serketinê nîşan da, îro jî derbasdar e û afirînera serketinê ye. Lewma li dijî êrişkariya komploger a tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK’ê, pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye’ xeta Şehîd Bêrîtan a serketinê ye. Wê demê divê jin hemû, divê civak ji her demê bêhtir bibe Bêrîtan. Li ser vê bingehê di salvegera 28’an a şehadeta wê de em sembola berxwedanê Şehîd Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

SELAHATTÎN ERDEM

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Kurdî û hevserokatî nabin meseleya tawîzê”

Nivîsa Pêş

“Helwesta ENKS’ê bi tu awayî nayê qebûlkirin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
“Helwesta ENKS’ê bi tu awayî nayê qebûlkirin”

"Helwesta ENKS'ê bi tu awayî nayê qebûlkirin"

Dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dikin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundên Akrê bombebaran kirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.