Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

 Ji Pênûsa Gerîla: Jina ku şer afirandî: ‘BÊRÎTAN’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/10/2020 - 0:15
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
 Ji Pênûsa Gerîla: Jina ku şer afirandî: ‘BÊRÎTAN’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN 

Bi rumetê dixemile îro kuntarên çiyayê Heftanîn ê. Îro her zinar bask vedidin û difirin li ser vê axê. Îro Rûstem ê ciwan dibe şopdarê xwedawenda xwe û li ser zinarên Heftanîn ê baskên xwe vedike. Rûstem Cudî lehengê Heftanîn, wek fermandara xwe Bêrîtan bi tilîlî û qêrînên hezar sala li hember teslîmiyetê baskên xwe vedike û difire. Ew bask, baskên azadiyê ye. Ew baskên li hember dagirkeriyê li ser vê axê vedibe rumetê diparêze û dibêje ‘Ey dijminê hov ez vê axa pîroz ji te re nakim yar’. Ew bask li ba dide hemû tirs û xofa dikeve dilan de. Ew baskên ku ber bi azadiyê ve vebûyî, îro dîroka rumetiyê carek din nîşanî hemû dilên qirêj dide. Û rûyê xwe dide xwedawenda xwe.

Erê xwedawenda min Bêrîtan, ew bask ber bi te ve vebûye û te hembez dike. Çawa ku tu bûyî rûpelek nû di dîrokê de, îro şopdarên te li ser xeta te, ber bi te ve dimeşin. Îro şervanên azadiyê ji te fêrdibin ku çawa bibin xençer û li dilê îxanetê bikevin. Ji ber ku tu bûyî xençera di dilê îxanet û nokeriyê de. Te di rojek wusa de şewq veda ku bê rumetî firiya ji ser rûyê vê axê. Ew baskên ku te vekir dîroka hezar salan hatî jiyîn hejand. Te li ser baskên xwe rûyê Besê û Zarîfeyan dikenand. Berê te her li xwedawenda bû û te dizanî bê şer jiyan nabe, bê şer xweşikbûn nabe, bê şer hez kirin nabe. Ew birîna ku di rûyê te de vebûyî nîşaneya vê xweşikbûnê bû. Te te destê xwe li ser birîna xwe re digerand û te digot; ­­“Ez niha hîn xweşiktir bûm”, wî demê tirsa di dilan de vebûyî ji xwe şerm dikir. Ji ber ku te dizanî şer kirin, ji bo azadiyê bedel dayîn mirova hîn xweşiktir dike. Ji bo vê birîna di rûyê te de tu dikirî xweşikbûna şer û tu di vê ferqê de bûyî.

Erê fermandara min em ji te fêrdibin sekna azadiyê. Em ji te fêrdibin li xwedî xetê derketinê. Em ji te fêrdibin hez kirin û têkoşîna jinê. Ji ber ku em ji pênûsa te fêrbûn ku te şerek çawa ava kiriye.  Em ji te fêrdibin ku tu di têkoşîna xwe de çawa xwedî li pîvana derketiyî. Jina bi hezar salan dibin zext û zordariyê de ji te fêr dibe şer û rastiya şer.

Te bi şerê xwe tenê ne dijmin tirsand, te zilamê paşverû û di nav tevgera azadiyê de jinê qebul nake jî anî rê û sekna jin û şerê jin nîşanda.

Te bi şerê xwe tenê ne teslîmîyet ruxand, te îxaneta hezar salan jî ruxand.

Te bi şerê xwe ne tenê şer kir, te bi şerê xwe re bingeha artêşbûna jin avêt û bûyî sembola artêşbûnê.

Tenê ne jinên Kurd li pey te dimeşin, jinên cîhanê jî te nas dikin û li pey te dimeşin.

Ew jinên ku hatî kole kirin, îro bi rihê te bi tilîliyan, bi îradeyek mezin di her çeperên şer de ber xwe didin. Îro jinan bi rihê te, bi sekna te artêşa jin ava kirine. Îro hezaran jin ref bi ref berê xwe didin te û şer dikin li hember koletiyê.

Erê heqîqeta şer ew zinarên te lê bask vedayî îro kibleya hemî jina ye. Ew zinarê ku li axa pîroz Xakurkê, îro bûye mabeda hemû jinan. Û îro her şervanê azadiyê berê xwe dide vê mabedê û soza şerê te dide.

Erê stêrka azadiyê te bi şahadeta xwe ya ku bi tilîlî xemilandî, jiyana rumet ji nû ve afirand.

Te bi şahadeta xwe wateya berxwedanê ji nû ve nivîsand.

Te bi şahadeta xwe axa pîroz parast û ew axa pîroz ji dijminê hevkar re nekir yar.

Te bi şahadeta xwe da nîşan ku ew destên qirêj nikare li bedena jin bikeve. Te bi sekna xwe ew destên qirêj şikenand, ew devên qirêj lal kir.

Erê fermandara min te dîroka jin ya şer nivîsand. Her gotinên ku ji pênûsa te diherikî ji bo jiyana nû wateya şer hîn mezintir kir. Te romana jin ya şer nivîsand bi jiyan û îradeya xwe. Îro ew romana ku te nivîsandî her mezin dibe û yê tu carî neqede.

Te dixwest ku romana Roja me binivîsînî lê te bi berxwedana xwe ve xwe bi Roja me re kir yek û tu gihîştî heqîqeta Roj ê û îro bi hezaran jin romana te dinivîsînin, dixwînin, jiyan dikin û bi heqîqeta te re dibin yek.

Îro wekî Rûstem Cudî yê ciwan jin, xort bi hezaran şervanê azadiyê bi rihê te xweşik dibin, bi rihê te jiyan dikin û li ser xeta te dimeşin. Û îro bi hezaran şervanê azadiyê xwedawenda xwe, xwedawenda ku rihê şer afirandî hembêz dikin.

Erê fermandara min heta em bigihîjin heqîqeta te em ê li ser xeta te bimeşin û wek Rûsteman bi tîlîliyan em ê ber bi te ve bask bidin.

Bermal Bawerîn KOÇER

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Rejîma Baas û Perwerde!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rejîma Baas û Perwerde!

Rejîma Baas û Perwerde!

Kalkan: ‘Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bi peywira xwe rabin’

Dûran Kalkan: 'Em di dema berxwedanê de ne; li her cihî têkoşîn divê'

Manşet

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.