Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Em ê bi sekna Helmet têkoşînê mezin bikin, bi ser bikevin

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Hevrê Helmet, xeta PKK'ê û karên şoreşê yên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê, li gorî dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna bênavber û serketin di ser her tiştî re didît.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/07/2020 - 15:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PKK: Em ê bi sekna Helmet têkoşînê mezin bikin, bi ser bikevin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek weşand û di salvegera 1’emîn a şehadeta wî de Diyar Xerîb Mûhammed (Helmet) bi bîr anî. Daxuyanî wiha ye:

“Yekemîn sala şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrê Helmet (Diyar Xerîb Mûhammed) bi dawî dibe. Weke ku tê zanîn, hevrê Helmet di 5’ê Tîrmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi piştgiriya hevkar û hêzên xayin bi êrişeke hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû. Di serî de hevrê Helmet, şehîdên me yên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin, gelê me bi pêşengiya partiya me hîn bêhtir li dora doza me ya mafdar dicivînin û daxwaza me ya têkoşînê zêdetir dike. Em ketine serdemeke welê ku ji bo bicihanîna armancên şehîdên me gelê me wê têkoşînê mezin bike, ala azadiyê bi serketinê tacîdar bike.

Hevrê Helmet 25 salan li nava refên şoreşê cih girt, li hemû qadên têkoşîna me kar kir, serxistina her wezîfeyê danî pêşiya xwe. Weke ku tê zanîn hevrê Helmet endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû. Bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî ya vê wezîfeyê kar hemû bi rê ve dibir. Her tim û di nava her şert û mercî de bû hevrêyekî mînak û mohra xwe li her karî xist. Hevrê Helmet sekna milîtaniya herî bedew û milîtanî ku wezîfeyên şoreşê bi rengekî yekgirtî dinirxand û yekgirtî dimeşand, di kesayetiya xwe de şênber kiribû. Ji aliyekî ve weke fermandar û rêveberekî baş berpirsyarî dabû ser milê xwe, li aliyê din jî weke gerîlayekî baş şer dikir. Li aliyekî weke rewşenbîr-akademîsyenekî nivîs dinivîsand, ders dida, li aliyê din jî li qada civakî di asta pêşengiyê de wezîfe danî ser milê. Li her qada kar, bi sekna xwe ya têgihiştî, bi kûrahiya feraseta xwe, bi taybetmendiya xwe ya mezin a empatiyê li her kesî guhdarî dikir, perspektîfeke yekgirtî diafiran û her tim di nava her şert û mercî de çareserî hildiberand.

‘JIYANA BI FELSEFEYA RÊBERTÎ JI XWE RE DIKIR ESAS’

Fehmkirina Rêber Apo û kûrbûna di paradîgmaya Rêbertî de kir ku hevrê Helmet xwe bigihîne rastiya Rêbertî û vê rastiyê pêk bîne. Di her kêliyê de jiyana bi felsefeya Rêbertî ji xwe re kir esas, lewma bû yek ji wan hevrêyan ku bi Rêbertî re meşiya. Di vê çarçoveyê de bû yek ji wan kesayetan ku hewl da modernîteya demokratîk bi cih bîne û bi pêş ve bibe. Kelecana mezin a paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo, kir ku ew hîn bêhtir berê xwe bide dîroka Kurdistanê, di vê mijarê de ders da û lêkolînên xwe dewlemendtir kir. Bi têgihiştina cudahiya navbera xeta azadiyê û xeta xiyanetê ya li kurdistanê, ji bo dîroka azadiyê biafirîne gelekî ked û hewl da.

Hevrê Helmet kûrahiya hişmendiya xwe ya dîrokî bi hişmendiya civakî, bi têgihiştina hunerî, bi hezkirina xwezayê û feraseta gerdûnî ya yekbûyî re kir yek û bû milîtanekî mînak, mirovekî mînak. Bi hezkirin û hurmeta li hevrêtiyê, bi kûrahiya dilnizmiya xwe, bi hewldana xwe ya ji bo hînkirinê, bû hevrêyê hevrêyan. Lewma bersiva li pirsa ‘mirovê azad divê çawa bijî?’ jiyana bi rengê Helmet e. Ev rastî, wateya ku em ji şehîdan fêhm dikin, nîşaneya ebediyata şehîdan e.

Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê bi rengekî mezin li azadiyê hişyar bû. Di nava şoreşa azadiyê ya 30 salan de Dr. Sîrwan, Cotyar Hewlêrî, Şêx Kameran Hîranî, Aram Kerkûkî, Geşbîn, Rêda, Genco Xoşnaw, Destîna Qendîl, Viyan Caf, Derya Zêbarî, Helwêst Partîzan, Bîlal Şeqlaweyî, Xogir Gezneyî û gelek fermandarên pêşeng ên mîna wan derketin û têkoşîn bilind kirin.

ARMANCA XWE YA HERÎ MEZIN PÊKANÎNA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK BÛ

Hevrê Helmet, xeta PKK’ê û karên şoreşê yên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê, li gorî dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna bênavber û serketin di ser her tiştî re didît. Hevrê Helmbet baweriya bi îradeya şoreşê û hêza gelê Başûrê Kurdistanê bi îdîayeke mezin nû kir û xist meriyetê. Ji bo ruhê Raperînê bi ser bixîne û yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurdistanê pêk bîne bi daxwazeke mezin kar kir. Ji bo jiyana bi hev re ya gelan, ji bo pêkhatina paradîgmaya neteweya demokratîk û jiyana azad a mezheb, bawerî û komên etnîkî hemûyan, bi hemû hêza xwe kar kir. Ji serketina xwerêveberiyê bawer kir ku xwe dispêre xweseriya demokratîk a Kurdistanê û bi vê baweriyê bi rengekî bêdawî hewl da. Daxwaz û biryardariya herî mezin a hevrê Helmet pêkanîna Rojhilata Navîn a demokratîk bû. Lewma bi qasî li Başûrê Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê hate naskirin, bû pêşeng û bi şopa kûr a li pey xwe hişt bû mirovekî fikrî yê mezin, bû pêşengekî mezin ê şoreşê û avakarê civakê.

BÛ PÊŞENGÊ GELÊ ME YÊ BAŞÛR

Hevrê Helmet baş têgihiştî bû ku şertê bingehîn ê hevrêbûna Rêber Apo dilsoziya bi têkoşîna azadiyê ya jinê ye û bû yek ji hevrêyên pêşeng ku ev hişmendî xiste meriyetê. Hevrê Helmet bi gotina ‘Hîndekara herî mezin a jiyana min, dayika min e’ nîşan dida ku çanda xwedawendiyê xwe re kiriye esas, rastiya partiya jinê ya PKK’ê bi vê hişmendiya dîrokî, bi vê exlaq û felsefeya jiyana azad re kir yek. Di karên xwe hemûyan de jin weke pêşengên şoreşê û têkoşînê dît, ev yek ji xwe re kir esas. Ji gotina ‘Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’ ya Rêber Apo bawer kir û bi vê baweriyê têkoşiya û bû pêşengê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

Mîna ku Rêber Apo pênase dike partiya me partiya şehîdan e. Çawa ku damezrandina partiya me gaveke azadiyê ya ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer e, her şehîdekî me jî bû armancek ji bo avêtina gavên mezin, têkoşîn mezintir kir û gelê Kurdistanê hîn bêhtir nêzî azadiyê kir. Partiya me ku bi pêşengiya şehîdên me dimeşe îro li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye partiya pêşeng. PKK a ku bi vê pêşengiyê dimeşe, li Kkurdistanê li dijî xeta xiyanetê li her cihî û her tim li ber xwe da û di heman demê de veguherî tevgera pêşeng a gelên Rojhilata Navîn.

Niha li Kurdistanê têkoşîneke mezin a azadiyê tê meşandin û dîroka azadiyê ji nû ve tê nivîsandin. Li pêşberî vê têkoşîna azadiyê, xeta xayin û noker li pêşberî mêtingeriya Tirk bi lawazî tevdigere û di serî de xiyanetê li gelê xwe dike. Wezîfeya dawî ya hevrê Helmet ku beriya şehîd bikeve dimeşand, weke ku raya giştî ya Kurdistanê pê dizane; li dijî mêtingeriya Tirk afirandina yekîtiya neteweyî û xurtkirina berxwedanê bû.

Dijminên gelê Kurd îro li Bradostê, Asosê, Şêladizê, Şarbajar, Heftanînê êrişên xwe didomînin. Lê belê hêzên azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrişan di serî de li Heftanînê li tevahiya Behdînanê, li Xakurkê, li Başûr, Bakur û tevahiya Kurdistanê li ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wê bi ser bikeve.

Helwesta herî xurt a li dijî xeta xiyanet û hevkariyê ew e ku di pêşengiya hevrê Helmet de têokşîn bê mezinkirin, hişmendiya neteweya demokratîk bê geşkirin û li ser bingeha azadîparêziya yekîtiya neteweyî têkoşîn bê xurtkirin. Ev têkoşîn li dijî êrişên qirker û hewldanên dagirkeriyê bi pêşengiya partiya me PKK’ê dimeşe. Gerîla li tevahiya Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin. Bi qasî çiyayên Kurdistanê bajar, gund, tax hemû jî veguherîne keleha berxwedanê û debên giran li dijmin tên xistin. Têkoşîneke welê ye ku li tevahiya Rojhilata Navîn têkoşîna yekbûyî ya gelên Kurd, Ereb û Tirk bi pêş ve diçe û gelên herêmê digihîne azadiyê. Ti hêz nîne ku ev berxwedan, bawerî û daxwaz nikaribe pê. Ev bawerî û têkoşîn wê bi pêşengiya Rêber Apo kûrtir bibe, şoreşê bi ser bixîne û gelê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de li şûna ku mafê xwe ye bi cih bike. Bêguman ev daxwaz û biryardariya têkoşînê soza serketinê ye ku ji hevrê Helmet û şehîdan hemûyan re hatiye dayin. Şehîdên me yekane rastî ne ku di xeta Rêber Apo de daxwaza me ay têkoşînê û hişmendiya azadiyê mezin dike.

Li ser vê bingehê di salvegera 1’emîn a şehadeta wî de em hevrê Helmet bi rêz û minet bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wî bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Ji bo bîranîna hevrê Helmet em soza xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurdistanê dubare dikin. Em careke din ji malbata wî û tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin. Kêmkirina êşa wî û xwedîderketina li bîranîna wî mezinkirina partiya me PKK ye, avakirina Kurdistana azad a bi pêşengiya PKK’ê ye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku bi rengê Helmet serhildanê mezin bikin, li hemberî xiyanet û hevkariyê pêngava azadî û tolhildanê bigihînin asta herî bilind û bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 03’Ê TÎRMEHA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdan kirin

LEZGÎN - HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.