Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Bêyî têkoşîna demokrasiyê Elewîtî nikare bê parastin

KCK: Di salvegera komkujiya Sêwasê de xwedîderketina li bîranîna şehîdên Sêwasê bi tevlîbûna li nava têkoşîna demokrasiyê dibe. Bi afirandina welatekî ku Elewî jî, Kurd jî bi nasnameya xwe bi rengekî azad lê dijîn, dibe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/07/2020 - 13:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Di ser komkujiya Otela Madimakê ya Sêwasê re 27 sal derbas bûn. Em şehîdên komkujiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Daxwaz û hesreta wan wê bi têkoşîna azadiyê ya gelên me re teqez pêk werin. Civatên etnîkî û baweriyan hemû wê li Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bi nasname, çand, ziman û baweriya xwe bi rengekî azad û demokratîk bijîn.

Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê li ser bingeha parastin û ewlehiya hêzên dewletê de pêk hat, ku polîtîka û zîhniyeta wan; yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet û yek bawerî ye. Ji bo hêzên demokrasiyê yên Kurd, Tirk û Elewiyan nikaribin xwe bigihînin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ev komkujî kirin. Çawa ku îro her kesên ji bo demokrasiyê têdikoşin weke xayin û hevalbendê Tevgera Azadiyê ya Kurd dibînin, wê rojê jî aqlê dewletê xwedî heman zîhniyetê bû. Ji ber ku meşandina têkoşîna demokrasiyê birêvebirina têkoşîna civak û gelên bindest hemûyan bû. Ji ber vê yekê dewletê hêzên demokrasiyê hemû weke dijmin dît û êriş bir ser. Civata me ya Elewî jî ji ber ku bi çanda xwe ya alîgirê mezlûman beşek ji têkoşîna demokrasiyê bû, bû hedef. Bi vî rengî hewl dan ku Elewiyan, hêzên demokrasiyê û gelê Kurd ji têkoşîna demokrasî û azadiyê vegirin. Ji bo vê armanca xwe pêk bînin komkujiya li Sêwasê plan kirin û bi cih anîn. Ji bo vê jî dijminên Elewiyan, dijminên Kurdan û demokrasiyê bi kar anîn. Yên ku ev hêz provoke û sor kir, dewleta kûr û dûvikên wê bûn.

Dema ku mirov polîtîkayên dewletê, şert û mercên siyasî yên sala 1993’an bînin ber çavên xwe, hingî wê bê dîtin ku Komkujiya Sêwasê ji bo armanceke polîtîk hatiye kirin. Ev armanc jî ew bû ku Elewiyan bitirsînin û ji hêzên demokrasiyê vedigirin û bikin ku serî li şerê qirêj ê wê demê bitewînin. Ev yek di heman demê de dihate wê wateyê ku Elewî dest ji têkoşîna xwe ya azadiya baweriyê berde, serî li ber stratejiya yek bawerî ya dewletê bitewînin. Ji ber ku Elewî tenê li welatekî demokratîk dikare bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn.

BANGA ŞEHÎDÊN SÊWASÊ TEVLÎBÛNA LI NAVA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê niha jî ji her alî ve xwedî zîhniyeteke tekperest e. Dixwaze nasnameya Elewiyan jî ya Kurdan jî ya Êzidiyan jî ya Suryanî, Ermenî û Ereban jî ji holê rake. Dixwazin Elewiyan asîmîle bikin û di nava bawerî û mezheba serdest de wan bihelînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê qebûl nake ku nasmame û baweriyên cuda bi rengekî azad li gorî bawerî û nasnameya xwe bijîn. Di salvegera Komkujiya Sêwasê de yekane rêya dilsoziya bi bîranîna şehîdan re tevlîbûna li nava têkoşîna demokrasiyê ye, afirandina welatekî azad e ku Elewî û Kurd karibin bi rengekî azad bi nasnameya xwe bijîn. Nepêkane ku Elewîtî bi rengekî din bê parastin û azadiya baweriyê bê misogerkirin. Bêyî ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe, bêyî ku cihê xwe li nava tifaqa hêzên têkoşîna demokrasiyê bigire Elewîtî nayê parastin û jiyanek bi rengê Elewîtiyê nayê jiyîn. Banga şehîdên Sêwasê li Kurdan, kedkaran û jinan ew e ku li gel hêzên demokrasiyê hemûyan tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin.

Dewleta Tirk di 2’ê Tîrmeha 1993’an de ji bo ku Elewî tevlî têkoşîna demokrasiyê nebe, ji bo ku bi hêzên demokrasiyê re ku Kurd jî di nav de ne nebin yek, Komkujiya Sêwasê kir. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî îro bi dijminatiya li her kesî, bi êrişan hewl dide ji têkoşîna demokrasiye vegire. Li ser Elewiyan jî zextên bi vî rengî hene. Bi vî rengî dixwaze ku yekîtiya hêzên demokrasiyê lawaz bike ku azadiya Elewiyan jî azad dike û festhilatdariya xw eya faşîst a bi zîhniyetê tekperest. bidomîne.

Di salvegera Komkujiya Sêwasê de wezîfeya dikeve ser milê Elewiyan û dostan ew e ku tevlî têokşîna demokrasiyê bibin ku hesreta 34 Elewiyên demokrat, rewşenbîr, hunermend û nivîskar bû. Ji bo vê jî divê bi hêzên demokrasiyê hemûyan re tifaq bê çêkirin ku faşîzma AKP-MHP’ê êrişê dibe ser wan. Weke ku serokekî saziyeke Elewiyan got; heta ku Kurd azad bibin divê em bibin Kurd, heta ku Êzidî azad bibin divê em bibin Êzidî. Dema ku nêzîkatiyeke bi vî rengî hate nîşandan û li gel bindestan têkoşîneke hevpar hate weşandin, hingî wê xwedî li Elewîtiyê derkevin û azadiya baweriya Elewiyan bê misogerkirin.

Daxwazên azadiyê yên şehîdên Sêwasê û agirê li bedena wan geş bû wê paşverûtiyan hemûyan bişewitînin û azadiya gelan û baweriyan misoger bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya Şehîdên Heftanînê eşkere kir

Nivîsa Pêş

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta: Serketin bi berxwedan û têkoşînê dibe

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Sozdar Avesta: Berxwedan ti carî nade windakirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta: Serketin bi berxwedan û têkoşînê dibe

YRK’ê nasnameya Gerîllaya ku di 2019’an de Şehîd bûbû eşkere kir

YRK’ê nasnameya Gerîllaya ku di 2019'an de Şehîd bûbû eşkere kir

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.