Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

FLAŞ – Ji Gerîlla çalakî: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker her diçe zêde dibin. Di çalakiyên li Heftanîn, Xakûrkê û Şemzînanê hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/06/2020 - 15:45
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Bradostê teqîn, li Şemzînanê jî çalakiya Gerîla, kuştî û birîndar hene
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:

“Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa TC’ê ya dagirker a li herêma Heftanîn a li dijî dagirkeriyan dewam e. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên li gelek deveran li leşkerên dagirker dan wiha ne;

26’ê Hezîranê hêzên me li devera Şedara çalakiyek ku yekîneya dijmin dike hedef kirin. Di vê çalakiya bi bandor hate kirin de 2 leşker hatin cezakirin.

29’ê Hezîranê hêzên me yên parastina esman saet 11:45’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bi cih bûne çalakiyek kirin. Wê agahiyên li ser vê çalakiyê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Heman rojê saet 14:00’an dagirker dema ji Girê Xantûr ber bi Doza Berazan ve diçûn hêzên me yekîneyek xistin kontrolê û çalakiyek kirin. Di vê çalakiya hêzên me ji nêz ve bi xurtî li dagirkeran dan de, 10 leşker hatin cezakirin. Hêzên em heta saetên şevê dijimin xistibûn di bin kontrolê de û li dijî yekîneyên dijmin ên li ber xwe didan gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de ku heta saetên şevê dem bi dem şer qewimî dom kir, her ku li sre vê çalakiyê agahî ketin ber destê me em ê bi raya giştî re parve bikin.

Saet 14:30’î jî hêzên me li devera Girê Dupişka li dijî leşerên Tirk ên dagirker çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

Saet 16:30’î jî hêzên me li Girê Katosûlê bi rêbaza sekvaniyê li dijî yekîneyeke ya dijmin çalakiyek kirin û di vê çalakiyê de jî leşkerek hatiye kuştin.

ŞEMZÎNAN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Agahiyên li ser çalakiyan jî wiha ne;

28’ê Hezîranê saet 08:50’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Leylek ê Şemzînan a Colemêrgê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û leşkerek hatiye cezakirin.

29’ê Hezîranê saet 14:30’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Cibrî yê Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînan çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku li çeper û sitargehên dijmin bi bandor hate xistin, li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahî nehatin zelalkirin.

XAKURKÊ

29’ê Hezîranê saet 12.30’an hêzên me li herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê, li Girê Koordîne çalakiyeke biriye ser leşkerên dagriker. Di çalakiyê de derbên serkeftî li stare û kozikên dijmin hatine xistin û kozik û stare li gel çar leşkerên tê de hatine tinekirin. Artêşa dagirker a TC’ê piştî çalakiyê bi helîkoptêrê êrîşê bi helîkoptêrên Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine.

Eynî rojê artêşaa TC’ê ya dagirker di navbeyna Girê Lêlikanê û Kevortê de operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyên dijmin kirine ber kontrola xwe û 16.30’an li dijî yekîneyên dijmin çalakiyeke sabotajê kirine. Piştî çalakiyê yekîneya dijmin dema ku hatiye ku destwerdanê li qadê bike çalakiyeke dî ya sabotajê li dijî wan hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ya 3 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

QADA SACA HATIYE BOMBEKIRIN

29’ê Hezîranê saet 14.30’an artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di vê bombebaranê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.

NASNAMEYA GERİLAYEKÎ HATE AŞKEREKIRIN

Di daxuyaniya xwe de ya 29’ê Hezîranê me gotibû 25’ê Hezîranê hêzên me li qada Dola Heyderan a navçeya Colemergê Geverê çalakiyek kirine, di çalakiyê de wesayitek hatiye rûxandin, 4 leşker hatine cezakirin û piştî çalakiyê dema operasyonê hevrêyê me Brûsk Botan şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Brûsk wiha ye:

Nasnav: Brûsk Botan

Nav Paşnav: Hasan Kanat

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Asya – Sabrî

Dem û Cihê Şehîdbûnê 25’ê Hazîrana 2020’an/ Gever

Hevrêyê me Brûsk li Cizîrê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku di nav derdoreke wiha de mezin bûye, ku tim li nirxên welatparêziyê xwedî derdikeve, hê bi ciwanî bûye dilxwaze tevgera azadiya Kurd. Dîtiye, heta ku dawî li faşîzm û dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê neyê wê Kurd azad nebin û bi vê çarçoweyê berê xwe daye nav refên azadiyê. Hevrê Brûsek ku biryar li ser daye li çiyayên Kurdistanê gerilatiyê bike, bawerî pê aniye ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê me têkoşîn were dayin. Li gel ciwaniya xwe jî tim çalak bûye û ji hêla leşkerî ve xweş pêş ve biriye. Di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek ê modernîteya demokratîk û li eniyên pêş, li dijî faîzma TC’ê bi berpirsyariya ku berevaniyê li gelê me bike rabûye. Heta kêliya dawî bi kedeke mezin têkoşiyaye, her gava li nav gerîlatiyê têr û tije jiyaye û kedeke mezin di vê maweyê de daye.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Brûsk ê şehîd, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sond dixwin heta ku em xewn û xeyala şehîdên me, jiyana bi Rêbertiya azad re li Kurdistana azad pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bi serfiraziyê biencam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPS-Jin li Ordû, Manîsa, Îzmîrê çalakî li dar xist

Nivîsa Pêş

KCK: Çalakiya hevrê Zîlan manîfestoya azadiyê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: Çalakiya hevrê Zîlan manîfestoya azadiyê ye

KCK: Çalakiya hevrê Zîlan manîfestoya azadiyê ye

Akp’iyan sê endamên Partiya Saadetê kuştin- NÛ BÛ

Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk bombe li Xinêre dibarîne

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.