Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê bersiv da nameya ‘Zînî Wertê’ ya jinan

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik bersiv dan nameya zêdeyî 150 jinan a têkildarî rageşiya li Zînî Wertê. Hevserokan gotin, ew wê nameyê ji bo tevahiya mirovahiyê hêja dibînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/05/2020 - 13:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Roja 21’ê Gulanê zêdeyî 150 jin ên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen ên ji 20 welatan, nameyek ji KCK, PDK û YNK’ê re şandin, bal kişandin ser kiryarên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ji bo yekîtiyê bang kiribûn.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik kêfxweşiya xwe ya ji ber nameya jinan anîn ziman û destnîşan kirin ku banga li wan hatiye kirin ji bo wan “wezîfeyeke” ku divê bê pêkanîn.

Bersiva Hozat û Bayik wiha ye:

“Zêdeyî 150 jin ên ji saziyên jinan, aktîvîst, nivîskar û akademîsyenan ji serokê PDK’ê Birêz Mesûd Barzanî, ji Hevserokên YNK’ê Birêz Lahor Talabanî û Birêz Bafel Talabanî û Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik re nameyeke vekirî nivîsandin û me jî bi kêfxweşî xwendin. Ji ber vê nameyê, em spasiya wan dikin ku ji bo me bûye hêzeke mezin.

Peyama ku jinan piştî rûdana pirsgirêka navbera PDK û PKK’ê ya li qada Zînî Wertê ya Qendîlê bi rengê nameyeke vekirî şandin gelekî bi wate û hêja ye. Şer li xwezaya jinê nayê. Ji xwe şer ji aliyê zîhniyeta bi serdestiya mêr û polîtîkayên wan ve tên derxistin. Jinên ku ewlad, hevser, xwişk û birayên xwe ji dest didin, di tevahiya dîrokê de her tim li ber şer rabûne. Niha jî hêza ku pêşengiyê ji dijberiya şer re dike, jin in. Jinên Kurd jî her tim li ber şer rabûne; di şerê eşîran de jî ketine navberê û kirine ku li hev bikin. Ji ber vê çanda dîrokî em pê bawer in ku partî û siyasetmedarên Kurd wê vê banga jinan bibînin.

Kengî zîhniyeta bi serdestiya mêr hate lawazkirin û rê û rêbaza fikrê jinê li ser jiyana civakî û siyasî bêhtir bi bandor bû, hingî wê li dinyayê şer bi dawî bibe û aştî serdest bibe. Em vê banga jinan ne tenê ji bo çareserkirina rageşiya navbera partiyên Kurd girîng dibînin, di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê gelekî girîng e. Li cîhana ku mêr lê serdest e, jin temsîla wijdanê civakê dike.

Jin zanin ku li ku dibe bila bibe, şer zîhniyeta bi serdestiya mêr xurtir dike. Her sekneke ku li ber şer radibe, beşek ji têkoşîna azadiya jinê ye. Gotineke wiha heye; ‘Li devera ku şer lê diqewime beriya her tiştî rastî dimire’. Li devera ku şer lê diqewime ya esasî, demokrasî û azadî derbê dixwin. Ji ber vê yekê gelekî hêja ye ku jinan di banga xwe de li ser bingeha yekîtiya navbera Kurdan bal kişandine ser rola Kurdan a ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn û cîhanê. Kurd bi vê rola xwe wê herî zêde jiyana azad û demokratîk a Kurdan xurt bikin û hebûn û destketiyên Kurdan ewle bikin.

Banga ku jinan bi dostane û ji dil ji bo yekîtiya Kurdan kirin, ji bo me wezîfeyeke ku divê pêk bê anîn. Tespîta, ‘metirsiya li ser Kurdan wê bi vî rengî ji holê bê rakirin, firsend wê bi vî rengî karibin bên bikaranîn’ wezîfeya me ya vê demê bi bîra me dixe. Em dixwazin bêjin ku ji ber vê hesasiyeta wan, em minetdar in.

Dewleta Tirk ji bo li pêşiya jiyana demokratîk û azad a Kurdan a bi çand û nasnameya wan bibe asteng, êrişê dibe ser daxwazên Kurdan ên ji bo demokrasî û azadiyê, dixwaze destketiyan tune bike. Dijminatiya li jinan û dijminatiya li Kurdan bi hev re tê meşandin. Heman piştî banga jinan a ji bo yekîtî û aştiya nava Kurdan, êriş li dijî jinên Kurd hate kirin ku ev yek jî vê karakterê nîşan dide. Tirsa herî mezin a dewleta Tirk tevna piştevaniyê ye ya ku jinên Kurd bi jinên Tirkiyeyê û jinên li her devera cîhanê daniye. Vê yekê, li hemberî kiryar û polîtîkaya xwe ya mêtinger û qirker, li hemberî zîhniyeta faşîst a serdestiya mêr û polîtîkayên xwe yên şer weke astengiyê dibînin. Ji ber vê yekê êriş birin ser jinên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin.

Em di wê baweriyê de ne ku jinên azadîxwaz û demokratîk ên li tevahiya cîhanê dost û xwişkên jinên Kurd in. Eger jinên li dinyayê bi jinên Kurd re li dijî neheqî û şerê qirêj bi rengekî hevpar têbikoşin, wê dinyayeke demokratîk û azad ku şer lê nîne, bêhtir nêz bibe. Karakterê sedsala 21’ê wê ji aliyê têkoşîna hevpar û piştevaniya jinan ve bê destnîşankirin. Em vê banga jinan di heman demê de weke bangek ji bo têkoşîna hevpar a jinan li dijî hêzên dijminê azadî, demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û dinyayê fêhm dikin; em piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya jinên li dinyayê. Banga wan wê ji bo me timî bibe wezîfeyek ji bo pêkanînê.

Li ser vê bingehê em dibêjin, ku ji bo banga wan a yekîtiya neteweyî û aştiya nava Kurdan, em ê hewl bidin di pratîkê de bibin bersiv û jinên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin hemûyan bi rêzdarî silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 29’Ê GULANA 2020’AN

Nivîsa Pêş

MLKP: Êrîşkarên şehîdgehan wê hesab bidin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
MLKP: Ji bo Rojava dema serhildanê ye!

MLKP: Êrîşkarên şehîdgehan wê hesab bidin

YPJ'ê Şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan bi bîr anî

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.