Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPS-JIN fermandar Zeryan Denîz bi bîr anî

YPS-JIN’ê fermandar şehîd Zeryan Denîz bi bîr anî û got, “Wê bi tarzeke afirîner derbên mezin li dijmin xist.” Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin, “Werin tevlî nav refên YPS-JIN’ê bibin û li ser xeta xweparastinê em têkoşînê geştir bikin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/05/2020 - 13:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPS-JIN fermandar Zeryan Denîz bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – YPS-JIN’ê di salvegera şehadeta wê ya 5’an de yek ji fermandara şehîd Zeryan Denîz bi bîr anî. Di daxuyaniya YPS-JIN’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Di dîrokê de gelek berxwedanên demokratîk û azadîxwaz ên gelan hene ku li dijî mêtinger, hegemon û hêzên statukoparêz hatine kirin. Di berxwedana xwerêveberiyê de ya ku li Bakurê Kurdistanê hate kirin, gelê Kurd ji zarokan heta kal û pîran tevlî berxwedanê bûn, tax û kolanên xwe bi ruhê azadiyê parastin. Berxwedana xwerêveberiya bû berxwedana bi heybet a gelê Kurd.

EV BERXWEDAN BÛ QONAXEKE DÎROKÎ

Ev berxwedan bû qonaxeke dîrokî û faşîzma dewleta Tirk ji binî ve hejand. Vê berxwedanê planên çokdanînê yên dewleta Tirk pûç kir û hikumeta AKP’ê ber bi hilweşandinê ve bir. Vê têkoşîna komek ciwanên Kurd pêvajoyeke wisa ava kir ku dewleta Tirk sed salan jî nikare ji bîr bike. Ji ber paranoya tirsê bajarên berxwedanê kirin kalekol, ev jî aciziya wan diyar dike. Berxwedana xwerêveberiya demokratîk a ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Silopiyê diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe dikare her tiştî bike.

ZERYAN DENÎZ DERBÊN MEZIN LI DIJMIN XIST

Yek ji qehremana vê berxwedana bi heybet jî fermandar Zeryan Denîz e. Li Şirnexê ya ku keleha berxwedanê ye, li dijî bi hezaran leşker û polîsên dewleta Tirk bi gişî sed ciwanên Kurd jî derbên giran li dewleta Tirk xistin. Zeryan Denîz a ku pêşengtî ji berxwedana bajarê Şirnexê kir, bi tarza şerê afirîner derbên giran li dijmin xist. Heta nefesa xwe ya dawîn şer kir û wê mîrateyeke berxwedanê ya mezin ji me re hişt. Li dijî teknolojiya mezin, di nav bêderfetiyan de bûn xwediyê berxwedaneke destanwerî. Di temenekî ciwan de li Amedê tevlî tev refên tevgera azadiyê bû û her dem ciwan ma. Di nava jiyan û şer de her dem bi helwesta xwe ya mutewazî û bi biryar, di dilê gel û rêhevalên xwe de cih girt.

Ji fermandarên YPS-JIN Zeryan Denîz bi pratîka xwe nîşan da ku di şerê azadiyê de jin bi roleke bi çi rengî ya pêşengiyê radibin. Şervanî, hêz û sekna fedayî ya jinên Kurd di kesayetiya xwe de temsîl kir. Têkoşîna parastina rûmetê, welat û hişmendiya xweparastinê ya jinên azad bi jiyana xwe meşand. Di pêvajoya berxwedanê de bi sekna pêşeng rê nîşanî her kesî da. Bi tililiyên xwe ji berxwedanê re bû hêz, ji dijmin re jî bû kabûs. Şervanên YPS-JIN ku li çeperan hemûyan li refên herî pêş in, li ser şopa Fermandar Zeryan bi biryardarî û wêrekiyeke mezin dimeşin.”

BANGA LI JINAN: TEVLÎ NAVA REFÊN YPS’Ê BIBIN

Di dawiya daxuyaniya YPS-JIN’ê de wiha hate gotin:

“Di salvegera 5’an a şehadeta wê de em hevrê Zeryan bi hesteke mezin a tolhildanê bi bîr tînin. Em ê rêbaza şer a hevrê Zeryan ku di şerê nava bajaran de afirand, li her derê belav bikin û bikin rêya serketinê. Di têkoşîna azadiyê de em ê bi pêşengiya jinan bibin Zeryan, Rûken, Delal û faşîzma TC’ê hilweşînin. Bi vê armancê em bang li jinên Kurdistanî hemûyan dikin ku tevlî nava refên YPS-JIN’ê bibin, bi hişmendiya xweparastinê têkoşînê mezin bikin. Em bang li jinên ciwan dikin ku bêyî dereng bikevin tevlî nava vê rêxistiniya xweparastinê ya li her qadê bibin, bibin rêwiyên rêya serketinê ya mîrateya şehîdên me.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YJA-STAR: Em rêhevala xwe Zîn Avesta bi hurmet bi bîr tînin

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Bradostê barand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Bradostê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Bradostê barand

Girtiyên Kirşehîrê dest bi gireva birçîbûnê kirin

Girtiyên Kirşehîrê dest bi gireva birçîbûnê kirin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.