Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Peyama Rêber Apo ji bo yekîtiyê

Banga Rêber Apo a ji bo yekîtiya neteweyî giring e. Ev bang bi dilê gelê Kurd e û bêhna gel jî fireh dike. *** Rêber Apo dibêje, hûn nebin yek hûn ê winda bikin. Vê rastiyê ji PKK’ê re, ji YNK’ê re, ji PDK, Goran û partiyên siyasî tevan re dibêje.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/05/2020 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Wa bihar hat têkoşer bi ser ketin’
ParvekeTweet

“Rêber Apo li Îmraliyê ji bo cara yekê bi birayê xwe re bi telefonê axivî. Helwest û sekna serwext a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hişt ev axaftin pêk were. Bêguman 2018-219’an berxwedana li girtîgehan û têkoşîna dayîkan domandina pergala tecrîdê xist zorê. Li aliyê din dibe ku hesabên polîtîk yên faşîzma AKP-MHP jî hebin. Ji ber ku her helwesta têkildarî Îmraliyê polîtîk e.

Rêber Apo gotiye ku virûsa Coronayê niha li vir tineye. Ev tê wê maneyê; erê niha tineye, lê ji bo dema bê jî divê em hişyar bin. Kurtûkurmancî peyam da ye ku, têkoşîna li Îmraliyê girêdayî têkoşîna li derve ye.

Peyama giring a Rêber Apo der barê rewşa li Zînê Wertê de ye. Eşkere gotiye, divê rageşî û aloziya li wir bi dawî bibe. Bal kişandiye ser vê heqîqetê û zelal gotiye ku dê rageşî û şer zirarê bide her kesî. Esas ev hişyarî ji bo PDK ya ku pirsgirêk çêkirî jî peyamek e. Ji ber ku bi veguhestina hêzên leşkerî bo Zînê Wertê PDK bûye sedema pirsgirêk derkeve.

Rêber Apo dixwaze pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibe û ji bo vê jî îşaret bi yekîtiya netewî kiriye. Ji bo di navbera PDK û PKK’ê de pirsgirêk çênebin, ji bo pirsgirêkên çêbin jî veneguherin rageşî û şer û ji bo bên çareserkirin, Rêber Apo daxwaz dike protokola 1982’an a di navbera PDK û PKKê de were nûkirin û aktualîzekirin. Herhal niha jî PKK ji bo mohrkirina protokolek wiha amade ye. Lê ji ber peywendiyên PDKê yên bi Tirkiyê re bivênevê mirov difikire, gelo wê karibe îmzeya xwe li binê protokoleke bi vî rengî deyne. Bêguman Kurd hemû dê bixwazin PDK jî vê protokolê mohr bike.

Weke Rêber Apo jî îşaret pê dike; yekîtiya netewî pêk neyê Kurd hemû dê zirar û ziyaneke mezin bibînin. Desteka filan û bêvan hêzê, peywendiya bi filan û bêvan hêzê re ti carî bi ewle nîne û nabe. Ev rastî herî zelal di referanduma 2017’an de hat dîtin. Di referandumê de herî zêde dewleta Tirk a ku PDK pê re di nava peywendiyeke siyasî de ye, bû xwediyê helwestek neyînî. Hetta heqaret li PDK’yiyan kir. Di rastiyê de heqaret li Kurdan tevî kir. Amerîkaya ku PDK xwe disipêre jî destek neda. Di encamê de gelek dever ji dest çûn û hatin windakirin. PDK niha jî PKK’ê dike armanca êrişê. Lê heman PKK’ê heta dawî Kerkûk parast û piştî hemû hêzan herêm terk kir. Ya rastî dawiyê jî neçar ma ku herêmê terk bike.

Rêber Apo dibêje, hûn nebin yek hûn ê winda bikin. Vê rastiyê ji PKK’ê re, ji YNK’ê re, ji PDK, Goran û partiyên siyasî tevan re dibêje. Herî zêde kî nêzîkî yekîtiya netewî nabe û jê direve, ji wan re dibêje. Nehatina ber bi yekîtiyê, rê li rageşî û şerê di navbera Kurdan de vedike, herî zêde jî bi kêra dijminên Kurdan tê û xizmeta wan dike.

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyem dewam dike. Di van şert û mercan de ku Kurd nebin yek, bi taybetî ku di nava rageşiyê de bin û bi hev re şer bikin wê senger û çeperên di dest xwe de jî winda bikin. Jixwe di serî de dewleta Tirk, dijminên Kurdan hewl didin Kurdan parçe bikin, heta wan bera hev bidin û wisa bigihîjin armanca xwe. Kîjan partî an jî kom dibe bila bibe, ji derveyî peywendiyên mecbûrî yên siyasî û aborî, ku bi dewleta Tirk re peywendiyên kûr yên siyasî pêş bixe, ev dê zirarê bide Kurdan. Ji ber ku dewleta Tirk pêşengê dijminahiya bi Kurdan re ye, ti xêra Tirkiyeyek wiha ji bo ti Kurdekî tineye. Dibe ku Amerîka an jî welatên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe peywendiya bi Tirkiyê re teşwîq bikin. Dibe ku vê yekê ji bo polîtîkayên xwe yên têkildarî Tirkiyê rihettir bidomînin, bixwazin. Lê belê dawiya dawî ev peywendî dê zirarê bidin Kurdan.

Dibe ku dewleta Tirk peywendî û helwestên li dijî PKK’ê li PDK’ê ferz bike. Divê PDK van qebûl neke. Ji ber ku dawiyê dê PDK zirarê bibîne. Her wiha nabe ku partiyek li dijî partiyek din a Kurd peywendiyan çêke. Cihê vê di exlaqê neteweyî de jî tineye. Jixwe gelê Kurd jî ji peywendiya PDKʼê ya li gel Tirkiyê gelek nerazî û ne rihet e.

Ji bo PDK û PKK’ê ya bi xêr protokola 1982’an e. Ne mecbûre PDK vê protokolê ji raya giştî re jî ragihîne. Dê protokolek were mohrkirin, her hêza siyasî wê li gorî protokolê tevbigere. Her partiya siyasî di warê exlaqî û wijdanî de berpirse ku li gorî bendên protokola 1982’an tevbigere. Kî ji partiyan, PDK an jî PKK dikare bêje ez ê dijberiya bendên protokolê bikim?

PDK dibêje em demkî çûne, lê heta niha jî hêz li Zînê Wertê ne û hêzên xwe nekişandine. Heta tê gotin, di bin navê hêzên Helgurtê de yekîneyek taybet a ji 450 kesan şandine herêmê. Ewqas hêz çima dişînin? Dê raya giştî ya Kurd jî bipirse, ma ji bo şer tu ewqas hêzê dişînî. Raya giştî ya Kurd tevahî got, divê her hêz vegere cihê xwe yê berê. Ê tevî vê çima heta niha PDK li wir ma? An jî PDK dike meseleya xurûrê (kibrê) û li xwe danayne. Pêkanîna daxwaza raya giştî ya Kurd xurûra ti hêzê naşkîne; heta dê wê hêzê anore bike. Ewqas dirêjkirina rageşiyekê nerast e. Ji ber ku rageşî û alozî her dem rîska şer û berberiyê jî bi xwe re tîne. Ji ber vê sebebê rêya herî rast bi dawîkirina rageşî û aloziyê ye û divê ev neyê dirêjkirin.

Banga Rêber Apo a ji bo yekîtiya neteweyî giring e. Ev bang bi dilê gelê Kurd e û bêhna gel jî fireh dike. Ku birêz Mesûd Barzanî jî bangek wisa bike, dê gelê Kurd memnûn bibe. Birêz Barzanî çima vê bangê nake, mirov fêm nake. Wisa xuya ye ku navendek heye dixwaze ev rageşî û alozî dewam bike.

Tevî Zînê Wertê, bi hêviya li her qadê dawî li rageşî û aloziyên di nava Kurdan de were û rihê yekîtiya neteweyî xurttir bibe…


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gulîstan Çiya Îke

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 6’Ê GULANA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Ji ber vîrûsa koronayê zêdetirî 258 hezar kes mirine

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji ber vîrûsa koronayê zêdetirî 258 hezar kes mirine

Ji ber vîrûsa koronayê zêdetirî 258 hezar kes mirine

Li Şerayê erebeyeke çeteyên dagirker teqiya

Li Şerayê erebeyeke çeteyên dagirker teqiya

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.