Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: 4’ê Nîsanê rojbûna jin a azad e

YJA Starê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir, "Rojbûna Rêber Apo rojbûna jin a azad e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/04/2020 - 12:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA Star: ‘Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Rojbûna 72’an a Rêberê me ku nûnerê bêemsal ê jiyana azad û rastiyê ye, bi taybetî jinûve vejîna gelê Kurd û gelan e, pîroz be, bi hêviya ku gelê me di siberojên azad de xwe bigihîne Rêbertî, em 4’ê Nîsanê silav dikin.

Civakan di dîroka xwe de ji bo nirxên xwe ji hêzên serdest biparêzin timî pêwîstî bi lîderên ku civaka exlaqî û îradeya wan temsîl dike, dîtine. Dîroka civakî gelek lîder û pêşengên bi vî rengî dît û ew gihand paşerojê.

Çawa ku di destpêka dîrokê de êrişên herî giran ên li dijî nirxên civakê li xaka Rojhilata Navîn hatin kirin, di sedsala 21’ê de jî heman êriş li civakê hate kirin. Hêzên ji çîna serdest, zext li gelan kirin û hewl didin dest deynin ser nirxên gelan, gelan tine bihesibînin û her tiştên wan weke yên xwe nîşan bidin. Kurd tevî ku yek ji gelên qedîm ên xaka Rojhilata Navîn in, ji aliyê rêveberiyên serdest ve tine hatin hesibandin û bi rengekî nedîtî di rûpelên dîrokê de hatin bicihkirin.

Rojbûna Rêberê me 4’ê Nîsanê, ji bo gel û jinên Kurd ku hebûna wan ji holê hatibû rakirin bû roja jinûve vejînê. Ji ber ku ji koledariyê jî wêdetir di rewşeke mirinê de bûn. Gelê Kurd ê di rewşeke wiha de bi Rêber Apo re bû civakeke azad û ji nû ve vejiya. Eger dîrokê û gelan Rêberên bi vî rengî neafirandibûna, em nedibûn xwedî îdîaya afirandina civakeke exlaqî û azad. Jİ ber vê yekê di 4’ê Nîsanê de ne tenê Rêberê me ji dayik bûye; bi wî re nirxên hevpar ên ji danheviya hezaran salan ji nû ve vejiya ye. Danhevî, ked, can, bedel, berxwedêrî, lehengî, xwedawendî, canbexşên rastiyê, Manî, Hallaci Mancsûr, Pîr Sûltan, Şêx Bedreddîn, Qazî Mİhemed, Seyît Riza… her kes, her tişt careke din firsend dîtin ku ji nû ve vejin.

Bi taybetî ji bo jinan 4’ê Nîsanê xwedî wateyên gelekî cuda ne. Jinan bi saya Rêber Apo nasname, kesayetî, hişmendî, nirx û îrade bi dest xistin. Eger îro bi milyonan jin dikarin dakevin qadan û daxwaza nasnameya azad dikin, eger îradeya xwe dikarin nîşan bidin, eger di nava polîtîka û qada civakî de xwedî cih in û eger weke sembola berxwedana paşeroja azad, civaka azad li çiyê ne, li nava refên YJA Starê şer dikin, ev yek teqez bi saya ked û nirxên Rêberê me ye. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo me pîroz e. Ne tenê 4’ê Nîsanê, rojên têkoşînê hemû ji bo me dema jinûve rêxistinbûnê ye, ji ber ku Rêber Apo lîderekî welê ye ku her roj weke vejînên nû afirandiye. Jin di sedsaleke welê de ne ku derî li jiyaneke nû vekirine. Di vê mijarê de xwediyê keda herî mezin Rêber Apo ye. Vejîna Rêber Apo esasî vejîna jinan e. Bi Rêber Apo re jinan ji nû ve xwe li jiyanê girtine. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê di heman demê de rojbûna jinan e.

Felsefe û îdeolojiya Rêberê me û şêweyî wî yê jiyanê, li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê jiyanke azad û nû diafirîne. Li qada civakî hebûna jinê li her qadê nîşan dide, li qada leşkerî li dijî hêzên mîlîtarîst artêşên jin ên azad seferber dike, li qada siyasî jî bi hişmendiya siyasî ya jinan derb li sîstema heyî xistiye. Ji ber vê yekê gelê Kurd bi taybetî jî jin divê xwedî li îradeya xwe derkevin, van nirxan baş biparêzin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê ku gefê li tevahiya cîhanê dixwe, şert û mercên tenduristiyê yên rêberê me di metirsiyê de ye. Divê zextên li ser Rêber Apo bi dawî bibin û tavilê bê berdan. Yekane rêya parastina destketiyên xwe, bidawîkirina esareta fîzîkî ya Rêber Apo ye. Çawa ku wî ji bo me ji esaretê, ji esareta sîstemê rizgar bike tenêtî da ber çavên xwe, divê em jî bi heman serbilindî û wêrekiyê bi hêza xwe hemûyî ji bo azadiya Rêberê xwe seferber bibin. Ev yek ji nan, av, hewayê bêhtir ji bo me pêwîst e. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêberê xwe, ji bo azadiya Kurdistanê di her kêlî û saetê de li ber xwe bide, ji îrade û biryardariya xwe bi gavekê jî paşve venegere.

Bi navê YJA Starê em careke din rojbûna azad a Rêberê xwe pîroz dikin û ji ber jiyana azad, hêviya rastiyê, edalet, eşq, bawerî, îrade û berxwedan pêşkêşî me kir, malavayiya Rêber Apo dikin û dibêjin, ku xwegihandina hev a azad nêz e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan li Silêmanî ji bo 4’ê Nîsanê wêneyên Rêber APO daliqandin

Nivîsa Pêş

Endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da

Endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da

NIRXANDIN – Xiyanet Têk Diçe – 2

Ji bo hevdîtina lezgîn a bi Rêberê Gelan Ocalan re serlêdan hate kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.