Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD: Destpêka pêvajoya siyasî wê bibe dawiya DAÎŞ’ê

QSD'ê ragihand ku ew misogeriya Sûriyeyeke azad û piranîparêz in û destnîşan kir, destpêka pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê wê were wateya dawiya DAÎŞ'ê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/03/2020 - 16:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
QSD: “Êrişên dagirkeran bênavber didomin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî salvegera serketina li dijî çeteyên DAÎŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘HEVKARIYA ME DEWAM DIKE’

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

“Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, em îro serkeftina herî bilind û pîroz a ku me ji ber tevahî cîhanê ve pêk aniye di rûxandina rêxistina ku bi navê DAIŞ`ê dihat naskirin û rizgarkirina tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jê di 23`yê Adara 2019’an bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya ku ji cenga Kobanê ya dîrokî de ava bûye û bûbû bingeha hemû serkeftinan, ji wir dest pê kir û di paytexta xilafetê re derbas bû, li Baxozê şerê dawî yê serkeftina mezin bû di şerekî ku 5 salan dirêj kir, bi bîr tînin. Ev hevkariya me berdewam kir di qonaxeke nû de ji bo şerê li hember DAIŞ`ê bi rêxistina wê ya ewlehî û xetereya ku li ser cîhanê çêdike bi îhtîmala ji nû ve derketin û xweavakirinê.

Piştî bidawîbûna çalakiyên leşkerî li hember rêxistina terorî, dozine mezin li hemberî me derketin, girêdayî malbat û girtiyên DAIŞ`ê û berdewamkirina şerê li hember şaneyên wê yên razayî li herêmê û me karî 305 çalakiyên leşkerî çêkirina û 376 terorîstên DAIŞ`ê bigirtana. Çalakiya herî mezin a hevkariya îstixbaratî ku tê de seriyê rêxistina terorî Ebû Bekir El-Bexdadî û hinek din ji serçeteyên wê yên leşkerî hatin kuştin, li kêleka çalakiyên din ku hîna berdewam in.

Me zehmetiyên mezin kişandin di vehewandina dîlgirtî û malbatên DAIŞ`ê de ji ber lewaziya hevkariya navdewletî û mirovî di vê mijarê de, ji ber vê yekê em ji civaka navdewletî daxwaza hevkarî û karê hevbeş bi hêzên me û Rêveberiya Xweser re dikin û pêşkêşkirina piştgiriya ku tê xwestin ji bo temînkirina parastina zindanan û peydakirina alîkariyên mirovî ji bo kampan, her wiha hewldanên me ji zanîna çarenûsa bi sedan ji kesên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatine revandin, hene.

Di dema ku çalakiyên leşkerî yên dagirker a ku artêşa Tirk li dijî Girê Spî û Serêkaniyê bûn sedema lewazkirina terkîza hêzên me û astengkirina pêşdeçûna wan ji bo tunekirina terorîstên DAIŞ`ê û bandoreke neyînî li ser çalakiyên ku hêzên me li dijî rêxistina terorî çêdikirin, kir û hevsengiya hêzan li herêmê guhart, di encamê de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji herêmên rojavayî vekişiyan û çalakiyên hevbeş li hember DAIŞ`ê li bajarên Reqa, Minbic, Tebqa, Girê Spî û hwd kêm bûn; di encama kêmbûna çalakiyan de, rêxistina DAIŞ`ê demek bêtir bir ji bo şaneyên xwe bi rêxistin bike li wan herêman, di van deman de hêzên me çalakiyên ewlehî bi hêzên xwe yên xweser çêkirin û ji bo parastina ewlehî û îstiqrara van herêman.

Her wiha hebûna cîhadiyên komên radîkal ên ku di bingeha xwe de DAIŞ`î ne yên ku me karî em belge bikin di nava çalakiya dagirkirna Girê Spî û Serêkaniyê de, bû sedemeke din di gefxwarina ewlehî û îstiqrara herêmên me ku erkeke li ser milê civaka navdewletî bi van rastiyan re bi cidiyet bide û bistîne û li ser mijara vegera şêniyên her du herêman bixebite.

Îro, bi derbasbûna salekê di ser bidawîkirina xîlafeta sexte re, DAIŞ hîn cihekî metirsîdar digire ku em nikarin bi sistayî li hemberê bisekinin. Di heman demê de, dûrxistina nûnerên herêmê ji guftûgoyên navdewletî dihêle metirsiya vegera DAIŞ’ê hebe, rêxistina ku hîn di milê aborî û ewlehî de xurt e û karî bi derfetên xwe sûd ji qonaxên tevlihev bigirta û ji nû ve rih bi xwe ve bîne. Ji ber wê destpêkirina pêvajoya siyasî li Sûriyê wek fîşeka dawî li termê DAIŞ’ê dikeve û her wiha derî li ber aramiya herdemî ji bo herêmên rizgarkirî û QSD bibe mîsogera Sûriyeke azad û pirreng.

Di heman demê de, em pêwîstî bi domandina hevkariya xwecihî tevî hevrêziya ewlehî û leşkerî di navbera herêm û dewletên ku hebûna rêxistina terorî hîn çalak e, dibînin. Her wiha em li ser xurtkirina têkiliyan di navbera hemû pêkhateyên herêmê de tekez dikin, yên ku bi hêrsa Firatê û bahoza Cizîrê ji bo serkeftina Alîn û Cûdî û yên di berxwadanên Rûmet û Serdemê de heta gihîştin şerê bidawîkirina terorê têkoşîn kirine û yekitiya çarenûsa hevpar kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Ocalan: Divê li Îmraliyê tavilê tevdîr bên girtin

Nivîsa Pêş

Li gelemperiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li gelemperiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe

Li gelemperiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe

Rejîma AKP’ê şaredariyên Norşîn û Gokçebag jî desteser kir

Rejîma AKP'ê şaredariyên Norşîn û Gokçebag jî desteser kir

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.