Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Tenduristiyê ya KCK: Bêyî panîk divê tevdîr were stendin

KCK: Li hemberî vê vîrusa ku bûye krîza cîhanê, rêxistina tendirustiyê ya cihanê jî bêçare maye. Ji ber vê jî ji bo xweparastinê pêdivî heye. Civak divê li hemberî vê şewbê nekeve panîkê û di nav sikunetê de derbarê tendirustiyê hin tevdîran werbigire.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/03/2020 - 12:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Tendirustiyê ya KCK’ê derbarê şewba vîrusa koronayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.

LI SER MIROVAYETIYÊ BÛYE GEFEKE MEZIN

Wekî ku tê zanîn şewba vîrusa koronayê li hemû dinyayê belav bûye û li ser mirovayetiyê bûye gefeke mezin. Li hemberî vê şewbê pergala kapîtalîst bêçare maye û ketiye nav krîzeke siyasî, ekonomîk û civakî. Mirovayetî û civak bêyî parastin mane û pergalên tendirustiyê yên xwe dispêrin sermaye û karê jî dibin sedema krîz û panîkê. Ji ber nexweşiyekê li hemberî vê hilweşandina pergalê, mirovayetî û gel wê xwe bi parastin û lêgerîna pergaleke nû vê krîzê derbas bikin. Kapîtalîzm di demên dawîn de bi polîtîkayên xwe ji aliyekî ve ekosîstemê û şertên jiyan û xebatê ditengijîne û ji aliyê din jî xizmetên tendirustiyê dikin meta. Di heman demê de ji ber bikaranîna teknolojiya zêde û pisporiya zêde, pergala tendirustiyê ketiye rewşeke kompleks. Bi vê rewşê re civak bêyî agahî û zanîn maye û daxwaza ji bo xizmeta tendirustiyê gur û geş dibe. Tendirustî di salên dawîn de bûye têkiliyeke berxuriyê û qadeke veberhênanê ya kara wê zêde. Bi xizmetên tendirustiyê yên bûne meta, bedena mirovan bûne bireserên ku tevkariyê li pêvajoya komkirina sermayeyê dike. Xizmetên tendirustiyê di warê çendanî û çawaniyê de bûye metayeke ku li gorî dahata mirovan dikare sûd jê were wergirtin. Kesên dewlemend û xwedî karên pispor xizmetên tendirustiyê yên ku bûne sektoreke mezin a li ser karê, li gorî dilê xwe bi kar tînin. Kesên hejar jî li gorî budçeya xwe dikarin çareyan ji nexweşiyên xwe re bibînin.

DIVÊ EKOSÎSTEMEKE XURT HEBE

Ji bo ku mirov li ser xwe be divê xwedî ekosîstemeke xurt be. Heta teşeya jiyan û ferasetê neyê guherandin a ku her dem nexweşiyan diafirîne, her dem tendirustiya mirovan xerab dike, wê civakeke li ser xwe jî ava nebe. Tiştekî jêneger e ku divê ji civaka nexweş mirov ber bi civakeke li ser xwe ve were. Divê ji civaka zêde bajarîbûyî ber bi civaka ekolojîk û ji civaka otorîter û totalîter ber bi civaka azad, wekehev û ekolojîk ve pêk were. Ji bo mirov li ser xwe be, divê xwedî ekosîstemeke li ser xwe be. Berevajî vî tiştî mirov nikare qala lihevkirina civak û xwezayê bike. Heta ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze wekî feraseteke jiyanê teşe negire ango heta ku civak ne exlaqî û polîtîk be, wê ev kêşe her dem di rojeva me de bin.

Wekî ku tê zanîn vîrusa koronayê destpêkê li Çînê û piştre li gelek dera cîhanê belav bû, ji ber vê vîrusê bi hezaran mirov mirine. Ev şewb hê jî didome û rê li ber şewba global (pandemî) vedike. Xweparastin û parastina civakê wekî berpirsyariyeke mirovî li pêş me ye. Li hemberî vê vîrusa ku bûye krîza cîhanê, rêxistina tendirustiyê ya cîhanê jî bêçare maye. Ji ber vê jî ji bo xweparastinê pêdivî heye. Civak divê li hemberî vê şewbê nekeve panîkê û di nav sikunetê de derbarê tendirustiyê hin tevdîran werbigire. Ji bo ku em xwe ji vîrusa coronayê biparêzin, em Komîteya Tendirustiyê ya KCK’ê me xwest em bi çend xalan gelê xwe agahdar bikin. Bi bihîstyarî mirov nêzî vê meseleyê bibe, em bawer in wê ev krîz biqede.

TEVDÎRÊN DIVÊ WERIN STENDIN

Ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê divê mirov çi bike?

• Divê mirov ji derên qelebalix dûr bisekine.

• Di dema silavdanê de divê mirov neçin rûyê hev û hev hembêz nekin.

• Ji bo ku vîrus nekeve qirika mirovan divê 15 deqîqeyan carekê avê vexwe, bi vî awayî vîrus wê xwe bera mîde bide û di nav asîta mîde de bimire.

• Beriya her tiştî divê mirov li paqijiya bedena xwe miqate be û qadên jiyanê yên hevpar paqij be.

• Bi qasî 30 saniyeyan divê bi sabûnê dest were şuştin. Beriya xwarinê û piştî wê, beriya çûna daşirê û piştre jî divê dest bi sabûnê were şuştin.

• Divê mirov destê xwe nebe çav, poz û devê xwe.

• Divê mirov ji malê dernekeve. Heke pêdiviyeke lezgîn hebe jî divê maske û lepik werin bikaranîn.

• Kesên ku eniya wan zêde sincirîne, dikuxin û nikarin bêhnê bistînin, teqez divê biçin nexweşxaneyê. Ev kes divê dûrî jinên ducanî û zarokan be, tedawiya wan jî di bin kontrolê de be. Kesê ku ev vîrus tê de geriyaye divê têkeve karantînayê. Kesên ku di dema tedawiyê de alîkariyê didin jî divê bêyî maske û lepik nêzîk nebe.

• Di dema kuxik û pişkînê de divê bi peçeteyê devê xwe bigirin, piştî avêtina peçeteyê divê destê xwe bişon.

• Kesên kal û pîr, nexweşên dil û pişikê, kesên pergala wan a bedenê qels e, di bin rîskeke mezin de ne. Nîşaneyên vê nexweşiyê wekî sermagirtinê ye. Ji ber vê jî kesên dikuxin, eniya wan sincirîne û bêhna wan diçike divê biçin nexweşxanyê.

Xwarin û vexwarinên ku pergala parastinê ya bedena mirovan xurt dikin ev in

• Şîr, penîr, mast, hêk, masî û kezeb

• Îsot, silqok, gulkelem, kelem, gêzer, lehane, lîmon, pirteqal, kîwî û sêv (Divê baş were şuştin)

• Behîv û gûz jî baş in.

Heke bêyî panîk ev tevdîr were stendin wê ev krîz were derbaskirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li girtîgehan li dijî vîrûsa korona tedbîr nehatine girtin

Nivîsa Pêş

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – ‘Çawa Bijî, Çi Bikî û Ji Kur Dest Pê Bike’

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran dan

KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’

KCK'ê li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.