Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

YPJ: Wê têkoşîna me heta serketinê berdewam bike

Hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên li herêma Cizîrê, bi merasîmek leşkerî û şahiyekê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/03/2020 - 10:37
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
YPJ: Wê têkoşîna me heta serketinê berdewam bike
ParvekeTweet

HESEKÊ – Li Çiyayê Kezwana bajarê Hesekê ya Cizîrê Roja 8’ê Adarê, cejna tevahî jinên berxwedêr û cîhanê bi rûkeniya şervanên YPJ’ê û bi bedewiya keziyên keçên rojê bi coş û kelecaneke mezin hate pîrozkirin. Merasîm bi beşdariya sedan şervan û gelek fermandarê YPJ’ê hate lidarxistin. Fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar, Solîn Kobanê, Kurdistan Dêrîk, Albîn Amûdê û Avînar Girgê Legê beşdarî merasimê bûn. Rojda Şiyar di merasîmê de axivî û got; “Wê tekoşîna me ji bo azadiya tevahî jinan û parastina welatê me heya serketinê bidome.”

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar jî got ku, “Di serî de em roja 8’ê Adarê li tevahî şehîdên berxwedanê û li Rêber Apo pîroz dikin. Em roja berxwedana jinan ya li hember hişmendiya baviksalarî daye meşandin û vê roja ku bi keda jinên berxwedêr hatiye avakirin li tevahî jinên cîhanê bi parvekirina heman hestan ve pîroz dikin. Her wiha em li dayîkên şehîdan, tevahî mirovahiyê û jinên şoreşger yên bi kedek mezin tekoşîn dikin, bi coş û bi dilgermiyek mezin pîroz dikin.”

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar axaftina xwe wisa domand, “Weke roja îro têkoşîna jin û berxwedana jinên azadîxwaz, em gihîştin vana rojên serkeftinên dîrokî. Ji ber ku jin bi xwe jiyan e. Jinên ku îro li hember hemû şert û mercên herî dijwar li ber xwe dide li hember hişmendiya desthilatdar û di hemû qadên jiyanê de, ew jî YPJ’ê ye ku hemû jinên ji nasnameyên cur bi cur di nav xwede temsîl dike. Yê ku îro pêşengiyê dike, ji bo vîna xwe nasnameya xwe bi wêrekî derbixe holê, têkoşîn û şer dike. Bi hezkirina welatê xwe roj bi roj canê xwe feda kirin, ji bo jiyana wekhev her kêlî di nav berxwedaniyek dijwar de ne. Bêguman ev berxwedanî bi pêşengiya jinên rojhilata navîn di şexsê YPJ’ê de bi herfên zêrîn tê nivîsandin.”

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar, di dawî de bal kişand ser gefxwarinên dewleta Tirk û hevkarên wê yê li ser welatê wan dikin û wiha got; “Em YPJ bi vîn û baweriya xwe amede ne ku heta kêliya jiyana xwe dawî têbikoşin û ji bo azadiya tevahî jinên cîhanê û xaka xwe canê xwe feda bikin. Carek din em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo,li tevahî mirovahiyê û hevalên amede pîroz dikin.”

Şahiya ku ji aliyê şervanan ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkrin. Herî dawî şervanan govenda azadiyê cardin li ser xaka welatê xwe gerandin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan Azadî” û “Berxwedan jiyan e” şahiya xwe bi dawî kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bihar mizgînî ye!

Nivîsa Pêş

Hêjmara 12’emîn a Xwebûn derket

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hêjmara 12’emîn a Xwebûn derket

Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket

Bilbilê azadiyê yê bexçeyê Kurdan: Mihemed Şêxo

Bilbilê azadiyê yê bexçeyê Kurdan: Mihemed Şêxo

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.