Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hejmara 6’an a Zrîngê bi têmaya ‘Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê’ derket

Hejmara 6'an a xêzekovara kurdî "Zrîng"ê derket. Kovarê hem bi berga xwe hem jî bi naveroka xwe bal kişandiye ser "Newrozê" û bi têmaya "Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê" xwe gihand ber destê xêzehezan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/03/2020 - 12:33
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hejmara 6’an a Zrîngê bi têmaya ‘Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê’ derket
ParvekeTweet

AMED – Hejmara 6’an a xêzekovara kurdî ya mehane “Zrîng”ê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî derket. Di hejmara meha Adarê de têmaya kovarê “Newroz” e û bi berga ku agirê Newrozê bi tekeran gur dibe bi dirûşmeya “Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê” xwe gihand ber destê xêzehezan. Her wiha ligel têmaya Newrozê kovarê bal kişandiye ser 8’ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê jî. Di hejmara 6’an de li gel beşa Qirix, Zarokên Nemrûd, Tirşik, Mehlûqatên Eşref, Dîkê Qoqo, Sosretîk, Hestûyê, nivîsa Ozgur Amed, Terstaqla Reco, hevpeyvîna xêzî ya Kemal Gokhan a bi Migirdîç Margosyan re, xêzên Erceren hwd. gelek xêz û nivîs cih digirin. Her wiha kovarê di vê hejmarê de jî qehremanê xêzeromanê Asterîx tehlîl kiriye, di rûpela SînemaZrîngê de çar fîlmên cuda xêz kiriye û di rûpela “Şîreq Amatorên Zrîng” de cih daye xêzên du xêzkarên amator.

8’Ê ADARÊ Û 21’Ê ADARÊ

Di vê hejmarê de Dogan Guzel di beşa Qirixê de bal kişandiye ser Newrozê û ji bo agirê Newrozê berê karakterê xwe Kûto dide cem lastîkvanan û tekeran pê dide komkirin. Ligel vê Guzel, di rûpela xwe ya bi navê Besê de jî bi ser navê “Pîrekên Zalim, Mêrên Reben” jî bal kişandiye ser 8’ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê. Her wiha Guzel, di xêza xwe ya bi navê “Agirên Newrozê” de jî bal kişandiye ser Newrozên salên 90’î.

KOLONYAL SEDO
Ozgur Amed jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê Kolonyal Sedo, behsa serpêhatiya Sedatê ku li dijî dagirkerî û kolonyalîzmê çawa tev geriyaye û paşê çawa bûye êsîrê pergala ku li dijî wê têdikoşiya.
AGIRÊ NEWROZÊ

Terstaqla Reco jî bi nivîsa xwe ya bi ser navê “Agirê Newrozê” bal kişandiye ser pîrozbahî û amadekariyên Newrozê yên salên 90’î. Reco, di vê nivîsa xwe de bi zimanekî qerfî destnîşan dike ku di salên 90’î de di kîjan şert û mercan de Newroz çawa dihatin pîrozkirin û alternatîfên ji bo pîrozbahiyê çawa dihatin afirandin.

ZAROKÊN NEMRÛD, ÎNTIHAR, KRÎZA ABORÎ, PENABER

Îmam Cîcî jî di vê hejmarê de di beşa xwe ya bi navê “Zarokên Nemrûd” de zarokekî li ber pez û yezdanên ku vî zarokî bi tabletekê dixapînin û berxeke wî jê distînin xêz kiriye. Her wiha Cîcî di vê hejmarê de tevî Şerda Cîcî qehremanê xêzeromanê Asterîx ku Albert Ûderzo û René Goscînny ew afirandine tehlîl kirine. Ligel vê Cîcî di xêza xwe ya bi navê “Germ” de jî bal kişandiye ser rewşa penaberên ji serma mirine, welatiyên ji ber krîza aborî întihar kirine û dayika du zarokên astengdar Elîf Kisa ya ku 93 roj in girtiye.

HEVPEYVÎNEKE XÊZÎ

Kemal Gokhan jî di vê hejmarê de bi xêza xwe ya bi navê “Bi Nivîskarê Diyarbekirî Migirdîç Margosyan re Hevpeyvîneke Xêzî” cih girtiye û di vê hevpeyvîna xwe ya xêzî de bal kişandiye ser jiyana Margosyan û kêmaniyan ên li Amedê.

ŞÎREQ AMATORÊN ZRÎNG

Kovarê di vê hejmarê de jî di rûpela “Şîreq Amatorên Zrîng” de cih daye xêzên du xêzkarên amator. Ligel nirxandin û rexnekirina xêzên xêzkarên amator, ji bo xêzên gijolî (tarama) jî ji albûma Andrê Franqûîn ya bi navê “idees noiresê” hin xêz bi cih kirine.

SÎNEMAZRÎNG

Zrîngê di hejmara xwe ya 6’an de di rûpela SînemaZrîngê de vê carê jî cih daye 4 fîlmên cuda. Kovarê fîlmê “Beynelmilel” ê Sirri Sureya Onder, fîlmê “Parîs, Teksas” ê Wim Wenders, fîlmê “Nefret” ê Mathieû Kassovitz û fîlmê “Gestêrka Meymûna” ê Franklin J. Schaffner xêz kirine.>

X

Ender Ozkahraman jî di vê hejmarê de bi navê “X” xêzek çê kiriye. Ozkahraman di vê xêza xwe de bal kişandiye ser rewşa bavekî ku dike nake nikare zimanê zikmakî (kurdî) hînî kurê xwe bike.

Her wiha di hejmara 6’an de xêzkar Eşref Mûmcû di rûpelên xwe yên bi navê “Tirşik”, “Mehlûqatên Eşref”, “Dîkê Qoqo”, “Sosretîk”, “Melle” û “Tabletên Beredayî” de; Ronî Batê jî di rûpela xwe ya bi navê “Hestû”; Erceren jî bi xêzên xwe bal kişandine ser mijarine cur bi cur.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meha Sibatê 131 karkerî li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan

Nivîsa Pêş

Di meha Sibatê de 12 nûçegihan hatin binçavkirin, 1 jê hate girtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di meha Sibatê de 12 nûçegihan hatin binçavkirin, 1 jê hate girtin

Di meha Sibatê de 12 nûçegihan hatin binçavkirin, 1 jê hate girtin

Li Îranê 15 kesên din ji ber vîrûsa Korona mirin

Li Îranê 15 kesên din ji ber vîrûsa Korona mirin

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.