Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Hêza jinê ya guhertinê heye!

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyar kir, "Potansiyela jinê ku li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan afiriye û rabûye ser piyan, hêza xwe ya guhertinê heye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/03/2020 - 11:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Jineolojî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Hêza jinê ya guhertinê heye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaiyek weşand.

KJK’ê şehîdên jin ên bi wesîleya 8’ê Adarê bi bîr anî û ji Clara Zetkîn û Rosa Luksembûrgan heta Sakîne Cansiz, Delal Amed, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Şîrîn Elemholî, Leyla Qasim, Binevş Agal, Arîn Mîrkan, Viyan Soran, Armanc Goşkar, Çîçek Kûrtalan, Şevîn Bîngol, Avesta Xabûr, Hewrîn Xelef, dayikên Akîde û Taybet, jinên li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê xeta berxwedanê dihûnin silav kir.

Koordînasyona KJK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava êşkence û tecrîdeke giran de ye bi rêzdarî û hezkirinê silav kir û destnîşan kir ku heta tecrîdê û dîlgirtinê bi dawî bikin û Rêberê xwe azad bikin wê bi rengekî bênavber têbikoşin.

ÇARESERIYA KRÎZA LI CÎHANÊ

KJK’ê ragihand, ji bo çareseriya krîza li cîhanê, tevger, gel û jinên li Rojhilata Navîn bûne aktorekî girîng û ketine dewrê. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Mîna rola jinan a di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jin di çareseriya Rojhilata Navîn de wê rola xwe ya destnîşankirina serdema şaristaniya demokratîk hîn bêhtir bilîzin. Gelên bindest wê bi çanda xwe ya dewlemend rejîmeke siyasî ya bê netewe-dewlet ava bikin, modernîteya demokratîk biafirînin. Paradîgmaya mêr li ber îflasê û têkçûnê ye. Ev êrişên qirkirinê û komkujiyên tên kirin wê dawî li paradîgmaya mêr ê serdest bîne. Paradîgmaya azadîparêziya jinê wê hîn bêhtir bê fêhmkirin. Jin wê li dijî şer û hilweşînê jiyanê biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Em xwedî wê hêz û rêxistiniyê ne ku sîstema kapîtalîst a ku faşîzm û dagirkeriyê dike rawestînin, pêşî li zîhniyeta serdest bigirin ku dijminatiyê li jin û civakê dike.”

‘HÊZA JINÊ YA GUHERTINÊ HEYE’

KJK’ê diyar kir, “Potansiyela jinê ku li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan afiriye û rabûye ser piyan, hêza xwe ya guhertinê heye” û ragihand, “Di asta gerdûnî de em dikarin têkoşîna xwe mezin bikin û guhertinê pêk bînin. KJK wê têkoşîneke şoreşgerî û radîkal a guhertineke bingehîn a civakî di sala 2020’an de mezintir bike. Ji ber vê yekê em dibêjin, pêşwazîkirina 8’ê Adarê ya 2020’an di vê çarçoveyê de ji rojeke sembolîk derbas bûye. Ji bo em destketiyên mezin di sala 2020’an de bi dest bixin û armancên xwe pêk bînin, em ê perspektîfa têkoşîna saleke nû bi 8’ê Adarê re bêhtir şênber bikin.”

KONFEDERALÎZMA JINÊ

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê li qadan, sala 2020’an wê bibe saleke welê ku asta azadiyê ya jinên Kurd, hêviya jiyana azad û bidestxistina azadiyê, têkoşîn, berxwedana jinan û gelên bindest wê xurtir bibe. Têkoşîna azadiyê ku tevgera azadiyê ya me pêşengiyê jê re dike, li cîhanê bi mîsyoneke girîng radibe. Bi jinên cîhanê re di nava biryardarî û piştevaniyê de ji bo xurtkirina refên têkoşîna azadiyê gavên girîng avêtiye.

Derfetên ji bo avakirina konfederalîzma jinê, enternasyonalîzma jinê ji her demê bêhtir afirîne. Ji niha ve eşkere ye ku 8’ê Adarê ya îsal li dijî sekna li hemberî serdestiya mêr, hêzên emperyalîst, faşîst û mêtinger wê bi bandor be.”

Di vê çarçoveyê de KJK’ê bang li jinan hemûyan kir ku li her devera cîhanê sekn û helwesta xwe bi rengekî girseyî û radîkal nîşan bidin.

‘RASTIYA RÊBER APO HEBÛNA GELÊ KURD E’

Koordînasyona KJK’ê bi berdewamî destnîşan kir ku rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna cewherî û azadiya gelê Kurd e û wiha dewam kir: “Jin û gelê me armanc û îradeya têkbirina komploya navneteweyî di sala 22’an de bi rengekî berbiçav nîşan dan. Wê nêzîkatiya ji bo parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û têkbirina komploya navneteweyî careke din li qadên 8’ê Adarê nîşan bidin. Gelên Rojhilata Navîn, gelên cîhanê û jin hemû bawer in ku bi Rêber Apo dikarin azad bibin.”

‘WÊ BIBE TÊKÇÛNA TC’

Koordînasyona KJK’ê bal kişand ser şewata li Girava Îmraliyê û ev hişyarî da: “Zerara ku li jiyana Rêber Apo bibe wê bibe têkçûn û bidawîbûna Komara Tirkiyeyê. Wê di nava hêrsa gelê Kurdistanê, gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û jinan de bifetisin.

Ji ber ku Rêber Apo sedema me ya hebûnê ye, îradeya me ye. Meşa dîrokî, berxwedana dîrokî ya 45 salan a Rêber Apo nîşanî me jinan dikin ku em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne. Divê em zanin ku mezinahiya êrişên faşîzan ji ber tirsa ji hêz û bandora me ye.

‘TU JÎ RABE SER PIYAN’

Em bang li jinan, gelê me, ciwanên Kurd, jin ên ciwan dikin ku di çarçoveya pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ di 8’ê Adarê de têkoşînê bi rêbaza seferberiyê pêşwazî bikin. Bi navê KJK’ê em dibêjin, em ê bi dirûşma ‘Têkoşîna jinan, xwebûn e, berxwedan e, azadî ye’ rastiya jinê bi serketinê tacîdar bikin. Em bawer in ku jin û gelê me wê bersiva herî xurt a li dijî rastiya Erdogan ê bi mejiyê DAÎŞ’ê, li qadên 8’ê Adarê bidin.“

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

Koordînasyona KJK’ê bang kir ku li ser bingeha Yekîtiya Jinan a Neteweyî ya Demokratîk li dijî tecrîdê û faşîzmê dakevin qadan û diyar kir, “Li ser vê bingehê  em di wê baweriyê de ne ku jinên Kurd ên pêşengiyê ji paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk re dikin wê weke hêza pêşeng a Yekîtiya Jinan a Rojhilata Navîn a Demokratîk di 8’ê Adara 2020’an de rola xwe bi cih bînin û bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Agirî bi roketan li wesayîta Midûriyeta Gumrukê hate xistin

Nivîsa Pêş

Li rojnamevan Orûç 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rojnameger Azîz Orûç peyam şand: Pêdiviya min bi piştevaniya we heye

Li rojnamevan Orûç 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn

LEZGÎN – Ji Yekîneyên Tolhildanê li Amedê, Riha û Enqereyê çalakî

LEZGÎN - Ji Yekîneyên Tolhildanê li Amedê, Riha û Enqereyê çalakî

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.