Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Tirs û fikara vîrûsa Korona li Wanê belav dibe

Li Wanê û bajarên derdora wê tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona belav dibe. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/02/2020 - 10:34
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Tirs û fikara vîrûsa Korona li Wanê belav dibe
ParvekeTweet

WAN – Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona ku li Çînê derkete holê, li dehan welatan belav bû. Yek ji van welatan jî Îran e. Vîrûsa Korona ku li bajarê Qûmê yê Îranê rû da li gelemperiya Îranê bû sedema mirina 16 kesî. Zêdebûna hejmara mirovên ji ber vîrûsê li Îranê mirin, li bajarê Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bû sedema tirs û fikaran. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin. Ji ber vê panîkê mirovên ku li nexweşxaneyan randevû standin randevûyên xwe betal dikin.

Tevî ku deriyên sînor girtî ne, welatiyên Îranê hîn jî tên Wanê. Îraniyên ku bi rêya balafiran diçin Stenbol û bajarên cuda, ji wan deveran tên Wanê. Ji ber panîkê şêniyên bajêr êdî bi maske digerin. Welatî gilî û gazinan dikin ku dewlet tedbîrên têrker nagire.

5 KESÊN KU ENCAM ‘NEGATÎF’ BÛ JI NEXWEŞXANEYÊ DERKETIN

Beriya niha 5 kes bi hinceta ku canê wan gelekî sinciriye rakirin nexweşxaneyên li Wanê û bi gumana vîrûsa Korona ew xistin karantînayê. Piştî ku di lêkolînê de encama “negatîf” derket, her pênc kes ji nexweşxaneyê derketin. Yek ji wan pênc kesan jî Çafer Koç e. Koç ku ji Îranê hat Wanê û bi gumana vîrûsa Korona rakirin nexweşxaneyê, piştî ku encamên testê paqij derketin ji nexweşxaneyê derket.

‘LI GORÎ GRÎP A ASAYÎ BI DEH QATÎ BÊHTIR KUJER E’

Serokê Şaxê Wanê yê SES’ê Sezer Orenç anî ziman, piştî ku li Îranê mirov ji ber vîrûsê mirin û li hin mirovên din peyda bû, li Wanê tirs û fikar li nava civakê belav bû. Orenç diyar kir ku li gorî grîp a normal (înflûenza) ev vîrûs hîn zû (însîdans) belav dibe û rêjeya mirinê jî 2 heta 2.5 ji sedî ye. Orenç destnîşan kir ku ev yek li gorî grîba normal bi 10 qatî zêdetir e.

Orenç ji rayedaran xwest ku li deriyê sînor tedbîrên tenduristiyê zêde bikin, qadên karantînayê ava bikin û ekîpbanên têrker li herêmê bi cih bikin, ku bi vî rengî dikarin pêşî li belavbûna nexweşiyê bigirin.

LI BEDLÎSÊ JÎ GUMANA VÎRÛSA KORONA

Devereke din ku vîrûsa Korona lê bû sedema panîkê, navçeya Tetwan a Bedlîsê ye. Eşkere bû ku bi gumana vîrûsa Koronayê kesek li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê xistine karantînayê. Tê gotin, ji ber gumana vîrûsa Korona piraniya welatiyan randevûyên xwe yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê betal dikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 26’Ê SIBATA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker careke din komkujî pêk anî: 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker careke din komkujî pêk anî: 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker careke din komkujî pêk anî: 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn

PYD kongreya xwe ya 8’emîn lidar dixe

Encamnameya kongreya PYD'ê hate eşkerekirin

Manşet

  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe
  • Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike
  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.