Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Encamnameya kongreya PYD’ê hate eşkerekirin

Encamnameya 8'emîn Kongreya Asayî ya PYD'ê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin herêm aram nabe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/02/2020 - 14:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
PYD kongreya xwe ya 8’emîn lidar dixe
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Encamnameya Kongreya 8’emîn a PYD’ê hate eşkerekirin, ku Ayşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserok.

‘DESTPÊKA RÊYEKE NÛ’

Encamname wiha ye:

“Bi dirûşma ‘Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin’ kongreya 8’emîn a partiya me di 24-25’ê Sibata 2020’an de bi beşdariya 650 delege, mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, nûnerên ji tevahî pêkhate û TEV-DEM, MSD, QSD, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongreya Star li dar ket. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokên PYD’ê birêz Eyşe Hiso û birêz Şahoz Hesen axaftina destpêkirina kongreyê kir, dûvre nameyên pîrozbahiyê hatin xwendin. Her wiha rapora hevserokatiyê, Meclisa Giştî ya partiyê û Meclisa Jinan hatin xwendin û paşê rewşa niha û rola girîng a ku dê PYD di merheleya bê de bilîze, hat nirxandin.

Endamên beşdarî kongreyê bûne, destnîşan kir ku lidarxistina kongreya 8’emîn di vê dema hesas û dîrokî ku tê re derbas dibin, pir girîng e û ev kongre dê bibe destpêkeke nû ya sepandina rêça azadî û parastina destkeftiyên gel û garantiya mafan ku keda PYD’ê tê de ya herî mezin bû.

KRÎZA SÛRIYEYÊ BI ÇI RENGÎ DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN?

Endamên di kongreyê de piştrast kir ku salên dirêj ên aloziya Sûriyê careke din misoger kirin ku doza bingehîn li Sûriyê, tunebûna pergala demokratîk e û dewleta neteweyî ne pêkan e bibe çareya dozên gelên me. Ji lewre pêdiviya gelê Sûriyê bi sîstemeke demokrat a nenavendî ku mafên gelê Kurd di destûrê de garantor bike û her wiha mafên tevahî pêkhateyên etnîk û olî li Sûriyê jî garantor bike, heye. Çareyeke binyad ji dozên li Sûriyê re bêyî beşdariya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebata dan û standin û komîteya destûrê de nebe pêk nayê. Her wiha berdewama di siyaseta paşguhkirinê de, alozî û pirsgirêkan kûrtir dike û çareya yekane xwespartina diyalog, dan û standinê ye. Em wek PYD ji diyalog û dan û standina bi hikumeta Sûriyê re amade ne.

Li aliyekî din jî pêdivî bi rêxistinkirina opozîsyona nîştimanî ya demokratîk û ya serbixwe dûr ajandeyên herêmî û navdewletî heye û dê partiya me bi rola pêşeng da ku ev yek pêk bê, rabe.

Ji mijarên bingehîn ên di kongreyê de behsa wan hatine kirin ew in ku partiya me wek damezrînerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye dê xebata sepandina têgeha demokratîk û îkolojî pêk bîne, her wiha dê bi hemû hêza xwe xebata sepandin û pêşxistina karên Rêveberiya Xweser ku nimûneya redkirina parçekirin, mafên tevahî pêkhateyan pêk tîne û pêkane ji bo çareseriya dozên li Sûriyê xwe bispêrinê, bike.

ÊRIŞÊN DAGIRKER

Di kongreyê de hat piştrastkirin ku DAIŞ hê jî xetereya xwe heye û têkoşîna li dijî wê girîng e. Dê PYD’ê kedên ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, ji ber ku sûc li vir pêk anîne û divê li vir bên darizandin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dijmirovî û guhartina demografiyê pêk tîne wekî berdewamiya DAIŞ’ê û gefên bingehîn li aramiya herêmên me dixwe. Her wiha îşaret bi QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê hat kirin ku garantiya hebûn û mafên me wek pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji lew re destekdayîna van hêzan ji aliyên madî û manewî ve dê bibe pêywendiya bingehîn a pêşerojê li gorî partiya me û rizgarkirina herêmên ji hêla dewleta Tirkiyê ve dagirkirî dê hedefa bingehîn a xebatê be.

‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE, ARAMÎ NABE’

Di kongreyê de îşaret bi doza Kurd hat kirin ku dozeke girîng li Rojhilata Navîn e û bêyî wê aramî li herêmê ne pêkan e. Ji lew re lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanî ji pêwîstiyên vê merheleyê ye, wek partî jî kedên ji bo pêkanîna vê pêngava dîrokî û starajîk didin. Her wiha hat piştrastkirin ku ji bo diyaloga nîştimanî ku tê de tevahî partiyên Kurd beşdar bibin, jê ENKS, bê merc û bendan, amade ye. Li aliyekî din jî çawa ku têkiliya bi tevahî pêkhateyên herêmê re mîna Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen, Çerkez û Çeçen girîngiyeke stratejîk e, dê weke partî bixebitin da ku vê têkiliyê li gorî metoda neteweya demokratîk bi pêş bixin.

‘DIVÊ ROLA CIWANAN AKTÎF BIBE’

Endamên beşdarî kongreyê bûne, misoger kir ku berdewama metoda siyaseta xeta sêyemîn û pêşketina têkilî û lihevkirinên ku dikevin xizmeta garantî, mafên gelê me, pêkhateyên herêmê û parastina yektiya xaka Sûriyê dikin, girîng e. Her wiha rola ku jinan di PYD’ê ji bo pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan de daye cihê pîroziyê ye. Li aliyekî din jî rizgarkirina mêr û jinan ji têgehên cinsî da ku malbateke demokratîk pêk bê û piştevaniya partiya me di şoreşa jin û sepandina şoreşa civakî de bê kirin, ji destkeftiyên herî girîng e ku divê di dema bê de pêk bînin.

Der barê rola ciwanan de, PYD’ê di fikr û xebatên xwe de da ku ciwanên nîştimanî yên zane û azad ava bikin, wekî ciwan bû. Her wiha dê erkên herî girîng di merheleya bê de, aktîvkirina rola ciwanan di avakirina civak û pêşerojê de bin.

Di dawiyê li ser rola partiyê di afirandina civakeke birêxistinkirî, zane û azad de hat rawestandin, li ser vê bingehê dê xebat li pêşxistina hemleya rêxistinî ku kesek li derveyî rêxistinê nemîne, pêk bê. Ji ber civaka civaka birêxistinkirî ku zanebûna dîrokî û siyasî li gel wê hebe dikare nasname, xak û nirxên xwe biparêze. Ji ber partiya me, partiya şehîdan e, girêdana bi bîranîn û nirxên şehîdan re erkeke jiyanî ku nikarin paşguh bikin. Di dawiya kongreyê de birêz Eyşe Hiso û birêz Enwer Mislim wek hevserokên partiyê hatin bilbijartin û her wiha 90 endam ji bo Meclisa Giştî ya partiyê û desteya dîsîplînê jî hatin hilbijartin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Artêşa Tirk a dagirker careke din komkujî pêk anî: 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ji Yekîneyên Tolhildanê yê DGH’ê li dijî Akp’îyan çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Yekîneyên Tolhildanê li dijî kontra çalakiya bi bombeyên deng

LEZGÎN - Ji Yekîneyên Tolhildanê yê DGH'ê li dijî Akp'îyan çalakî

Dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dikin

Artêşa tirk a dagirker gundewarên Efrîn û Şehbayê topbaran dike

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.