Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê şehîd Mehmet Saît Demîr bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/01/2020 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
PKK’ê Şehîd Dijwar Botan bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Mehmet Saît Demîr (Dijwar Botan) ragihand ku 7’ê Kanûna 2019’an ji ber krîza dil şehîd bûye.

Di daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê wiha hate gotin: “Şehîd nîşaneya tevahiya nirxên pîroz ên têkoşîna azadiyê û hebûna gelan e, nîşaneya herî bi rûmet û watedar a jiyanê ne, mînaka fedakariya exlaqî ne. Şehîd hesret û bîranîna jiyanê ne, çavkaniya afirîner a paşerojê ne. Bi bîranîn, hesret û rêzdariya xwe hem di serdema heyî de jiyan e hem jî raperîn û eşqa azadiyê ya bêdawî ne. Ji bo wan rabirdû nîne… Ew pir in ku rabirdûyê, dema heyî û paşerojê digihînin hev. Dilê mezlûman e, zimanê xizanan e, mîna nîşaneyeke jênebir hestên raperîner û êşa gelan di bîranînên xwe de hilgirtin.

Yek ji hevrêyên me yên şehîd ku ev xet ji xwe re kir esas û heta nefesa xwe ya dawî li ser vê xetê meşiya, hevrêyê me Mehmet Saît Demîr bi nasnav Dijwar Botan e ku di sala 1973’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû û di sala 1992’an de li Mersînê tevlî nava refên azadiyê bû. Hevrêyê me Dijwar Botan di 7’ê Kanûna 2019’an de ji ber krîza dil tevlî karwanê şehîdan bû û daneheviyeke mezin a têkoşînê li pişt xwe hişt.

Hevrê Dijwar Botan di nava 27 salên têkoşîna xwe de li Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê û her devera ku pêwîstî pê hebû bi rengekî serketî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Şehadeta hevrê Dijwar Botan ji me windahiyeke mezin bû.

27 SALAN TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ MEŞAND

Tevî ku lingekî xwe nebû li her qada ku dixebitî bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê û kar ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Lewma bû nûnerekî baş ê milîtaniya Apoyî, îdîa û îradeya şoreşgerî ku wê çavên hevrêyên wî her tim lê bigerin.

Hevrêyê me Dijwar Botan-Mehmet Saît Demîr di sala 1973’an de li gundekî eşîra Dûdêran a li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Malbata wî ji ber sedemên neçarî koçî Mersîn-Tarsûsê kir. Bi vê koçberiyê re weke ewladê welatekî hatiye dagirkirin li metropolên mêtingeran neçar ma bimîne. Heta ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe, ji bo alîkariya aborî bi malbata xwe re bike li vî bajarî gelekî xebitî. Hevrê Dijwar di temenekî zû de bi kedê re eleqedar bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê di 27 salan de bû milîtanekî çalak di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê.

Li Mersînê, ku ji ber polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a li ser gelê Kurd di pêvajoya şewitandina û valakirina gundan de gelek malbata koç kirin, hevrê Dijwar bi bandora nêrînê welatparêziyê û hezkirina ji tevgera azadî û demokrasiyê tevlî karên civakî bû. Her ku rûyê rast ê rejîma dewleta Tirk a faşîst nas kir, bêhtir têkoşiya. Ji xwe bi têkoşeriya xwe, bi danhevî û tecrûbeya xwe di temenê xwe yê ciwantiyê de sala 1992’an berê xwe da Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Dijwar hîn dema gerîlayekî ciwan û nû bû, di çalakiyekê de ya li dijî mêtingeran bi giranî birîndar bû û lingekî xwe winda kir. Ji bo tedawiyê çû Sûriye û Rojava û heta sala 2001’ê li nava gel di asta herî bilind de kar kir.

Di çarçoveya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de di demekê de ku êrişên rejîma Sûriyeyê yên li dijî tevgera me ya demokrasî û azadiyê bi hevkariya dewleta Tirk zêde bûn, tevî zext û zordariyê jî di nava kar de bi rola xwe rabû. Bi biryara tevgerê, hevrê Dijwar Botan tevî gelek hevrêyên xwe di sala 2001’ê de vegeriya çiyayên azad û cihê xwe di gelek karên cuda de girt.

LI DIJÎ XAYIN Û NOKERAN LI REFÊN HERÎ PÊŞ TÊKOŞIYA

Hevrê Dijwar ku li qada Rêbertî perwerde dîtibû, li dijî bandora komploya navneteweyî bû xwedî helwesteke ku xeta berxwedanê ya şoreşgerî temsîl dike. Di kar û wezîfeyên xwe de berpirsyariyên xwe bêdudilî bi cih anî û li dijî xeta xayin-noker bi coş û kelecaneke mezin helwest nîşan da. Ji xwe hevrêyên gazî ku Rêberê me wan weke şehîdên dijîn bi nav dike, bi pêşengiya hevrêyên gazî yên mîna hevrê Dijwar li dijî xayin û nokeran li refên herî pêş li gel Rêbertî cih girtin, li gorî pêwîstiyan di her kar û wezîfeyê de berpirsyariya xwe bi cih anîn.

Di karê ku weke perwerdekarekî gelê Kurd jî cih girt, li ser rastiya gelê Kurd, ziman, çand û dîroka Kurdan kûr bû. Agahî û danheviyên ku di vî karî de wergirt nivîsand û pêşkêşî hevrêyên xwe û partiyê kir. Her wiha gelek pirtûkên hevrêyên xwe û partiyê wergerand Kurdî û tevkariyeke girîng li pêşketina zimanê Kurd kir.

DI KARÊ JI BO ŞEHÎDAN Ê PKK’Ê DE CIH DIGIRT

Di karê perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê dayikê, pêşvebirina zimanê Kurd û herî dawî jî di karê ji bo şehîdan ê PKK’ê de cih digirt. Di nava vî karê giran de li gel şert û mercên giran her tim bi coş, moral, kelecan, bawerî û îradeyê wezîfeya xwe pêk anî.

Salên dûr û dirêj weke şehîdekî dijî yê pKK’ê li çiyê bû şopdarekî baş ê Dilgeş Çelê, Xebat Cançepek, Cemîl Amed, Cahît Erûh, Şernas Gûyî û Agît Batman û ev yek di karê xwe de nîşan da.

Hevrê Dijwar tevî van taybetmendiyên xwe bi dilnizmî û kedkariya xwe, bi rûkeniya xwe wê her tim ji aliyeê hevrêyên xwe ve bê bîranîn.

Hevrê Dijwar heta kêliya ku şehîd bibe, bi taybetmendiya xwe ya kedkariyê û hevrêtiya xwe, nîşan da ku ti nexweşî li pêşiya karê partiyê, li pêşiya bicihanîna wezîfeyan nabe asteng.

Hevrê Dijwar Botan-Mehmet Saît Demîr di nava 27 salan de bi ked û fedakariyeke wiha tevlî têkoşînê bû. Ji destdana hevrê Dijwar Botan ne tenê ji bo hevrêyên ku li heman karî dixebitin, her wiha ji bo tevahiya têkoşînê û gelê Kurdistanê yê welatparêz windahiyeke mezin e.

Em, hevrêyên wî; ji bo dagirtina valahiya wî û pêkanîna wezîfe û berpirsyariyên wî em bê bi biryardarî bixebitin. Bi vî rengî em ê karibin soza ku me dane şehîdên xwe pêk bînin, li ser vê bingehê di şexsê hevrê Dijwar de em şehîdên xwe hemûyan careke din bi rêz bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê li ser rêya Rêber Apo li ser şopa şehîdan bi biryardarî tevbigerin.

Em şehadeta hevrêyê xwe Dijwar ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re radigihînin û soz didin ku em ê bibin hevrêyên baş ên şehîdên me yên şoreşger, şopdarên wan, têkoşîna azadiyê ji xwe re bikin esas, têkoşîn, ked û sekna wan, îradeya wan a bi rûmet û berxwedêr temsîl bikin. Di serî de malbata hevrêyê me Dijwar Botan em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz û hêzên çep û sosyalîst demokratîk ên Tirkiyeyê dikin ku li dijî faşîzmê hîn bêhtir têbikoşin û li dora şehîdên me bicivin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2020’AN

Nivîsa Pêş

ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 20’Ê ADARÊ 2019’AN

ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2020’AN

Krîza li Lubnanê: Ciwan welêt diterikînin

Krîza li Lubnanê: Ciwan welêt diterikînin

Manşet

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.