Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Di sala 2020’an de em têkoşînê geş bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Bi giyanê hevpar ê ji bo dagirkeriyê ji holê rake, em di sala 2020’an de têkoşînê geştir bikin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/01/2020 - 19:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê sala nû peyamek weşand. YPJ’ê bang kir ku di sala 2020’an de têkoşînê geş bikin.

Peyama YPJ’ê wisa ye:

“Sala 2019’an ji bo jinên têkoşer û mirovahiya azadîxwaz ku bûye sala berxwedan û bilindkirina hêviya serkeftinê, li hemû cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojava û tevahî jinên dildarên azadiyê pîroz dikin. Bi hêvî û baweriya ku em ê sala 2020’an bi têkoşîna hevpar, bikin sala yekîtiya jinên cîhanê û biratiya gelan. Em şehîdên di oxira serkeftina têkoşîna jinan de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin.

Têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê bi hişmendiya “azadiya jinan azadiya civakê ye” û bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ mohra xwe li sala 2019’an xistiye. Pergala desthilatdar a ku xwe bi hişmendiya zilamê serdest li ser pêyan digire, sala 2019’an derbeyeke mezin xwariye. Di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî têkoşîna jinan çong daye erdê.

Lê bi tunekirina DAIŞ’ê re şer û aloziya ku mirovahî û jin dijîn, bi dawî nebû. Bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst û dagirker, bi planên dagirkeriya herêmê ev sal jî wek salên dî, şahidî ji şerekî giran re kiriye. Li hemberî şerê qirkirinê yê ku gelan û bi taybet jinan dike armanca êrişên xwe, rastiya gelên berxwedêr û jinên têkoşer bi helwest û şêwazên çalakiyên cuda mohra xwe li vê salê xistiye. Bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û hemû neteweyên cuda yên di Sûriyê de dijîn, jinan têkoşîn li eniyên pêş yên berxwedanê meşand. Ev têkoşîn li her çar aliyên cîhanê belav bûye, li Ewropa, Latîn Emerîka, Hindistan, Efganistan û her wiha li gelek deverên dinyayê, jinan bi têgihîştina ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e, serkeftina jinan di Rojava de tê wateya di dinyayê de wê jin bi ser bikevin, çalakî li dar xistin. Em hemû jinên ku bi vê hişmendiyê cihê xwe di van çalakiyan de girtin, spas dikin û wan silavan lê dikin. Bi sedan rêxistin û saziyên jinan, kesayetên navdar, baweriya xwe bi rêxistin kirin û avakirina hêza xweparastinê di şexsê xwe de şênber kirin û îspat kirin ku jin dikarin bi hêza xwe ya cewherî, li hemberî her awayî astengiyan rawestin. Sala 2019’an bûye sala hevgirtina gelan, sala têkoşîna hevpar a jinan. Ev bîr û baweriya jinan ji bo me bûye çavkaniya sereke ya em di têkoşîn û berxwedanê de israr bikin.

Di roja îro de ev xetere bi dawî nebûye lê van çalakiyan heya astekê ev dagirkerî da sekinandin. Ji bo em dagirkeriya ku hîna jî xetereya xwe diparêze bi dawî bikin, pêwîst e em bi rihê hevgirtî yê ava bûye sala 2020’an têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Em Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ji bo em bi erk û berpirsyariya xwe ya gîhandina tevahî jinên azadîxwaz rabin, têkoşîn meşand û rêya berxwedanê pejirand. Ji her salê zêdetir jinên cîhanê û bi taybet ên Rojhilata Navîn li derdora doza me ya azadiyê bi çalakiyên xwe bûn xeleka xwedîlêderketinê. Ev serkeftina di warê ruhî, bawerî û hêviyê de hatiye qezenckirin wê ji bo têkoşîna me ya pêşerojê were mayîndekirin.

Em li ser vê bîr û baweriyê careke din sala 2020’an li mirovahiya azadîxwaz û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi rihê Berxwedana Rûmetê em şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên di oxira destkeftiyên sala 2019’an de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Silûkê li dijî dagirkeran daket qadan

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Şerayê dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a dagirker Şerawa û Şerayê bomberdûman dike: Zarokek hate qetilkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Şerayê dike

Meclisa Ciwanan a Reqayê dewreya tenduristiyê bi dawî kir

Meclisa Ciwanan a Reqayê dewreya tenduristiyê bi dawî kir

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em ne kole ne!’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.