Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Cemal Şerîk: Çareserî konfederalîzma demokratîk e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, Rojhilata Navîn ku navenda krîzê ye dikare bibe navenda çareseriyê û ev yek jî tenê bi modela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan dibe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/12/2019 - 13:24
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 6 mins read
A A
Cemal Şerîk: Çareserî konfederalîzma demokratîk e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk der barê krîza li Rojhilat Navîn kûr dibe û çareseriya konfederalîzma demokratîk bersiv da pirsên me.

NAKOKIYA NAVBERA HÊZÊN ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK Û DEWLETPERESTIYA ÇÎNÎ

Şerîk bi bîr xist ku Rojhilata Navîn bûye navenda Şerê Dinyayê yê Sêyemîn û got, “Ev yek tesadûf nîne, pêwendiya xwe bi rastiya modernîteya kapîtalîst heye. Dema ku di nava şaristaniyan de krîzek rû dide hingî ji navenda xwe wêdetir xwe li derdorê nîşan dide. Mînakên vê di serdemên dîrokê de jî hene. Ev yek jî nîşan dide ku şaristanî wê li ku ava bibe. Li herêmên ku krîzên bi vî rengî rû didin tevgerên gel berfireh dibin. Devera ku herî zêde ev yek lê tê dîtin Rojhilata Navîn e. Ev yek ji aliyekî ve pêwendiya xwe bi rewşa hêzên global ve girêdayî ye, ji aliyekî ve jî bi rastiya Rojhilata Navîn re.”

Şerîk destnîşan kir ku nakokiya heyî ya li Rojhilata Navîn nakokiya navbera hêzên şaristaniya demokratîk û dewletperestiya çînî ye û ragihand, nakokî ji dema avabûna van hêzan û vir ve dewam dike.

Şerîk anî ziman ku li Rojhilata Navîn di navbera modernîteya kapîtalîst û demokratîk de nakokî û şer heye û rewşa vê ya herî berbiçav jî li Kurdistanê xwe nîşan dide. Şerîk got, “Ev yek hemû bandorê li gelên Rojhilata Navîn dikin. Dikin ku gelên herêmê li dijî dewletan û hêzên global li hev kom bibin û digihêjin astekê.”

‘FIKRÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK RASTIYA ROJHILATA NAVÎN E’

Şerîk ragihand ku fikrê Konfederalîzma Demokratîk rastiya Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: “Ya ku em balê dikişînin ser taybetmendiya xwe ya mozaîka çandî ye. Bihevrebûna ziman, çand û olan, bandora wan a li hev e. Mirov dikarin vê yekê bêjin; yekbûna şaristaniya demokratîk/modernîteya demokratîk bi rêxistinbûn û hişmendiyê re ye. Hîmên Konfederal ên Demokratîk li Rojhilata Navîn ji xwe hene. Rêber Apo destnîşan dike ku Rojhilata Navîn dikare bibe cihê destpêkê ku modernîteya demokratîk lê ava bibe. Neteweperestî û netewe dewlet li rastiya Rojhilata Navîn nayên. Tevî vê yekê jî netewe dewlet hatine montekirin û timî dibin çavkaniya pirsgirêkan. Di heman demê de veguherîne rastiyekê.”

HÎMÊN PRATÎKÎ YÊN FIKRÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

Şerîk anî ziman ku fikrê Konfederalîzma Demokratîk li ser du hîman dikeve pratîkê û got, “Ya yekemîn rêxistina her neteweyê li nava xwe ye; ya duyemîn jî hevkariya neteweyan li dewletên cuda, li nava sînorên neteweyên pê re dijîn e. Li Rojhilata Navîn ev bingeh ji xwe heye. Ya girîng ew e ku ev bingeh di çarçoveyeke siyasî de bê destnîşankirin. Mînaka vê ya berbiçav Kurdên li nava sînorên TC’ê ne ku bi civakên din ên li nava TC’ê re hevkariyê dikin, di heman demê de bi Kurdên li Rojava, Rojhilat û Başûr re hevkar in. Mirov dikarin qala têkilîdanîneke bi vî rengî ya Konfederal a Demokratîk bikin.”

‘MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BER BI ÇAV BÛYE’

Şerîk destnîşan kir ku şaristaniya demokratîk li vê cografyayê xwe di nava modernîteya demokratîk de îfade dike û got, “Rastiyeke bi vî rengî hem bi dewletên netewe hem jî bi hêzên sermayeya global re di nava nakokiyê de ye. Netewe dewlet û hêzên sermayeya global vê jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistin bûye li dijî xwe metirsîdar dibînin, yanî divê ev yek bi rengekî eşkere bê gotin. Li Rojhilata Navîn têkoşîna bingehîn di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye. Modernîteya demokratîk jî xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berbiçav kiriye. Ji ber vê yekê rêveberiya navendî ya Sûriyeyê nikare xwe li hebûna sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabigire, neteweperestiya Ereb derdixîne pêş. Netewe dewletên din, TC jî li gel pirsgirêkên heyî hewl didin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev bikin. Dewleta TC niha beşeke girîng a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye. Dewleta Sûriyeyê dibêje ‘Ez dewlet im, sînorên min hene’. Baş e wê demê çima li dijî dewleta Tirk şer nake? Heman tişt ji bo dewletên din ji bo dewleta TC jî derbas dibe. Tevî nakokiyên li nava Ereban jî dewletênhemû li dijî modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev dikin. Nêrîna modernîteya demokratîk a Rêber Apo û Konfederalîzma Demokratîk û nîşaneya wê ya siyasî ye hêzên global ditirsîne. Dizanin ku serketina vê yekê wê bibe dawiya sîstema wan.”

Şerîk anî ziman ku li dijî êrişên li dijî Şoreşa Rojava, berpirsyariyên gelên Rojhilata Navîn hemûyan hene û got, “Ji ber ku rêxistinbûna Konfederal a Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi çav bûye, di heman demê de paşeroja gelên Rojhilata Navîn e. Gelên Iraqê, Tirkiyeyê, Îranê, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi temamî pêwîste Şoreşa Konfederal a Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewke paşeroja xwe bibînin. Ya ku di vir de divê bikin jî ew e ku li dijî serdestan mîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava têkoşîneke Konfederal a Demokratîk.”

Şerîk herî dawî got, “Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê em di nava demekê de ne ku têkoşîneke xurt lê heye. Ev yek jî nîşan dide ku em nêzî azadiyê ne. Di dema bê de divê em bibin xwedî têkoşîneke welê xurt ku pê bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Soylu got ‘Carek din dê navê PKK’ê neyê gotin’ lê herî zêde Solyu navê PKK’ê bilav kir

Nivîsa Pêş

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sala 2019’an

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
‘Di xwepêşandana Îranê de 1500 kes hatine kuştin’

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sala 2019'an

24 Herêmên Colemêrg û navçeyên wê hatin qedexekirin

Dagirkeran bejahiya Şirnexê bi temamî qedexekirin

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.