Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê çalakiyên 16 Rojî bi panelekê bi dawî kir

Çalakiyên 16 rojî yên bi armanca têkoşîna li dijî şideta li ser jinê îro bi paneleke ji aliyê Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê bi dawî bûn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/12/2019 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê çalakiyên 16 Rojî bi panelekê bi dawî kir
ParvekeTweet

SILÊMANÎ – Çalakiyên 16 rojî yên bi armanca têkoşîna li dijî şideta li ser jinê îro bi paneleke ji aliyê Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê bi dawî bûn.

 

Îro li Muzaxaneya Niştîmanî ya Emne Soreke di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên bi armanca têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê yên li Herêma Kurdistanê roja dawî panelek hate dayîn. Panela ku Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê rêxistin kiribû, gelek welatî beşdar bûn. Panel bi dirûşma “Ditîna jin a ji bo Rojava” ji aliyê Rojnamevan Jino Mihemed ve hate meşandin.

Di panelê de Nûnera Zerdeştiyan a Wezareta Ewqaw li Herêma Kurdistanê Awad Derya, çalakvana Siyasî Dayê Gelawêj Hisên, Endama RJAK Banu Helebceyî, Rêvebera Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene, Endama Encûmena Giştî ya RJAK Necibe Emer, hunermend û çalakvan Aware xan, Rojnamaven Hevjîn Zîbe axivîn.

‘Jinên Kurd jinên herî azad ên cîhanê ne’

Di seminerê de Nûnera Zerdeştiyan a Wezarata Ewqaw li Herêma Kurdistanê Awad Derya destpêkê der barê Rojava de destnîşan kir ku dema ew çûne Rojavayê Kurdistanê rastî gelek dîmenên bi êş hatine û got, her tişt weke di televîzyonan de xuya dike jî nîne û wiha axaftina xwe domand: “Lê xelkê Rojavayê Kurdistanê bi şêwazekî pir bi nirx û rûmet, bi tilîliyan her wiha bi sirûda Ey Reqîp û stranan şehîdên xwe pêşwazî dikin. Bi rastî xelkê Rojavayê Kurdistanê serê me bilind kirin. Lewma wek jin divê em yek deng û yek dest bin ku karibin piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. Her kes baş dizane ku jinên Kurd timî di rewşeke zehmet de dijîn. Minakên Adîle Xan, Hefse Xan hene. Jinên Kurd timî xwe rolekî ne û jinên Kurd jinên herî azad ên cîhanê ne.”

‘Hêvî dikim jinên Başûr helwest nîşan bidin’

Dayê Gelawêj Hisên jî têkildarî dîtina xwe ya ji bo Rojava diyar kir, ew dema ew çûye Rojavayê Kurdistanê ditîye bê wan şervanên jin û keçên ciwan çawa şer dikin, çawa xwe fedayê xaka xwe dikin û şehîd dikevin. Dayê Gelawêj got, “Ez hêvî dikim weke jinên Başûrê Kurdistanê bi hêzeke mezin helwest li beramberî van kiryarên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.”

‘Jin pêşengtiya şoreşê dikin’

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Banu Helebceyî jî bal kişand ser jinên Rojavayê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Li Rojavayê Kurdistanê jin pêşengtiya şoreşê dikin. Di rabirdûyê de jî her jinan pêşengtî kiriye. Jin di vê dîroka 5 hezar salî de li dijî desthilatdariyê timî têkoşîn meşandine. Jin her li dijî deshilatdaran têkoşiyan e. Pergala me ya li Rojavayê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Abdulah Ocalan ava bû. Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê dest pê kir û jin beşdar kir, fikrekî mezin ava kir û jinên bi rûmet û pêşeng ava kir.”

‘Azadiya min di azadiya civaka min de ye’

Endama Encûmena Giştî ya RJAK Necîbe Emer jî destpêka axaftina xwe de kesên di têkoşîna li dijî şideta li ser jinê jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî û got, “Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navin fikreke nû ava kirine. Rast e li hemû beşên Kurdistanê jinên têkoşer derketine, lê negihiştine asteke rêxistinî û nekarîne xwe ji eqlê namûstperestiyê rizgar bikin. Lê li Rojavayê Kurdistanê gihişte asteke şoreşa civakî. Ji ber ku li wir şoreşeke fikrî hate avakirin. Bi sedan fikrên akademî ava bûn. Berî şerê çekdarî têkoşîneke fikrî hat avakirin. Eger Îro jinek 70 salî di şer de têdikoşe ev ji ber wî fikrî ye. Ew fikir û felsefeya ku Rêber Apo pêş xistiye, jinan li beramberî hev xweş kiriye. Wisa kiriye ku ez azadiya xwe di çewisandina kesek din de nebînim. Di teşhîrkirina kesek din de nebînim. Ji ber ku azadiya min di azadiya civaka min de ye û azadiya min di azadiya wan jinên ku tên çewisandin de ne.”

Panel bi pirs û nêrînên beşdaran bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2019’AN

Nivîsa Pêş

Li Licê terora dewletê: 4 kes hatin binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Licê terora dewletê: 4 kes hatin binçavkirin

Li Licê terora dewletê: 4 kes hatin binçavkirin

“Bi Berdêlan Mewzî Bi Dest Xistin”

"Bi Berdêlan Mewzî Bi Dest Xistin"

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.