Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Amed: “PKK di serdema xwe ya herî xurt de ye”

Endama KJK’ê Ayten Amed salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir û got ku “PKK a niha di serdema xwe ya herî xurt de ye.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/12/2019 - 13:31
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Amed: “PKK di serdema xwe ya herî xurt de ye”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxandinên girîng kir. Endama KJK’ê Ayten Amed salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir û bal kişand ser vî tiştî ku PKK bi berxwedana xwe êdî gihiştiye asteke navneteweyî.

Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê salvegera damezirandina PKK’ê got ku “Em di serî de cejna vejînê li Rêbertiya xwe pîroz dikin. Ji ber ku wî hînî me kir ku divê em çawa bi têkoşîna demokratîk xwedî li mafên xwe derkevin.

Niha dema ku PKK tê gotin, çi tê bîra mirov? Dîroka mirovayetiyê ya ku hatiye berevajîkirin îro ji nû ve li ser wê tê sekinandin. Dema ku ev tişt tê kirin jî ji xeynî berxwedanê tu rastiyeke din tune. Ji bo ku mirov vî tiştî veke, divê mirov li dîroka rabirdûya PKK’ê binihêre. Dema ku hê komek bû, ji xeynî 6 kadroyên wê di destê wê de tu derfeteke din tunebû. Ne piştgiriyeke maddî, ne manewî, ne jî navneteweyî, di tu waran de piştgiriyê nedistend.

Di destê wê de ji xeynî baweriya wê û fikra ku divê ew qedera neteweya xwe diyar bike, tu danheveke wê ya îdeolojîk û teorîk tunebû. Ji rewşeke wisa bi saya berxwedana xwe pêşengtî ne bi tenê ji gelê Kurd re, ji hemû gelên bindest re kiriye.

BERXWEDANA LI HEMBERÎ DEWLETÊ TENÊ BI QADEKÊ NAYÊ SÎNORKIRIN

Tu berxwedan heta ku xwe nespêre rastiya îdeolojîk, teorîk û dîrokî nikare xwe ava bike. PKK bi saya berxwedana xwe û bi saya paradîgmaya xwe di warê pratîk de ev tişt diyar kiriye. Ji roja avabûna xwe û heta niha çawa ku xeteke berxwedanê ava kiriye, divê ji niha û şûnde jî wê xwediyê helwesteke exlaqî û polîtîk be.

Têkoşîna PKK’ê ne bi tenê pûçkirina înkar û îmhaya li ser gelê Kurd e. Têkoşîna PKK’ê ji bo pûçkirina polîtîkayên înkar û îmhayê yên netewe dewletan e. Ev netewe dewlet li dijî hebûna bîr û baweriyên gelan e û armanca wê qirkirin e.

Dema ku xeteke têkoşînê ya ku ew ê karibe feraseta netewe dewletê derbas bike, neyê qebûlkirin û heta ku eniya demokratîk a gelan neyê birêxistikirin wê tu polîtîkaya înkar û îmhayê neyê pûçkirin.

Berxwedana li hemberî dewletê ne bi tenê divê bi qadekê were sînorkirin. Têkoşîna li her qada civakê û bi berxwedanê ew ê pêk were. Rêbertiya me di parêznameyên xwe de ji vî tiştî re got dewlet+demokrasî. Bi gotineke din diyar kir ku bi pêşxistina pergala konfederal a demokratîk ev tişt dikare were pêkanîn.”

BERXWEDANA LI ROJAVA

Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê berxwedana li Rojava got ku “Dagirkeriya Erdogan a li dijî Rojava, ne bi tenê bi Erdogan û dewleta Tirk re hatiye sînorkirin. Li pişt vê dagirkeriyê kîjan hêz hene, divê li bersiva vê pirsê were pirsîn. Ev êrîş ne bi tenê li dijî destkeftiyên gelê Kurd ê li Rojava. Hêza sereke ya li pişt van êrîşan hêzên sermayedar ên kapîtalîst û emperyalîst e. Serkeftina pergala li Rojava tê wateya hilweşandina netewe dewletan jî. Avakirina neteweya demokratîk tê wateya ku hêzên kapîtalîst ew ê nikaribin wekî berê zextan li civakan bikin.

Hêza ku hemû cîhan ji rêxistina terorê ya DAÎŞ’ê rizgar kiribû, gelo çima mialemeya terorîstan lê tê kirin? Hêza ku êrîşên terorî daye sekinandin, gelo çima êrîş û dagirkerî li dijî wê tê destpêkirin.

Di heman demê de di 9’ê Cotmehê de êrîşa dagirker hate destpêkirin. 9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêbertiya me ye. Ne tesaduf e ku ev êrîş di vê dîrokê de hatiye kirin. Di heman demê de ev peyamek e jî. Ev li dijî PKK, Kurdan û hêzên demokrasiyê peyamek e. Lê divê were zanîn tevgera azadiyê ya Kurdan piştî 9’ê Cotmehê xurt bûye û destkeftiyên din li hebûna xwe zêde kiriye. Mînaka vî tiştî ya herî berbiçav geşedanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye.

LI CIHÊ KU BERXWEDAN TUNEBE TESLÎMÎYET HEYE

Li hemberî vê dagirkeriyê bi mehan e berxwedan heye. Ev ne berxwedaneke basît e. Ev berxwedana ku bi mehan didome, berxwedana xwedîderketina li çand, bîr, bawerî û nirxên xwe yên civakî ye. Di dîrokê de jî bi berdêlên mezin gel xwedî li hebûna xwe derketine. Li cihê ku berxwedan tunebe, teslîmîyet heye. Li cihê ku teslîmîyet hebe, xweînkarkirin heye.

Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê got ku “Heke PKK di sala 41’emîn de xwedî lê tê derketin, ev tê wateya ku ew çiqasî li ser rêyeke rast e. Li hemberî êrîşan jî dev ji helwesta xwe ya îdeolojîk berneda. Bi pêşengiya PKK û jinên Kurd têkoşîna zayendî hate pêşxistin, bi saya berxwedana destanwerî jî ev têkoşîn bû ya navneteweyî.  Rastiya sereke ya li pişt van tiştan jî berxwedana qehremanî ye.  Gavên dîrokî yên vê berxwedana dîrokî eşkere ye, di nav PKK’ê de di şexsê Bêrîtan, Zîlan û Sarayan hate avêtin. Di şexsê heval Sara de tevgera jinan kete asteke navneteweyî. Di şexsê heval Bêrîtan de bingeha artêşa jinan hate danîn.”

Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê tecrîda li ser Îmraliyê got ku “Kêşeyên civakî û dîrokî ketine nav hev. Nabe ku mirov van kêşeyan ji hev dûr bixe. Niha jî rêzdar Ocalan tê wateya gelê dahatûya gelê Kurd.  Paradîgmaya Rêber Apo ji bo hemû netewe û zayendan e. Bi kurtasî dibêje heta ku li dinyayê serwerî hebe wê azadî jî hebe. Ji ber vê jî tecrîda li ser Rêbertiya me tê wateya tecrîda li ser mirovayetiyê. Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê, ji bo kêşeyên demokratîk re çareserî nayê dîtin. Ji ber vê jî azadiya Rêbertiya me, ji bo çareseriya doza Kurdan roleke sereke ye.”

TÊKOŞÎNA PKK’Ê

Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê têkoşîna PKK’ê got ku “AKP her roj dibêje PKK têk çûye. Lê berevajî vî tiştî PKK di warê îdeolojîk, paradîgmayî û rêxistinî de di serdema xwe ya herî xurt de ye. PKK a niha bûye tevgereke navneteweyî. Hemû gelên cîhanê wê nas dike û doza Kurdan bêtir derkeve pêş çavan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wanê dema qedexeyê ji nû ve hate dirêjkirin

Nivîsa Pêş

Li Hezexê teqîn: 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Hezexê teqîn: 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn

Li Hezexê teqîn: 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn

Mûstafa Karasû: ‘Ji bo kongreya neteweyî pêwîstî bi guhertina rê û rêbazan heye’

Mûstafa Karasû: 'Ji bo kongreya neteweyî pêwîstî bi guhertina rê û rêbazan heye'

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.