Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Çalakiyên li Iraqê didomin!

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Hêzên dewletê ji bo herêmên li Bexdayê di destê xwepêşandêran de ne werbigirin ketin nava liv û tevgerê. Tevgera Nasr jî îdîa kir ku Îranê bi şerê navxweyî gef li Iraqê xwariye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/11/2019 - 11:42
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Bîlançoya çalakiyên protestoyî yên li Iraqê giran dibe
ParvekeTweet

BEXDA – Xwepêşandanên li dijî hikumetê yên li Iraqê ku li Bexda, bajarên başûrê Iraqê yên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mîssan, Mûssena, Dîvaniye, Nasiriyeyê dest pê kirin didomin. Xwepêşandêran gelek navendên Basrayê û beşeke girîng a Bexdayê bi dest xistibûn. Li deverên kontrol kirin heta bicihanîna daxwazên xwe radiwestin. Di nava hefteyekê de di serî de paytext Bexda li her devera ku xwepêşandan lê hene bêdengî heye. Tê gotin ku xwepêşandêr li benda encama hevdîtinên rayedarane, lewma bêdengî heye.

PARLAMENTÊ BIRYAR WERGIRT

Di çarçoveya daxwazên xwepêşandêran de Parlamenta Iraqê ji bo îmtiyazên neheq ên Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentê û parlamenteran bên rakirin pêr êvarê li hev kom bû. Piştî civîna ku heta serê sibehê dom kir bi daxuyaniyekê hate gotin ku Serokkomar îmtiyaz hemû ji holê rakiriye. Biryareke din a di civîna parlamentê de hate wergirtin, der barê mafên Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê de wiha ye:

Ji bo Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê wê tenê 5 wesayit bên pêşkêşkirin. Ji bo alîkarên Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê jî wê çar wesayit bên pêşkêşkirin. Ji bo wezîran sê, ji bo alîkarên wan jî wê du wesayit bên pêşkêşkirin. Ji bo midûrên giştî wê wesayitek bê pêşkêşkirin. Mafê Serokkomar ê kirêkirina balafira taybet hate betalkirin. Li gorî qanûna nû wê parlamenter nikaribin bi rengekî luks mêvanên xwe pêşwazî bikin, ji wan re wesayitan kirê bike. Li gorî biryareke nû wê cudahiya navbera maeşên teqawîtiyê wê bê rakirin û hemû maeşên teqawîtiyê wê mîna hev bin. Bi vê biryarê re tê gotin ku wê pirsgirêka bêkariyê ya zêdeyî 250 hezar kesên li Iraqê.

HÊZÊN DEWLETÊ HEWL DAN DEVERÊN HATINE KONTROLKIRIN JI NÛ VE WERBIGIRIN

Dema ku hikumeta Iraqê biryarên xwe yên nû eşkere dikir, li Bexdayê jî hêzên dewletê ji bo jinûve kontrolkirina herêmên di destê xwepêşandêran de ne operasyon kirin. Di vê çarçoveyê de hêzên dewletê destpêkê êriş birin ser Pira Ehrar a Bexdayê û ji destê xwepêşandêran wergirtin. Di dema êrişa hêzên dewletê de gaza ku çavan dişewitîne hate bikaranîn û di encamê de 25 xwepêşandêr birîndar bûn.

Dema ku hêzên dewletê li Pira Ehrar êrişî xwepêşandêran kirin xwepêşandêr jî li herêmên cuda ketin nava liv û tevgerê û xwepêşandanên xwe dom kirin. Di serî de herêmên Bexdayê xwepêşandêrn li bajar û navendên cuda yên Iraqê ketin nava liv û tevgerê û çalakiyên xwe yên şermezarkirinê dom kirin. Xwepêşandêran rêyên ber bi bîrên petrolê yên li Basrayê asê kirin û rêya Deriyê Sînor ê Sefwanê yê li Qûweytê asê kirin û bersiv dan êrişên hêzên dewletê.

HIN KOMÊN LI ÎRANÊ: EM Ê BIKIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ RÛ BIDE

Di navbera hikumeta Iraqê û çalakgeran de rewş bi vî rengî ye. Di vê navberê de ji Tevgera Nasir a bi serokatiya Serokwezîrê berê Haydar Abadî îdîayeke cidî hate kirin. Seorkê Koalîsyona Nasar Adnan Zerfî got, hin komên siyasî yên li Îranê gef xwarine ku eger hikumeta Abdulmehdî bê têkbirin wê li Iraqê şerê navxweyî rû bide.

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ji bo rawestandina xwepêşandanan xwest bi rûspiyên hin eşîrên li Kerbela û Necefê hevdîtinê bike. Lê belê lîderên eşîrên li Kerbelayê pêşniyara Abdulmehdî red kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2019’AN

Nivîsa Pêş

YJCÊ: “Şehîd Bêrîvan bû sembola jinên Êzîdî”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YJCÊ: “Şehîd Bêrîvan bû sembola jinên Êzîdî”

YJCÊ: "Şehîd Bêrîvan bû sembola jinên Êzîdî"

HPG’ê sê gerîllayên li Garê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG'ê sê gerîllayên li Garê şehîd bûbûn bi bîr anî

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.