Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

MSD’ê binpêkirin eşkere kirû bang li şandina şandeyeke pispor kir ji bo lêpirsînê

MSD’ê bi rêya civîneke çapemeniyê sûc û binpêkirinên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bi wêne û belge dane pêşandan û bang li şandina şandeyên pispor kir ku sûcên ku hatine belgekirin, lêpirsîn bike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/10/2019 - 14:03
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
MSD’ê binpêkirin eşkere kirû bang li şandina şandeyeke pispor kir ji bo lêpirsînê
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) civîneke çapemeniyê li Parka Xwendinê ya Çandê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya gelek dezgehên çapemiya herêmî û erebî li dar xist. Hevseroka MSD’ê Emîne Umer daxuyaniya sûc û binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk kirine, xwend.

Nûnerên partiyên siyasî yên di bin banê MSD’ê de tevlî civîna çapemeniya bûn û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef a Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, wêneyên qurbaniyên bombebarana balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker û birîndarên bi çekên qedexekirî, hildan.

Dauxyaniya MSD’ê wiha ye:

“Di 17’ê vê Cotmehê de ji aliyê DYA’yê ve ku navbeynkarî di navbera artêşa Tirk û QSD’ê kiriye, agirbest hat ragihandin. Pêkanîna ragihandina agirbestê ji saeta 22:00 dest pê kir û bi dema 120 saetan e. Tevî ragihandina QSD’ê ya pêkanîna agirbestê û sekinandina şer li eniyên Serêkaniyê û Girê Spî, lê dewleta Tirk a dagirker neskinî û bajarê Serêkaniyê hê jî dorpêçkirî ma. Her wiha jî dewleta Tirk a dagirker nehişt birîndarên li nexweşxaneyê bên derxistin û ta niha jî nihişt kesek jî ji bajêr derkeve.

Der barê nîqaşa avakirina herêma ewle û binpêkirinên ku artêşa Tirkiyê ji têkbirina ewlehiya gelan û rûmeta wan de, rastî şermezarkirineke herêmî û cîhanê hat. Komkujiyên bi mafên sivîl, hedefgirtina ewle û aramiya herêmê de pêk tên, piştrast dikin ku Tirkiyê hewl dide şêniyên resen koç bike û demografiya herêmê biguhere. Êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ku ji 9’ê Cotmehê ve bi bihaneya avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek wêrankirin, talankirina malên şêniyên herêmê, hedefgirtina binesaziyê ji stasyonên kehrebê, avê û firan, bi xwe re anîn. Li rexê jî qurbaniyên vê êrîşa dijminatî heta şeva berê 235 şehîdên sivîl, jê 22 zarok in û 677 birîndar hene. Piranî birîn giran in. Raporên tenduristiyên îşaret pê dikin ku hin rewşên şewatê hene ku ne nas in, divê ji aliyên navdewletî yên pispor bi çekên qedexekirî ve bên lêpirsînkirin. Balafir û topavêjên Tirkiyê bê ser û ber gund, bajarok û bajar hedef girtin. Bi wê re jî karaseteke mirovî pêk hat. Heta niha nêzî 300 hezar şênî ji gund, bajarok û bajarên xwe bi sedema wan êrîşên bê ser û ber koçber bûne û di rewşên pir dijwar re derbas dibin. Lê rêxistinên navdewletî piştî êrîşên dewleta Tirk tevahî karmendên xwe vekişandin. Rêxistina Efû ya Navdewletî di rapora xwe ya 18.10.2019’an de belav kiriye piştrast kir ku li gel wan agahiyên bi belge hene ku tiştên ku artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê pêk anîne, sûcên şer in.

Şeva berê tîmên girêdayî Xaça Sor a Navdewletî û Heyva Sor a Ereb bi hevkariya Heyva Sor a Kurd 37 birîndar tenê ji bajarê Serêkaniyê li gel 7 şehîdên ku jiyana xwe di encama dorpêçê de dane, derxistin. Ew jî piştî daxwaza vekirina korîdora mirovî ku bigihîjin nexweşxaneya bajêr. Lê korîdora mirovî careke din hate girtin û hê jî bi dehan sivîlên birîndar li bajêr asê mane, hene.

Hin nav, wêne û belgeyên sûcên ku bi mafên sivîlên ewle de pêk hatine ev in:

-Zaroka bi navê Sara Husên. Di dîroka 10.10’an bi sedema topa topavêja ku taxa Qidûr Beg a Qamişlo hatiye hedefgirtin, lingê wê qut bû.

-Mihemed Yûsiv Husên . Di dîroka 10.10’an ku birayê zaroka bi navê Sara ye bi topa ku taxa Qidor Beg a Qamişlo hadef girtiye, şehîd bû.

-Mihemed Hemîd Umer(13) di dîroka 15.10’an de li Serêkaniyê bi gûmana çeka qedexekirî birîndar bû.

-Gundê Zirganê yê Serêkaniyê di 16 meha 10`an de hate bombebarankirin.

-Gundê Mişrafê yê Serêkaniyê. Balafirê Tirkiyê di 18.10.2019’an bombebaran kir û cenaze ji bin kavilan hatin rakirin.

-Di 16.10.2019’an zarokek li Serêkaniyê bi çekeke ku tê payîn qedexekirî, şewitî.

-Bombebarana li nêzî Eyn Îsa ya 17.10.2019’an

Em spasiya raya giştî ya cîhanê û civaka navdewletî û her kesê li dijî vê dijminatiyê sekiniye, dikin. Her wiha jî bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin:

-Bi erkên xwe der barê vê karaseta mirovî rabin û tevahî bergiriyên fişarê yên rawestandin û bidawîkirina dagirkeriya Tirk, pêk bînin.

-Çavdêrên navdewletî bi hedefa parastina ragihandina agirbestê demkî, bişînin. Her wiha da ku bibe daîm a vekişîna bi temamî ya artêşa Tirk a ku bi çeteyên girêdayî wê re sûcên qirkirinê bi mafên sivîlan de pêk anîne û milkên şêniyan talan kirine.

-Şandina şandeyên pispor da ku sûcên bibelgekirî û yên ku raporên Rêxistina Efû ya Navdewletî(Amnesty) weşandine, lêpirsîn bike.

-Diyarkirina berpirsiyarên komkujiyan û sûcdarê kuştina şehîd Hevrîn Xelef û gelek sivîl û çalager de pêk anîne. Her wiha bang li pêşkêşkirina dadgeha navdewletî dikin ku bi taybet êdî dizanin ku dîmenên sûcan bi rêya çapemeniyê hatine belavkirin.

­-Vekirina korîdora mirovî ya daîm li Serêkaniyê.

-Bang li rêxistinên navdewletî dikin ku ji nû ve karmendên xwe bişîne û berpirsiyarê li hember 300 hezar koçber be.

Li dawiyê, berxwedana qehremanên di eniyên şer de ku li hember dagirkeriyê li ber xwe didin silav dikin û piştrast dikin ku bi biryara wan a berdewama berxwedanê heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê, ne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kampanya alîkariyê bi navê ‘Em hemû Rojava ne’ wê ji Rojava re were şandin

Nivîsa Pêş

Heyva Sor a Kurd careke din derbasî Serêkaniyê bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Heyva Sor a Kurd careke din derbasî Serêkaniyê bû

Heyva Sor a Kurd careke din derbasî Serêkaniyê bû

Li Baxozê ji aliyê Şervanên QSD’ê ve 164 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

QSD’ê bîlançoya şerê Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên borî, eşkere kir

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.